Wek darekî ku dûrî behrê şîn bûye û bi lêdana bayê ve bi tenê xwe dîlanî digre bûm. Di germê de siya ku min derdorê xwe belav dikir jî bêronî bibû. Xeyalê min ku ez di hembêza behrê de govend bigirim. Lê govenda min jî belav bibû. Ez dîsa tenê mabûm. Her kesên xerîb derbas dibûn çiqlên darê dişkenandin ji xwe re dikirin agir. Agirê min gur dibû û germahî dida wan, lê piştre agir ditefandin û diçûn. Koka darê carekî din diêşiya. Qîr dikir û dengê wê di dengê behrê de winda dibû. Gelek salan ez tenê mam. Kesek min nepirsî. Ez bê nav û bê war mam. Hetanî sala 1978 bayê payîzê min dorpêç kir û xeberek nûh ji min re anî. Ji min re got tu bêkes nînî. Pir êşên dijwar me kişand. Me nikarîbû wek herî kesî xewn û xeyalên xwe pêk bînin. Pênûsa ku dîroka me dinivîsî şikênandin û bi qelema ku tê temiskirin ve çîrokên derew li me kirin.
Wek koçberan hemû dinya em geriyan û êşên her derê dilê me parçe parçe kirin. Hemû stranên me bûn ji bo xerîbî û xemgîniyê. Min ji dayîka xwe pirsî ka çima stran û awazên me ew qas biêş in. Got me jiyana xwe bi wan stranan ve aniyê ser ziman. Dibe ku ji bo hinekan ew partiya ku hat avakirin wek saziyek tê dîtin. Lê bi keda nemiran ew partî bû hebûn û helwesta gelan. Ew dîlana ku min xeyal dikir îro di meydana gerdûnê de me girtiye. Me malên dinyayê ji xwe re nexwast . Me tunekirin ji xwe re qebûl nekir. Axa me bi rûndikên dayîkan ve şil dibû. Me mafê van rûndikan dixwest.
Em di nav agir de şewitîn û bin baranê jî şil bûn. Partiya ku hat sazkirin bû şewqa di şeveqa tarî de û me xelas kir. Wek keçekî ji vê axê ez jî wek her kesî jiyanekî bijîn dixwazim. Ez naxwazim bibim gulekî ku bêav diçilmise. Ez jî wek her kesî warê xwe dixwazim. Wek her kesî bin ewrên şîn de jiyanekî bêbager digerim. Ez keçekî bênav û bêwar bûm. Her bayekî qewat ku lê dida pêlên min dişkestin û diweşiyan.
Damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan mora xwe li dîrokê xist. Deriyên buhara rengîn li pêşiya me vekir. Êdî her kes me nas kir. Salvegera 46’emîn em pîroz dikin. Wek ku em çiyayekî gelekî bilind bilind dibin. Her çiqas çetin be jî me ber bi bilindahiyê dive. Di wî rêyî de me gelek windayî da û ji bo ku xeyalên wan nemiran jî pêk bê divê ji her demî zêdetir em ber bî azadiya xwe bimeşin. Me gelek windayî dane. Ji bo xwedî derketina keda wan berpirsyartiyek mezin divê.
Kesekî aşîtîxwaz 2 mendîlên wî yên spî hebûn. Yek da min a din ji xwe re girt û got. Rojeki dema me hevdû dît em ê dîlana aşîtiyê bigrin. Lê mixabin bêveger çû. Hêvîdarim ku bi ew mêndîla ku ji min re hîşt ve ez ê rojekî bikaribim sergovendiya aşîtiyê bikşînim…