Di nav tevgera zindîbûyînê de hevsengiyeke xwezayî heye. Her tiştê ku di gerdûnê de cih digrin wateyek û armanceyek wan heye. Her perçeyek gerdûnê bi tevgera armanca jiyînê cihê xwe di nav hebûna gerdûnê de watedar dike.
Her zindiyek li gor armanca hebûna xwe tevgire. An jî wateya zindîbûyînê li gor armanca tevgera jiyanê ye. Hevsengiya di nav gerdûnê de ji bo her zindiyekî li gor esasê jiyanê tevgerandin mecbûriyeteke. Ew zindiyên ku li gor esasê jiyana xwe tevnegerin di nav çerxa gerdûnê de hûr dibin û tine dibin.
Esasê jiyana însanan jî civakbûn e. Di nav gerdûnê de forma jiyana însanan jî civakbûn e. Însan dema ku bi civakî tevdigere peywira xwe ya însanî pêk tîne û di nav gerdûnê de jiyana xwe misoger dike. Însan hebûna xwe bi civakbûnê pêk tîne.
Înşakirina civakbûnê bi xwe re rêvebirinê derdixe holê. Cihekî ku bi komî jiyanek hebe li wir mecbûrî organîzasyoneke rêvebirinê jî divê hebe. Ev organîzasyona rêveberiyê jiyana civakî xweştir dike. Li gor cewherê xwe tarza rêveberiya xwe jî derxistiye holê. Organîzasyona tevgera jiyanê rêvebirin civaka ehlaqî û polîtîk derxistiye holê. Civaka ehlaqî û polîtîk li gor cewherê xwe jiyîn e. Organizasyona rêveberiyê jî li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk xwe ava dike.
Di dîrokê de bi derketina feraseta îktîdarperest û avabûna dewletê re di nav jiyana însanan de hewldaneke ku her tiştî li ser esasê civakê dûr bixe derdikeve holê. Li hemberî civaka exlaqî û polîtîk kesên bêexlaq û civakeke ku polîtîkayê neke dixwazin bidin avakirin. Li vir şûndetir du tarz rêveberî derdikevin holê. Yek, rêveberiyeke li gor esasê civaka ehlaqî û polîtîk, ew jî rêveberiya cewherî. A din jî rêveberiyeke ku li ser civakê koletiyê ferz dike ye. Ew jî rêveberiya biyanî.
Roja me ya îro de jî ev tarz xwe pir eşkere nîşanî me dide. Di her parçeyê cihanê de dewlet bi destê rêveberiyên xwe yên desthilatdar dixwazin civakan bi darê zorê li gor berjewendiyên xwe bi rê ve bibin. Li hemberî vê yekê, ew civakên ku carekî tema azadiyê girtine bi tu carî ew zordariya desthilatdariyê qebûl nekirine, serî rakirine.
Di dîrokê de civaka kurd jî bi dehan caran van merheleyan re derbasbûye. Ji ber ku gelê kurd gelekî azadîxwaz e bi berxwedana xwe mohra xwe dîroka mirovahiyê daye. Ew desthilatdarên ku xwestinê çong li gelê kurd bidin danîn gelê kurd bi têkoşîna xwe ew desthilatdarî şandine sergoya dîrokê.
Tiştên ku îro pêk tên divê tu kes wek tiştên tesadufî negire dest. Tişta ku niha dewlet li ser gelê kurd ferz dike polîtîkaya dewletê ye. Tişta ku dixwaze bide qebûlkirin bêrûmetî ye. Loma jî gelê kurd bi berxwedaneke mezin li hember van nêzîkatiyan derdikeve. Mesele şaredariyek kêm an jî zêde hildan nîne. Yan jî tişta ku li Kurdistanê pêk tê ji rêzê hilbijartinek nîne. Dewlet bi rê û rêbazên xwe dibêje ez te qebûl nakim. Hûn kole ne. Em ê bi darê zorê û li gor berjewendiyên xwe we bi rê ve bibin. Gelê kurd jî dibêje ez wê zilma te qebûl nakim. Ez kole nînim. Ez ê azad bijîm. Loma jî ez ê xwe bi xwe bi rê ve bibim.
Gelê kurd bi têkoşîna xwe ji bo gelên din jî dibe sedema baweriyê. Loma jî ew kesên ku heya niha zilma desthilatdariyê re bêdeng diman îro bi şeklekî dengê xwe derdixin cihê xwe di nav berxwedana kurd de digirin.
Cardin jî gelê kurd da diyarkirin ku têkoşîn li ser xeta bîrdozî were dayîn teqez encam digire. Li ser xeta bîrdozî ketina rojevê yê bi xwe re azadiyê jî bîne. Destkeftiyên me yên heta roja me li ser xeta bîrdozî têkoşîn meşandin destxistiye.
Îro jî em têkoşîna xwe li ser xeta bîrdozî bidin meşandin em ê destkeftiyên xwe zêdetir bikin û azadiya xwe misoger bikin.