Kampanya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ her ku diçe li cîhanê belav dibe. Bi sedan nûnerên saziyên sivîl û rêxistinên civakî bi boneya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Wezareta Dadê didin û dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ev nîşan dide ku êdî Rêberê Gelê Kurd bi fikr û felsefeya xwe û bi nerîn û pêşniyarên xwe yên çareseriyê bûye Rêberê Gelê Cîhanê û rêberekî gerdûnî. Em li geşedanên heyî dinerin em dibînin ku eleqeya ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd çiqas zêde bûye.
Di 5ê Hezîranê de Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP), bi navê ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ kampanya da destpêkirin. EFFP, ji bo daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku vîzyona xwe ya siberojê bi cîhanê re parve bike, dest bi vê kampanyayê kir. Di ser kampanyayê re 55 roj borîn. Ji wê demê heta niha bi sedan kesên akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, hûnermend û kesên navdar tev li kampanyayê bûn û xwestin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.
139 akademîsyenan serlêdan kirin
Di 55 rojên dawî yên piştî vê kampanyayê 139 akademîsyen û rewşenbiran serî li Wezareta Dadê dan û xwestin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Li gorî vê yekê;
Di 28 Tîrmeha 2025an de di çarçoveya kampanya ‘Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan’ de ji 13 welatan 100 jinan xwestin biçin Îmraliyê û serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dan.
Dîsa di 1 Tîrmeha 2025an de di çarçoveya kampanyayê de ji welatên cuda 39 kes ku rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, wekîl û hiqûqnas jî di nav de ne, hatin Stenbolê.
Di mehên dawî de bi dehan rojnamegeran serî li Wezareta Dadê dan û xwestin biçin îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Ji gelek barayon bi hezaran parêzeran serlêdan kirin
Li aliyê din beriya kampanyayê jî ji gelek baroyên bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran parêzeran serî li wezareta Dadê dabûn û xwestibûn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Di 23ê Çileya 2024an de ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Edaletê dabûn. Beriya wê jî di Îlona 2022an de ji çar aliyên cîhanê ji 22 welatan bi sedan parêzerî serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê dabûn. Parêzeran xwestibûn biçin îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin.
Em di van serlêdanan de jî dibînin ku her diçe daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re zêde dibe. Em dibînin ku ji hemû bawerî nasname û beşên civakê dixwaze rû bi rû hevdîtinan bikin û bi wî re li ser gelek mijaran niqaş bikin. Rêber Abdullah Ocalan jî diyar dike ku ew dixwazin zindana Îmraliyê bikim mîna akademiyê.
Ev hewldan nîşan dide ku li Îmraliyê ronahiyek belav dibe. Rênesansek pêş dikeve û ev ronahiya ku li cihanê belav dibe hemû civakê ronî dike. Rêya xelasî û çareseriyê nîşanî civakan dide. Hemû kesên ku dixwazin ji vê ronahiyê sûdê bigirin, berê xwe didin Îmraliyê. Bi baweriya fikr û felsefeya wî serlêdanan dikin. Ev nîşanî me dide ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe êdî rêbertiya gelê Cîhanê dike. Rêberiya gerdûnê dike û rêyeke nû ya çareseriyê dide pêşberî gelên cîhanê.