27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Eyşe Şan gihîşt hesreta xwe

Her çiqas dereng be jî, bicihanîna vê wesiyetê bersiva herî watedar a ji bo bîranîna Eyşe Şan bû. Û bi vî awayî, ew dîsa gihîşt welat û axa ku ew di hesreta wê de bû. Û ev yek ya herî hêjayî wê bû

Ajansan di 18ê hezîrana 2025an de nûçeya cenazeyê hunermenda jin a kurd Eyşe Şan ji gora ku li Îzmîrê lê hatibû veşartin hat derxistin û li cihê lê ji dayik bûye li Amedê hat veşartin, weşandin. Ev nûçeya ku li ajansan hat weşandin di çapemenî û weşanên kurd de jî cih girt.

Li gorî nûçeyê cenazeyê Eyşe Şan ji hêla endamên malbatê, DEM Partî, saziyên siyasî û çandî yên demokratîk ji Îzmîrê ber bi Amedê ve rê kirin. Di heman demê de li Amed jî pêşwaziya cenaze kirin. Dibe ku ev nûçe ji aliyê xwîneran ve asayî were dîtin. Dema ev cenaze ya ji gora li Îzmîrê hat derxistin, birin Amed û li wir jinûve hat veşartin a Eyşe Şan be, wê demê tê dîtin ku ev ne nûçeyek asayî ye. Bêguman, ji bo ku mirov vê yekê fêm bike divê beriya her tiştî Eyşe Şan nas bikin.

Bêguman, kesên ku vê nivîsê dixwînin Eyşe Şan nas dikin. Ne rast e mirov berovajî vê yekê bifikire. Ligel vê rastiyê, girîng e ku mirov jiyana Eyşe Şan zanibe û wê nas bike. Heke mirov li vir bi berfirehî qala wê bike wê ne di cih de be. Lê hewceye ku mirov balê bikişîne ser hin xalên girîng.

Beriya her tiştî mirov dikare bibêje ku dema ku êrîşên qirkirinê yên sala 1938an ên Dêrsîmê bi dawî bûn, Eyşe Şan weke zarokek kurd li Amedê ji dayik bû. Girîngiya sala 1938an ew e ku di wê salê de li Dêrsîmê qirkirina herî hovane pêk hat. Eyşe Şan di demeke ku êrîşên qirkirinê bi qîrêna “Me hebûna kurdan” di dîrokê de veşart bilind dibû de û bêyî haya wê ji tiştekî hebe çavên xwe li cîhanê vekirin. Wê nizanibû ku dema wê çavên xwe li cîhanê vekirin, Zarîfe Xanim û hevjînê wê Elî Şêr bi destê xayînan de ketibûn kemînê û Besê ji zinarekî hatibû avêtin û wan rêya hebûnê ya rastîn nîşanî gelê Kurdistanê dan.

Bêguman ev rêya nîşankirî ne ya mirinê bû. Her çiqasî dizanîbûn ku wê bi encamek wisa re rû bi rû bimînin jî, teslîmbûn red kirin; parastina rûmet û berxwedanê pejirandin. Dibe ku tu kesî van tiştan ji Eyşe Şan re negotibin. Dibe ku dema rê û meşa xwe diyar kir li ser vê yekê nefikirîbe. Lê dîsa jî wê meşa ku destpê kiribû domand. Her çiqasî şêweyê meşa ku wê destpê kiribû girîng bû jî, çawaniya destpêkirina wê û rêça ku wê şopand ewqas ne girîng bû. Ya girîng ew bû ku wateya wê li meşa xwe bar kiribû, tiştên ku nîşan dida û ferq dikir bû.

Bi Eyşe Şan re di heman salê de hunermendek din ê mezin Zekî Muren di 24ê îlona 1996an de li Îzmîrê wefat kir. Dema ku Zekî Muren hîn sax bû, wekî “Roja Hunerê” hatibû qebûlkirin. Dema ku wefat kir, Rêber APO li ser wî got, “Zekî zilamekî mezin bû”.

Bêguman, ji bo kesên ku fêm dikirin ev gotin gelek watedar bû. Ji ber ku li cîhana mêran a ku maçotî li pêş bû, yên ku jinan dianîn bîra mirovan dihat lînçkirin de dijberiya li dijî tabûyek wisa navekî wisa heq dike.

Eyşe Şan jî li cîhana mêran a ku hewl didan jinan li ser sifrê bikin pêşxwarin, rêya xwe diyar kir û di vê rêyê de meşiya. Hem jî di cîhana mêran a ku jinan tune dihesibîne û li ser kurditiyê “Fatîhe” dixwend de dest bi meşek wisa kir. Hem weke kurdek û hem jî weke jinekê ewqas ne hêsan bû ku dest bi meşeke wisa were kirin. Ev yek biryardarî, hêz, fedakarî û hewldanek mezin dixwest.

Jixwe ne pêkan bû ku ji vê cûda be. Li cihê ku hemû pîvan ji hêla mêran ve tên diyarkirin û “rêgeza ji bo mêran divê li gorî mêran be” hebû, rê nedida tu kesan. Ev rêgeza ku bi rêgaza “ji bo tirkan, li gorî tirkan” re dihat jiyîn, tê wetaya ku qet tehemulî wê neyê kirin. Bi vê re ji zextên derdorê, zîhniyeta tarî ya serdema navîn a ku jinan dixist nava malan û bi çarşefê girêdidan û kuştinên bi îşkenceyê xirabtir re rû bi rû diman.

Eyşe Şan di rewşeke wisa de dest bi meşa xwe kiribû. Meşa li ser vê rêyê ji “meşa li ser stiriyan” pir dijwartir bû. Jineke kurd di demeke ku ji kurdbûnê direviyan de dê li ber “civaka” mêr a maço rabe û wê stranên kurdî bistire. Ev tê wateya ku redkirina malbat û xizmên xwe daye ber çavên xwe.

Di pêvajoya ku Eyşe Şan derket ser dikê û navê xwe ne tenê li bakurê Kurdistanê li seranserê Kurdistanê da bihîstin de, taybetmendiyek wisa di nava xwe de dihewîne. Di pêvajoyeke wisa de Eyşe Şan xwe bi civaka Kurdistanê da qebûlkirin. Stranên wê jî bi stranbêj, dengbêj û hunermendên din ên kurd re li radyoyên kurdî hatin weşandin, dengê wê gihîşt civakê û navdar bû. Bi têkoşîna azadiyê ya li bakurê Kurdistanê re, ev bandor li qadeke berfirehtir belav bû. Stran û dengbêjiya wê zindîkirina kevneşopiya çandî ya folklorîk derbas kir; ew bi daxwazên wekî azadî, edalet, wekhevî û bangên ji bo bilindkirina berxwedanê barkirî bûn û têkoşîneke rêxistinkirî xurttir û bibandortir bû. Eyşe Şan van tiştan dît û jiya. Dema ku di 18ê kanûna 1996an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da, di nava nivînên xweşiyê de ya ku wê aram dikir ev yek bû.

Eyşe Şan di wesiyeta xwe de xwestibû ku piştî mirina xwe cenazeyê wê bibin Amedê. Ev nîşana hesreta wê ya ji bo welatê xwe û welatparêziya kûr bû. Lê di şert û mercên wê demê de ne pêkan bû ku ev wesiyet bi cih bihata. Di ser vê re 29 sal derbas bûn.

Cenazeyê Eyşe Şan bi merasîmekê ji Îzmîrê ber bi Amed ve hat şandin. Li Amedê ji aliyê malbat, heval, saziyên siyasî û çandî yên demokratîk û hevşaredarên Amedê ve hat pêşwazîkirin û wesiyeta wê bi merasîmekê hat bicihanîn.

Her çiqas dereng bû jî, bicihanîna vê wesiyetê bersiva herî watedar a ji bo bîranîna Eyşe Şan bû. Û bi vî awayî, ew dîsa gihîşt welat û axa ku ew di hesreta wê de bû. Û ev yek ya herî hêjayî wê bû