20 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Eyşe Şan di 29emîn salvegera wefata xwe de hat bîranîn

Hunermenda kurd Eyşe Şan di 29emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Yenîkoyê bi merasîmekê hat bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ma Music, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand-Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) û Konservatuvara Aram Tîgran ve hat organîzekirin.

Di merasîma bîranînê ya ku li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hat lidar xistin de, malbata Eyşe Şan û gelek welatî amade bûn. Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş, diyar kir ku ew bi salan e her xwestine Eyşe Şan li vir bibîr bînin û got ku ev daxwaz hem a hunermend Eyşe Şan e û hem jî daxwaza gel a hevpar e.

Kurê hunermend Eyşe Şan Mûrat Kersen, jî diyar kir ku ji ber wesiyeta dayika wî hatiye bicih anîn, ew gelek kêfxweş e û got ku ew Eyşe Şan emanetê gel dike. Siyasetmedar Yuksel Avşar jî, anî ziman ku ew hêvî dike anîna cenazeyê Eyşe Şan bo Amedê bibe wesîleya aştî, azadî û xwişk-biratiyê.

Endama Ma Musicê Evîn Dûlek jî Eyşe Şan weke “Hunermenda nemir ku dîrokê ronî dike û mîrateya wê îro jî zindî ye” pênase kir. Piştî axaftinan dua hatin xwendin û qaranfîl danîn ser gora Eyşe Şan.