17 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan ewil ew binçav kir piştre winda kir

 Xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHDa Amedê di hefteya 862emîn de li aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn. Di çîroka Mehmet Ertak de gotin “Polîsan ew 3 caran binçav kir û piştre winda kir.”

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 862yemîn de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ li dar xistin. Çalakî li pêş Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHDa Amedê, Xizmên Windayan û gelek endamên saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan dîsa wêneyên windayan hilgirtin û pankarta ku wêne li ser hebûn li erdê raxistin. Di çalakiyê de li aqûbeta Mehmet Ertakê ku di 20ê Tebaxa 1992yan de li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û êdî ji wê rojê heta niha tu agahî jê nehatiye girtin pirsin. Endamê Lijneya ÎHDê ya Amedê Firat Akdenîz daxuyanî xwend.

Firat Akdenîz diyar kir ku Mehmet Ertakê bavê 4 zarokan û 32 salî bû û wiha got: “Mehmet Ertak bi malbata xwe re li gundê Rezûka Şirnexê dijiya. Ertak li Şirnexê di kana komirê de kar dikir. Ji ber ku birayê wî tevli nava Tevgera Azadiyê bibû hemû malbat dibin zext û gefên giran ê dewletê de bûn. Mehmet Ertak 3 caran hat binçavkirin û di dema binçavkirinê de rastî îşkenceya giran hat. Di 20ê Tebaxa 1992yan de tevî sê xizmên xwe Abdulmenaf Kabul, Suleyman Ertak û Yusuf Ertak ku li heman cihî dixebitîn ji kar vedigere malê. Wesayîta ku tê de bûn ji aliye polîsan ve bi cil û bergên fermî ve li muqteya kontrole ya mala hemşîreyan hate rawestandin. Piştî kontrola nasnameya Mehmet Ertak binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê. Nasekî wan ê bi navê Abdullah Ertugrul ê ku roja din hat binçavkirin û piştî du rojan hat berdan. Ji malbata Ertak re diyar kir ku di girtîgehê de bi Mehmet re rojekê di heman hucreye de hatiye hiştin. Sê kesan Îfade dan ku di girtîgehê de îşkence li wî hatiye kirin. Bav Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê dide û kesên ku Mehmet Ertak di binçavan de dîtine li dozgeriyê îfade didin. Dema ku bavê wî encan negirt, di 10ê Îlana 1992an de serî li walîtiyê dide.”

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.