25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ew mehkûm, bersûç û dozdarê Tirkiyeyê bû

Apê Mûsa bi hişmendiyeke kurdî û neteweyî jiya û ji bo azadiya gelê kurd û Kurdistanê têkoşiya. Ew mehkûm, bersûç û dozdarê Tirkiyeyê bû. Îro jî bi sedan şagirt û şopînerên Apê Mûsa di Çapemeniya Azad de dane ser rêça wî û ala azadiya gelê xwe bilind dikin

Rewşenbîr û zanyarê kurd Apê Mûsa ji bo azadiya gelê kurd û Kurdistanê ked û bedelên giran da. Bi minasebeta salvegera şehadeta Apê Mûsa em wî bi rêzdarî bi bîr tînin û kurte jiyana wî bi xwînerên xwe re parve dikin.

Ronakbîr û rewşenbîrê kurd Mûsa Anter bi navê din Apê Mûsa di sala 1920an de li gundê Zivingê yê bi ser Stilîliyê ya Nisêbîna Mêrdînê ji dayik dibe. Apê Mûsa hêj zarok bûye bavê wî diçe ber dilovaniya xwedê. Li ber destên dayika xwe Feslayê mezin dibe. Dayika Fesla jineke gelekî jîr û jêhatiye ku di salên 1930-1940an de muxtariya gund dike. Di heman demê de dibe muxtara pêşîn a jin a bakurê Kurdistanê.

Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîseyê li Edeneyê dixwîne. Piştî xwendina lîsê jî ji bo felsefeyê bixwîne diçe Stembolê. Li Stenbolê gelek xwendevanên kurd nas dike. Apê Mûsa, li ser daxwaza Fayîq Bucak dev ji felsefeyê berdide û qeyda xwe li beşa Huqûqê çê dike.

Serdemeke hayjixwe hebûnê û şiyarbûnê ye. Lê di haman demê de tirsek jî heye. Hevgirtin û xwerêxistinkirin hêsan nîn e. Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nava tevgerê. Di destpêkê de  ji bo xwendevanên kurd Wargeha Dicle vedikin. Piştî salek jî komeleya Hêvî 1942 dadimezirînin.

Apê Mûsa di sala 1959an de ji ber doza 49an tê girtin û tevli 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Apê Mûsa pirtûka xwe ya bi navê “Birîna Reş” di zindanê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike. Apê Mûsa bi siyasetê re jî elqedar e û di sala 1971an de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976an de vedigere gundê xwe û heta 1989an li gund dijî.

Apê Mûsa di 89an de careke din vedigere Stanbolê, di gelek kovar û rojnameyan de dest bi nivîsandinê dike. Di gelek kovar û rojnameyên wekî Welat, Ulke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulkeyê de nivîsên wî têne weşandin, ji hêla xwendevanan ve bi baldarî tên xwendin. Di heman demê de di nava Partiya HEPê de ji nû ve dikeve nava siyasetê.

Ronakbîr û rewşenbîrê kurd Apê Mûsa dibe hedefa dewletê û di 20ê Îlona 1992yan de li Taxa Seyrantepeyê ya Amedê ji aliye hêzên dewletê ve tê kuştin. Apê Mûsa anku Musa Anter di pirtûka xwe ya “Hatiralarim” de wiha dibêje: “Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyeyê yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersûç û dozdarê Tirkiyeyê me.”

Belê Apê Mûsa di jiyana xwe de her tim bi hişmendiyeke kurdî û neteweyî jiyaye û ji bo azadiya gelê kurd û Kurdistanê têkoşiya. Di gelek qadên wekî çand, wêje, ziman û ragihandinê de ked daye. Ji bo bi sedan ciwanên kurd bûye çavkaniya hêz û têkoşînê. Îro jî bi sedan şagirt û şopînerên Apê Mûsa di Çapemeniya Azad de dane ser rêça wî û ala azadiya gelê xwe bilind dikin.