Gelê Kurd, di 11ê Tebaxê de bi agahiyek gelek xemgîn roj pêşwazî kir. Lê bi qasî xemgîn bû, ew qas jî biryara têkoşînê û hêrsa xwe ya li dijî îmhayê jî zêde kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran mirovên beşdarî merasima cenaze bûn, biryara têkoşînê û şopandina rêça Nûrreddîn Sofî dan.
Îsal êşa gelê Kurd mezin e. Di çend mehên dawî de gel beşdarî gelek şînan bûn. Lê ev şîn ji şînên din cûda bûn. Şîna pêşengên ku ji destpêka avakirina PKKê heta îro hemû temenê xwe ji bo azadiya gelê Kurd gelek giran e. Şîna şervanên bi dehan salan têkoşîna azadiya gelê Kurd da gelek giran e. Gelê Kurd îsal li ser hev çend şînên bi êş derbas kir. Di serî de şîna Alî Haydar Kaytan û Alî Riza Altun, gelê Kurd pir pir xemgîn kir. Niha jî şîna Nûreddîn Sofî, Koçer, wekî Alî Aydar Kaydan û Riza Altun gelê Kurd pir pir xemgîn kir. Lê di heman demê de van şînan biryara gelê Kurd a mezinkirin û xurtkirina têkoşînê jî mezin kir.
Gelê Kurd di 11ê tebexê de bi agahiya şehadeta Metin Arslan (Koçero Ûrfa, Abdulbakî Babur (Bahtiyar Gabar) û fermandarê mezin Nûreddîn Sofî hişyar bû. Vê agahiyê bi qasî gelê Kurd xemgîn kir, ew qas jî biryara têkoşînê û berxwedanê jî zêde kir. Nûreddîn Sofî û Bahtiyar, di 6ê Nîsana 2021an de û Mehmet Arslan jî di 4ê mijdara 2019an de di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan. Lê Navenda Ragihandinê ya HPGê di 11ê Tebaxê de agahî bi raya giştî re parve kir. Nûreddîn Sofî ji aliyê gelê Kurd ve bi siyaseta xwe, helbestên xwe û şervaniya xwe tê nasîn. Bi rêxistinkirina şoreşa Rojava tê nasîn.
32 sal temenê xwe li dijî înkar, îmha û tunekirinê, ji bo azadiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn feda kir. 32 salên xwe bi têkoşînek bê navber û çalak derbas kir. Ji destpêka zanîngehê heta roja jiyana xwe ji dest da, her kêlî bi bawerî, biryar, kelecan, coş û hezkirin têkoşiya. 4 salan der barê wî de agahî nehat parvekirin. Lê di 11ê Tebaxê de HPGê agahî parve kir ku pêşengê tevgera azadiya gelê Kurd di 6ê Nîsana 2021an de jiyan xwe ji dest daye. Navê Nûreddîn Sofî yê li malê Nûreddîn Xelef Mûhammed e. Lê ji bavê wî re dibêjin ‘Sofî’, lewma navê wî yê li malê jî bû Nûreddîn Sofî. Di nava me de jî bi vî rengî dihate naskirin. Yanî navekî cuda bi kar neanî. Li gundê Mişerfa yê Qamişloyê ji dayik bû. Çû dibistanê û li Helebê li beşa fîzîk-matematîkê xwend. Nûreddîn Sofî her dem dixwend û parve dikir. Li Helebê dema ku diçû zanîngehê beşdarî nava tevgera ciwanan bû. Wê demê li Helebê di nava ciwanan de karê tevgera azadiyê kir. Nûreddîn Sofî li zanîngehê di Tebaxa 1990î de biryar da ku tevlî nava tevgerê bibe.
Di serî de çû Akademiya Mahsûm Korkmaz. Çû li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde bû û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêzîk ve nas kir. Ev bû sedem ku hîn bêhtir bi tevgerê ve bê girêdan. Vê yekê biryara wî xurttir kir. Di aliyê hestewarî û îdeolojîk beşdar tev li rêxistinê bû.
Ciwanekî xwende, têgihiştî û bi biryar bû. Piştre derbasî Heftanînê bû. Demekê li Qilabanê kar kir. Ji ber ku ji Akademiya Mahsûm Korkmaz hatibû, yekser weke fermandarê mangayê dest bi wezîfeyê kir. Di demeke kurt de bû fermandarê tîmê. Di 1991ê li Qilabanê fermandarê tîm bû. Yanî bi lez bi gerîla û çiyayên Kurdistanê re bû yek.
Piştre derbasî Zagrosan bû. Li Zagrosê bi taybetî jî li xeta Avaşîn, Kelareşê kar kir. Bi qasî fermandariya yekîneyê payeya wî bilind dibe. Nûreddîn Sofî gelekî bi kelecan tevlî dibû. Weke fermandarê herêmê hat wezîfedarkirin. Sala 1994an li xeta Kelareş, Elbak û Payîzavayê tê wezîfedarkirin. Du salan li wir fermandarî kir û tevlî gelek çalakiyan bû. Di şer de bû pispor. Destpêkê li Botanê, piştre jî li Zagrosan bû xwedî rêbaza şer. Li Zagrosan bû fermandarekî bi tecrûbe.
Piştre li Qada Rêbertiyê hat wezîfedarkirin. Tevgerê hin caran ew li Qada Rêbertî wezîfedar dikir. Di sala 1996an de çû Şamê. Li wê derê li dibistana ku bi Kurdî perwerde dihate dayin li gel çend hevalan dibe rêveber. Li Qada Rêbertî 2 dewreyan ma. Rêber Abdullah Ocalan li ser sekinî. Nûreddîn Sofî kesayeteke entelektuel bû; dixwend, lêkolîn dikir, nîqaş dikir. Ji aliyê leşkerî îdeolojîk, felsefî û rêxistinî xwe bi pêş ve biribû. Ji aliyê leşkerî ve çiqasî xwedî tecrûbe be bû, ewqasî jî têgihiştî û kûr bû.
Piştî Şamê careke din vegeriya eyaleta Zagrosê. Li Zagrosê weke fermandarê herêmê hat wezîfedarkirin. Dema ku Şerê Başûr destpê kir li gel tabûra tevlî şer bû. Li xeta Xakurkê ma. Di pêvajoya komployê de weke gelek hevalan xwe vekişiya û hat qada Qendîlê. Beşdarî nîqaşên wê demê bû. Berpirsyariya kampan da ser milê xwe. Di şerê Qendîlê de bi roleke girîng rabû. Bi sekna xwe, bi wêrekiya xwe mînak bû. Bi rêbazên şer zanî bû. Hevalên li derdorê wî bi wî piştrast bûn. Ji ber vê yekê yekîtiyeke xurt diafirand. Li qada ku lê dima moral dida hevrêyên xwe, motîvasyon çêdikir. Lewma ew li ku bûya li wir moral, motîvasyon, di nava hevrêyan de germahî hebû. Fermandarekî pir alî bû.
Kesekî entellektuel bû
Di sala 2003an hêzên PKKê bi giranî dest bi çûyîna Bakurê Kurdistanê kirin. Wê demê Nûreddîn Sofî yek ji wan bû ku pêşengî ji hêzên vegeriyan Bakur re kir. Weke Fermandarê Eyaleta Amedê hate wezîfedarkirin û bi komek hevalên xwe çû Amedê. Sîstema eyaletê ya Amedê jî ji aliyê Nûreddîn Sofî ve ji nû ve hate avakirin. Her tim dixwend, lêkolîn dikir. Ji ber vê yekê jî xwedî sekneke îdeolojîk, felsefîk û rêxistinî bû.
Di pêvajoya tasfiyekariyê de sekneke şênber nîşan da. Bêteredût xeta Rêber Abdullah Ocalan temsîl kir û meşand. Ji xwe di wê demê de ku nîqaşan destpê kir, berê xwe da Bakur, ji ber ku di mijara biryardariyê de zelal bû.
Li Bakur sala 2004an Pêngava 1ê Hezîranê hate destpêkirin. Eyaleta Amedê jî di vê pêngavê de rol lîst. Nûreddîn Sofî bi rengekî xurt tevlî Pêngava 1ê Hezîranê bûbû. Wê demê li hemberî tasfiyekariyê jî hewl da. Bi sekneke xurd li dijî tasfiyekariyê têdikoşiya
Bû pêşeng
Kongreya 9emîn a PKKê kongreya jinûve avakirinê bû. Wê demê endamên rêveberiya partiyê weke meclîsê bûn. Piştre bû Komîteya Navendî. Nûreddîn Sofî bû endamê komîteyê. Bi xwe di kongreyê de ne amade bû. Bi pêşniyarê wekî endametiya Komîteya Navendî ya PKK’ê hate hilbijartin. Di pratîka Amedê de hem Bakur, gelê Bakur, civaka Bakur baş nas kiribû, hem jî li navenda Amedê gelek encam wergirtibû û bûbû xwedî tecrûbe.
Piştî li qada Amedê hat xwestin ku li Ewropayê hevalekî berpirsyar bê wezîfedarkirin. Pêwîstî bi yekî welê hebû ku ji aliyê îdeolojîk, siyasî û rêxistinî ve xurt e. Piştre Nûreddîn Sofî guncaw hate dîtin. Wî jî îtiraz nekir, lê ne bi dilê wî bû. Dixwest karên leşkerî dewam bike. Lê ji ber biryar bû got ‘temam’.
Piştî hin amadekariyan çû Bexdayê. Dema ku dê li balafirê siwar bibûya hate girtin, kete zindanê. Pê re têkilî nikarîbû bihata danîn. Du-sê rojan girtî ma, bi derfetên xwe hinek nas kir û xwe rizgar kir. Di wê navberê de civîna salane ya Kongreya Gel hate lidarxistin. Di civînê de bû Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê. Heta salên 2007, 2008an li ser karên li Rojhilat sekinî.
Beşdarî Kongreya 10emîn a PKKê bû. Di kongreyê de beşdarî nava karên leşkerî bû. Di Sibata 2009an de Konferansa HPGê hate lidarxistin. Di konferansê de ji bo Fermandarê Giştî yê HPGê hate hilbijartin. Heta 2013an dewam kir. Di wê pêvajoyê de hevdîtinên Osloyê jî dihatin kirin. Di nava tevgerê de pêşketinên siyasî û civakî diqewimîn. Bi perspektîfeke nû, di 1ê Hezîrana 2010an de pêngaveke nû hate destpêkirin. Nûreddîn Sofî cihê xwe têde girt. Di sala 2012an de çend mehan li Botanê ma.
Di 19ê Tîrmeha 2012an de li Rojava şoreşê dest pê kir. Di sala 2013an de derbasî Rojava bû. Ew ji Rojava bû û li Rojava pêwîstî pê hebû û berê xwe da Rojava. Ewil tevlî nava karên siyasî û rêxistinî bû. Nûreddîn Sofî yek bi yek bersiv da van hemûyan. Nûreddîn Sofî li Rojava di gelek qadan de berpirsiyari da ser milê xwe. Piştre, di sala 2017an derbasî nava karên leşkerî bû. Bûbû kadroyekî Rojava. Lê wî têkiliya xwe bi çiyê re jî nedibirî. Di sala 2016an de carekê vegeriya qada gerîlla. 2021ê hat serdana gerîlla. Di 5ê Nîsana 2021ê de derbasî Garê bû. Xwest serdana çend deveran bike. Xwest serdana Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bike. Di 6ê Nîsana 2021ê de ji Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê derbasî Akademiya Şehîd Mahîr bû. Di rê de rastî êrîşa hewayî hat û jiyana xwe ji dest da. Di nava van 32 salan de 8 salan li Rojava têkoşiya. 24 salan bê navber li Bakur, Başûr di şerê çekdarî de cih girt. Hem li Bakur hem li Rojava kar kir.
Aliyê felsefîk û rêxistinî gelek xurt bû
Fermandarê HPGê Murad Karayilan ku demek dirêj bi hevre bûn, anî ziman ku 32 salan (24 salan li Bakur, Başûr û 8 salan li Rojava) kedek gelek mezin da û got: “Karên gelekî mezin kir. Pêşengê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû. Bi qasî ku neteweyî bû her wiha enternasyonal bû. Bi qasî leşker bû, ew qas aliyê wî yê felsefîk, bîrdozî û rêxistinî jî xurt bû.”
Mîmarê operasyona Bagdadî bû
Fermandarê HSDê General Mazlum Ebdî ku demek dirêj li Rojava ligel Nûreddîn Sofî li dijî DAIŞê şer kirin, anî ziman ku Nûreddîn Sofî di serî de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li Rojava beşdarî gelek berxwedanan bû û got: “Nûreddîn Sofî yek ji mîmarên operasyona kuştina şefê DAÎŞê Ebûbekir El Bagdadî bû.”
Bi merasimeke heybet oxir kirin
Nûreddîn Sofî di 6ê Nîsana 2021an li herêma Garê şehîd bû. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPGê di 11ê Tebaxê de şehadeta wî ragihandin. Di 12 Tebaxê bi tevlîbûna deh hezaran kesan li Qamişloyê spartin axê. Bi deh hezaran pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rûspî, rewşenbîr, serokeşîr, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û fermandarên Hêzên Sûriyeyea Demokratîk (HSD) bi cenazeyê Fermandar Nûreddîn Sofî re meşiyan li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan û cenazeyê bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” veşartin.
Piştî merasîma li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan, di li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konên sersaxiyê hatin danîn. Bi deh hezarên kesên ji gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmenan pêk dihat, serdana konên sersaxiyê kirin û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna Fermandar Sofî re anîn ser ziman. Li bajarên Hesekê, Til Temîr, Dirbêsiyê, Til Berak, Şedadê, Girke Legê, Tirbespiyê, Amûdê û Çilaxa yên Kantona Cizirê û li kantonên Reqa û Tebqayê konên sersaxiyê hatin danîn.