Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk Pervîn Bûldan, li navçeya Elbakê ya Wanê çû serdana buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk.
Bûldan anî ziman ku ew ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Wanê 8 parlementeran bistînin û got “Ez sozê didim we, em ê AKP’ê li vir bikin partiya tabelayê. Me li Colemêrgê got em ê her 3 parlementeran bistînin li Wanê jî em ê her 8 parlementeran bistînin. Di vî warî de herî zêde baweriya me bi gelê Elbakê heye. Li Elbakê em dengekî gelekî zêde distînin. Ev ji bo me girîng e. Di van hilbijartinan de em ê zilm, zext û bêhiqûqtiyên AKP’ê biqedînin.”
Bûldan bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî ya ku vê sibehê li gelek bajaran pêk hatiye û got “Em vê operasyona li dijî parêzer, hunermend û hevalên me yên ku wê xebatên hilbijartinê bikirina, bi tundî şermezar dikin. Ew êrîş dikin lê bi êrîşê re wê bêtir têk biçin. Ji ber vê ez dibêjim roj roja afirandiya yekîtiya me ye. Ew roj e ku em têkoşîna mezin bikin, faşîzmê têk bibin û AKP’ê bikin partiya tabelayê.”