Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedan dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatin qetilkirin. Qetilkirina rojnamegeran li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) hat protestokirin. Daxuyanî li Kolana Hunerê ya Semta Ofîsê hate dayin. Li gel rojnamegeran, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Nûnerê DÎSK Basin-Îşê yê Amedê Hakki Boltan û Nûnerê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmût Oral jî tev li bû. jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û pankarta “Ne pênûsa me ne jî kameraya me dê li erdê nemîne” hatin hilgirtin. Rojnamegeran gelek caran dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek axivî.
Têkoşîn tu caran ranaweste
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi dehan sal e ku Çapemeniya Azad li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê ji bo ragihandina heqîqetê dixebite. Di nava şert û mercên herî dijwar de xwest rastiyan ji raya giştî re ragihîne û hemû metirsî û talûkeyan hilgirtiye ser xwe û hê jî vê lêgerînê didomîne. Di vê lêgerînê de gelek hevalên me hatin qetilkirin û gelek jî hatin girtin. Lê ev têkoşîn tu carî ranewestiya.
Zêdeyî 40 sal in tevî êrîşên endam, kontra û çeteyan JÎTEM’ê jî dev ji ragihandina heqîqetê berneda. Dema ku DAIŞ’ê li gelek deverên Rojhilata Navîn hovîtî pêk anî, herî zêde xebatkarên Çapemeniya Azad rastî ragihandin. DAIŞ’ê ji bo ku rastî neyê bihîstin di hedef û qetilkirina rojnamegeran de dudilî nebû. Denîz û Nûjiyan bûn pêşengên vê têkoşînê. Kiryarên hovane yên DAIŞ’ê yên li Şengal, Kobanê û Reqayê ji cîhanê re ragihandin. Li ser hesabê canê xwe dev ji ragihandina heqîqetê bernedan.
Bûn dengê Kobanê û jinan
Yên ku herî zêde dibin hedefa şer bê şik rojnameger in. Îro em hîn bûn ku 2 hevalên me yên rojnameger hatine qetilkirin. Dema DAIŞ’ê êrîşî Kobanê dikir, her du hevalên me bi rojan li pey nûçeyan bûn. Azadiya Kobanê ji cîhanê re ragihandin. Nazim Daştan ji roja destpêkê heta roja dawî hem bû şahid û hem jî dengê berxwedana Kobanê. Cîhan Bîlgîn ji roja destpêkê heta roja dawî ya pêngava rizgarkirina Reqa ku veguherî navenda hovîtiya DAIŞ’ê, bû dengê jinên dîlgirtî û bi hesreta azadiyê. Bi kamera û nîşeyên xwe, cîhê ku tarî lê hebû ji bo ronî bike li berxwe da. Lê mixabin kesên bû sedem DAIŞ êrişî Kobanê bike, kesên ku baxçeyê paşiyê yê DAIŞ’ê bûn, dema DAIŞ têk çû îro di bin navên cuda de dîsa amadekariya êrişa li ser Kobanê dikin. Nazim û Cîhan ji ber ku ev rastî ji cîhanê re ragihandin bûn hedef.
Çend saet beriya qetilkirin Nazim Daştan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha nivîsîbû; ‘Tirkiye û çeteyên girêdayî wê, berevajî daxuyaniyên agirbestê, amadekariya êrişeke mezin li ser #Rojava bi taybetî #Kobanê dikin.’
Li Sûriyeyê planên qirêj dixin meriyetê. Bi taybet Kobanê ya ku li cîhanê bûye sembola têkoşîna azadiyê tê xwestin bê tunekirin. Lê belê Tirkiye dibêje tu pirsgirêka wan bi Kurdan re nîne. Heke bi rastî tu pirsgirêk tune be, wê demê Nazim û Cîhan çima hatin qetilkirin? Yên ku tenê xema wan jiholêrakirina destkeftiyên Kurdan e, yên ku tenê kamerayên wan hene bi balafiran bombe dikin.
Ji aliyekî ve yên ku dibêjin demokrasî û aştî, li aliyê din jî ji bo gelê Kurd azad nejî, her cure êrîşan amade dikin. Yên ku wek şandeyên demokrasiyê tên hesibandin, dema ku mijar dibe Kurd xwe ji şerê herî qirêj dûr naxin. Dema ev rastî derdikevin holê rojnamegeran qetil dikin. Dema planên wan ên qirêj eşkere dibin, bi awayekî hovane êriş dikin. Li şûna ku dev ji planên xwe yên qirêj berd in, sûc dixin stûyê rojnamegeran. Lêbelê, berpirsiyariyên eas ên van planan çêdikêne.
Nazim û Cîhanê xwestin bi xwe biçin qadên şer û raya giştî ji rewşê agahdar bikin. Her du hevalên me ne tenê planên qirêj eşkere kirin, derewên çapemeniya şerê taybet jî eşkere kirin.
Nazim dîsa di nivîseke xwe ya dawî de wiha dibêje; ‘Tirs, panîk û fikar amûrên ku medyaya şerê taybet herî zêde li ser wan xwe xwedî dike ye. Hewl didin atmosfereke dezenformasyon û manîpulasyonê çêbikin. Rojava jî li dijî van têdikoşe.’
Cîhan Bîlgîn geşedanên dawî yên Bendava Tişrînê ya ku bi rojan e di bin êrişan de ye ji cîhanê re ragihand. Ji bo ku zîhniyeta medyaya alîgir a ku rastiyan vedişêre derxe holê û raya giştî ji nedîtî ve nehêle, tevî hemû talûkeyan xebatên xwe berdewam kir.
Her tim bûne dengê heqîqetê. Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava. Çi dibe bila bibe em ê kamera û pênûsên wan li erdê nehêlin. Em ê tu carî dev ji ragihandina rastiyê bernedin. Çapemeniya Azad dê ragihandina rastiyan bidomîne. Çapemeniya Azad heta ku bigihêje armancên xwe wê di vê rêyê de bimeşe.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.