1 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

3 kesan li dijî 3 hezar leşkeran şer kir

Roj 28ê Adara 1980yî bû. Demsal bihar bû. 3 endamên PKKê li Gundê Şikestûnê bûbûn mêvan. Lê piştî îxbarê 3 hezar leşkerên artêşa tirk bi tang, panzêr û helîkopteran digirin ser gundê Şikestûnê. Şer ji şeveqê dest pê dike û heta êvarî didome. Selman, Cemal û Kemal teslîm nabin û canê xwe didin.

Li ser lehengiya Selman, Cemal û Kemal 40 sal berê stran hate strîn û 40 sal in destana “Çemê Şikestûnê” bûye ruh û awazê vê stranê. 40 sal in 3 lehengê li dijî 3 hezar leşker şer kirin, bi awazê strana “Çemê Şikestûnê” her zindî dijîn.

45 sal  berê şerekî dijwar û dîrokî li Şikestûnê rû dide. PKK hêj 2 salî ye. Endamên PKKê Selman, Cemal û Kemal li Gundê Şikestûnê dibin mêvan.

Lê di heman rojê de Leşkerên Artêşa Tirk bi tang, panzêr û helîkopteran bi ser gundê Şikestûnê de digirin. Şerekî dijwar diqewime. Selman Cemal û Kemal teslîm nabin û heta dawî şer dikin û canê xwe didin.  Şerê 45 sal berê hîn îro hîn di hiş û aqilan de ye û awazê vî şerî hîn wekî duh dîrokê zindî dihêle.

Di dîrokê de her şerek bi cihê xwe û her cihek bi şer û çenga xwe tê nasîn. Hin cih hene şerê dîrokê û hin şer hene warê ku şer û ceng lê pêk hatiye tîne hiş û aqilê mirovan. Lê bi piranî şerên ku bûne malên dîrokê her dem cih û warê ku ceng lê pêk hatiye di rûpelên dîrokê de her zindî mane. Mînak Şerê çardêranê, Şerê Kobanê, Şerê Zapê, Şerê Efrînê rû dan. Şerê li Şikestûnê jî şerekî dîrokî û mohra xwe li rûpelê dîrokê daye. Stan li ser vî şerî hatin nivîsandin. Awazê vê stranê bi kurtasî be jî der barê şerê Şikestûnê de gelek agahiyan dide. Gotina “ Çemo çemê Şikestûnê, Çem bûye gola xwînê, Çemo tu kuda diherî, Tev şehîd û tev xwînê” agahiyan dide me ku li vir şerekî pir dijwar pêş ketiye û ava Çemê Şikestûnê bi xwîna PKKiyan sor bûye.

Di berdewama stranê de gotinên “Dijmin hatiye ser wan/Tev bi tank û bi topan/ Kuştin xortên Kurdistan/ Çemo çi zilm û zore/ Dijmin girt hawirdore/ Çemo qey tu nizanî/Teslîm nabin bi zore” nîşanî me dide ku leşkerên Tirk bi tang û topan bi ser PKKiyan de girtiye û PKKî teslîm nebûne û heta canê xwe dane şer kirine.

Di stranê de gotina “Ka niştîman ka welat/Ka xortên canê xwe dan/Ka Selman û ka Cemal/ Ka şehîd heval Kemal” dide xuyakirin ku endamên PKKê Selman, Cemal û Kemal ji bo welat canê xwe dane û teslîm nebûne.

Deng û awazê “Çemo çemê Şikestûnê, Çem bûye gola xwînê” di guhê her Kurdekî de her zindî ye.

Li gorî çavkaniya Rojnameya Serxwebûnê ya hejmara Avrela 1982, Rûpela 14-16an de Şikestûn gundekî Dêrika Çiyayê Mazî ye. Li vî gundî roja 28ê Adar a 1980yî yan di navbera arteşa Tirk û şervanên PKKê de şerek rû dide. Hêjmara leşkerên Tirk sê hezar kes in. Du helîkoptêr û panzerek jî bi wan re dikevin şer. Leşker ewil gundê Şikestûnê dorpêç dikin û dixwazin teslîm bibin. Lê Selman Kemal û Cemal teslîm nabin û heta dawî şer dikin.

Şervanên PKKê Ahmet Kurt (Kemal), Mehmet Kurt (Cemal) û Selman Dogru li gundê Şikestûnê dikevin şer. Sê şervanên Kurdistanê li dijî sê hezar leşker rojekê şer dikin û canê xwe didin.

Di vî şerî de serleşkerek, çawişêk û leşkerek tê kuştin. Şervanên PKKê Ahmet Kurt, Mehmet Kurt û Salman Dogru tevlî karwanê stêrkan dibin. Piştî şer,  gundiyan li meydana gund kom dikin, îşkenceyê li wan dikin û mal û milkên gundiyan talan dikin. Paşê xelkê gund bi komî dibin îşkencexaneya li Tûgaya Mêrdînê. Bi rojan îşkence li gundiyan dikin.

Mehmet Ozsoy di 3ê Nîsana 1980î de di encama van îşkenceyan de tevlî karwanê stêrkan dibe. Ozsoy li gund bi navê Mihemedê Evdo dihat naskirin. Şerê Şikestûnê bandoreke mezin li gelê herêmê dike. Gel ji bo qehremanên xwe yên ji bo serxwebûn û azadiyê têkoşiyane şînan dike. Li gorî kevneşopiya Kurdan, eger di encama bûyereke girîng de mirovek koçî dawî bike, li wir kevir têne lêkirin. Anku kevir li ser hev tên danîn û ew cih tê nîşankirin. Cihê nîşankirî bi navê wî kes an bûyerê tê binavkirin.

Gotinên strana Çemê Şikestûnê wiha ye:

Çemo çemê Şikestûnê

Çem bûye gola xwînê

Çemo tu kuda terî

Tev şehîd û tev xwînê

Çemo çemê Kurdistan

Dijmin hatiye ser wan

Tev bi tank û bi topan

Kuştin xortên Kurdistan

Çemo çi zilm û zore

Dijmin girt hawirdore

Çemo qey tu nizanî

Teslîm nabin bi zore

Çemo çemê delalan

Te bext daye neyaran

Ka niştîman ka welat

Ka xortên canê xwe dan

Ka Selman û ka Cemal

Ka şehîd heval Kemal