Di vê salvegera şehadeta hevala me Rojnameger Evîn Buldan de wekî hevalekî wê yê xebatê hevalan ji min xwest ku li ser wê hest û bîranên xwe binivîsim. Lê belê nizanim çi binivîsim. Hem gelek tişt hene ku bê nivîsîn, hem jî gelek tiştên ku bê nivîsîn li miqabilên wan peyv nîne. Bêguman dê li pêşeberî ew hest û heqîqetê têgehên rastîn ku vebêjin nebin. Lê dîsa jî ezê hewl bidim ku hin hestên xwe bi we hêjayan re parve bikim.
Heta niha min qet ew hêz û wêrekiya ku dikaribim li ser Evîna hêja binivîsim di xwe de nedît. Bi mehcûbiyeteke wiha dinivîsim. Lê qet ji hiş û dilê me derneketiye. Ger mirov bi hevaleke mîna Evînê re xebitî be, gelekî zehmete ku behsa serpêhatî û girêdana wê ya doza kurd û Kurdistanê bike. Li aliyekî bîranîn li ber çavên mirov zindî dibe, li aliyê din hest û hesreta salên bê Evîn û bêdawî.
Ya rast 6 salên me yên bi hev re xebatên hebûn. Hevaltiyeke me ya jidil, dilsoz û dilpak hebû. Parvekirineke me ya xurt jî hebû. Ew hevaltiya wê hêz û moral dida mirov. Motîveya mirov a ji bo kar û xebatê zêdetir dikir.
8 sal di ser şehadeta Evînê re derbas bû. Dibe ku yên ev hevala me nas nekin jî hebebin. Lewma jî em hinekî behsa hevala xwe Evîn bikin; Evîn di sala 1990î de li Gevera Colemêrgê ji dayik dibe, li erdnîgariyeke ku zilma dewletê lê dihat jiyîn, di malbateke ku bû hedefa vê zilmê de mezin bû. Hêj 4 salî ye malbat ji ber zextên dewletê neçar dimîne ku koç bike û ji Geverê koçî başûrê Kurdistanê dikin. Di zarokatiya xwe de gelek zehmetiyên koçberiyê dibîne û herî dawî malbat li Wargeha Mexmûrê bi cih dibe. Evîna ku di nav şert û mercên zehmet de xwendina xwe dike, beşa Radyo û Televîzyonê ya Zanîngeha Selahattîn diqedîne.
Lê hestên wê yên welatparêzî û şoreşgerî berê wê dide bakurê Kurdistanê ku şerê germ di navbera Tevgera Azadiya Kurdistanê û dewleta tirk de diqewime. Evîn, dixwaze bi bibe parçeyekî têkoşîna azadiya kurd û Kurdistanê û di ragihandina azad de cihê xwe digire. Evîn, di sala 2011an de hat Amedê û di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir. Xwest ku bibe çav û guhê gelê xwe yê her tim li ser zext û zordarî heye.
Evîn jî dabû ser rêça Gurbetelliyan û gotibû “Em ê pênûsa Gurbetellî li erdê nehêlin.” Evîn digot, “Gund, mal û bajarên kurdan tên bombekirin, gelê Kurd rastî îşkenceyan tê û tê qetilkirin. Çand, ziman û nasnameya Kurdî tê tunekirin. Divê em di jî di rêya Apê Mûsayan û Gurbetelliyan bibin çava û guhê vê têkoşîna azadiyê. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û rastiyê derxin holê. Tu hêz nikare pênûsa heqîqetê rawestîne.”
Evîn, heta sala 2016an di rojanameya Azadiya Welat de xebatên rojnamegeriyê kir. Lê Azadiya Welat bi KHKê hat girtin û Rojeva Medya ew kevneşopiya rojnamegeriya kurdî dewr girt. Evîn jî li ser heman xeta têkoşînê di rojnameya Rojeva Medyayê de xebatên ragihandina azad meşand.
Roja 2yê Nîsana 2017an ji bo me bû rojeke bi êş. Ew roj êvarî Evîn û hevala me Geşbûn bi hev re ji ji rojnameyê derdikevin û li ser peyarêyê dimeşin. Lê ji nişka ve hevala Evîn qeyrana dil derbas dike. Bi vê qeyranê re digihêje şehadetê û nemir dibe. Lê êşeke mezin xist dilê me. Ji bo me windahiyek mezin bû. Li her kolaneke bajarê Amedê bîranên me yên bi nirx hebû. Li kolanên Sûrê, li ser bircên Amedê, li Bexçeyên Hewselê, li seyrang û geştan, di xebatên rojnameyê de û hwd. bi sedan bîranînên hevalê hebûn.
Evîn, hevaleke her tim bi kelecan bû. Hevaleke ciwan û gelekî jîr bû. Bi rûkenî û germahiya xwe bal dikişand ser xwe. Girîngiyeke mezin dida zimanê kurdî û her tim di jiyana xwe de bi kurdî diaxivî. Her ji bo Azadiya Welatê xwe dixebitî. Bîranên bi nirx ên zarokatî û ciwaniya xwe ya li gel şervanên azadiyê dianî ziman. Ji xwe zarokatiya wê di nav têkoşerên azadiyê de derbas bibû û bîranînê wê jî gelek bûn. Mirov hêz jê digirt û hevaltiya wê xwebaweriyek ava dikir. Ew evîndara doza kurd û Kurdistanê bû. Ew Evîna Azadiya Welat bû.