Meclisa Gel a Binarê Qendîlê, Meclisa Jinan û Şaredariya Binarê Qendîlê bi boneya salvegera duyemîn Komkujiya Parîsê li Binarê Qendîlê merasîma bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de şehîdên Komkujiya Duyemîn a Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Ebdurrahman Kizil ku di 23yê Kanûnê di encama êrîşek nemardene de hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Kiryar û hêzên li pişt êrişê jî bi tundî hatin şermezarkirin.
Çalakiyê di kesayeta şehîdên Komkujiya Parîsê de ji bo tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre daxuyaniya hevpar ya navenda Rêveberiyên Binarê Qendîlê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de jiyan û têkoşîna şehîd Evîn Goyî ya 34 salan, wekî sembolek cîhanî ya felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ku dengê azadiyê ji çiyayên Kurdistanê gihand Ewropayê, hate vegotin.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Şehîd Evîn ne tenê cengawerek bû. Belkû ew rêbazeke şoreşgerî bû ku li gundê Hilal û Botanê dîrokeke serwer da destpêkirin, li Rojava li dijî terorîzma DAIŞê şer kir, li Parîsê bû dengê wijdanê mirovahiyê û rêya Sakîna Cansiz domand.”
Her wiha hate destnîşankirin ku Komkujiya Parîsê êrîşek li ser îradeya gelekê bû ku têkoşîna xwe ya azadiyê dike û hate gotin ku “xwîna pak a şehîdên Komkujiya Parîsê dê bibe bingeha têkbirina faşîzm û dagirkeriyê.”
Di dawiyê de, soza ji şehîdan re hate nûkirin ku meşaleya têkoşîna Evîn Goyî heta ku azadiya temamî pêk were, li çiyayên Kurdistanê geş bimîne. Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana jinên azad” bi dawî bû.
