Di sedsala 21’emîn de têkoşîna di navbera emperyalîstan de bi hemû leza xwe didome.
Em vê têkoşîna kapîtalîstan carna di şerên bazirganiyê de, carnan jî di pevçûnên germ de dibînin. Şerê Rûsya û Ukraynayê yek ji van şeran e. Hêzên serdest kapîtalîzm û emperyalîzmê wekî vebijarkek tekane li ser gelan ferz dikin. Ji bo gelan talan bikin her tiştî li gorî xwe dîzayn dikin.
DYA bi vî şerî hewl dide hegemonyaya xwe û NATO’yê careke din weke amûrekê bikar bîne da bandora xwe ya li cîhanê xurt bike. Amerîkayê roj bi roj li derdorê Rûsyayê dorpêç kir. Dewletên li rojhilatê Ewropayê bi NATO’yê ve girêda û hêza xwe li wir bi cih kir.
NATO ya li dijî Sovyet û komunîzmê hatibû avakirin, piştî parçebûna Sovyetê û bloka sosyalîst, peywira xwe temam kir. Lê berevajî vê yekê NATO’yê nexşerêyeke nû da ber xwe û ji salên 1990’î ve ber bi rojhilatê Ewropa û Balkanan ve dest bi berfirehbûnê kir.
Mînakên jêr nîşan dide ku NATO’yê çawa hêza xwe li welatan bi cih kiriye:
12’ê adara 1999’an: Komara Çek, Macaristan, Polonya.
29’ê adara 2004’an: Bulgaristan, Estonya, Letonya, Lîtvanya, Romanya, Slovakya, Slovenya.
1’ê avrêla 2009’an: Albanya, Kroatya.
5’ê hezîrana 2017’an: Montenegro.
27’ê adara 2020’an: Makedonyaya Bakur
Ger mirov li baregehên DYA/NATO yên li wir hatine vekirin û bi hezaran leşker, tank û fuzeyên li wir hatine bicihkirin bifikire, wêne dê pir zelaltir bibe. DYA/NATO gav bi gav ber bi rojhilat ve berfireh dibe û stratejiya xwe ya ji bo dorpêçkirina Rûsyayê kûrtir dike.
DYA’yê xwest di sala 2008’an de NATO’yê li Gurcistanê bi cih bike. Lê hikûmeta Pûtîn nehişt NATO hêza xwe li Gurcîstanê bi cih bike.
Rûsyayê cara pêşîn di hikûmeta Pûtîn de bersiva NATO’yê bi vî awayî da. Niha jî Rûs li Ûkraynayê bersiva NATO û DYA’yê bidin. Ango mirov dikare bibêje piştî belavbûna Sovyetê ev dibe cara duduyan Rûs bersiva NATO’yê didin.
DYA hewl dide hem li derdorê Rûsyayê dorpêç bike û hem jî careke din girêdayîbûna Ewropayê bi DYA’yê ve zêde bike. Ango bi vî awayî dixwaze Ewropa îtaet bike û bikeve bin emrê wan. DYA’yê êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ji bo leşkerên nû li Ewropayê berhev bike wekî firsendekî dît.
Helbet ev sedemên hanê êrîşa rêveberiya Pûtîn a li ser Ukraynayê rewa nake. Kapîtalîzma rûsî ya bi rêya olîgarş tê bikaranîn, berjewendiyên xwe li pişt xeyalên emperyal û gotinên neteweperest vedişêre. Ew li erdnîgariyan wekî hewşa xwe dibînin, ji hikûmetan îtaetê dixwazin. Rûsyayê berfirehbûna xwe bi rêveberiya Pûtîn re gav bi gav avêt. Rêveberiya Pûtîn her tim bi van gavên xwe jiyana bi sed hezaran mirovên li bakurê Deryaya Reş û Kafkasyayê dixe bin xeteriyê.