KCD, DBP û TJA’yê demek dirêj e berê xwe dane nava civakê û bi civakê re xebatên rêxistinkirinê dimeşînin. Di çarçoveya vê pêngavê de li bajar, bajarok û gundan civînan li dar dixin û bi gel re têne cem hev. Nûnerên partî û rêxistinan bi gel re hevdîtinan dikin, fikir, pêşniyaz û nêrînên xwe bi gel re parve dikin û pêşniyaz û nêrinên gel digirin. Têkildarî xebatên rêxistinkirinê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk pirsên Rojnameya me bersivand.
Demek e we dest bi xebatên ‘Li dijî faşîzmê em xwe bi rêxistin dikin’ kiriye. Hûn dikarin hinekî behsa hedef û armanca vê xebatê bikin?
Li dijî faşîzmê em xwe birêxistin dikin. Weke KCD, DBP û TJA û hwd. ev salek e xebatên me berdewam dikin. Armanca vê çi ye? Gel, sazî û partiyên me di pêvajoyeke giran re derbas dibin. Li gorî plana çokdanînê ku di sala 2014’an de hatibû amadekirin, li Kurdistanê, li ser her beşên civakê êrîş çêbûn. Ji ber vê yekê têkiliyên me jî bi gelê me re germ nebû. Îro ku em li dinêrin ne tenê li Bakur li her çar parçeyên Kurdistanê jî di pêşengiya Tirkiyeyê de li ser pêşereoja gelê kurd leyîstokên mezin hene. Yanî ji bo ku gelê kurd nebe xwedî statu û îrade em baş dizanin ku dewleta tirk li gor plansaziya xwe xebatan dide meşandin, êrîşan dike û dagirkirinê dayê pêşiya xwe. Îro jî başûrê Kurdistanê dagir dike. Ji ber vê yekê li gund, bajar, bajarokan di vê pêvajoya girîng û dîrokî de em him nêrînên xwe bi gelê xwe re parve dikin him jî nêrînên wan, pêşniyazên wan hebin em digirin. Ji bo ku em di pêşerojê de têkoşîna xwe xurttir bikin.
Heta niha we xebatên bi çi rengî meşandin? Di van xebatan de ruh û wêneyekî çawa derket holê?
Bi rastî jî zilm û zexteke pir mezin li gelê me hat kirin û hê jî tê kirin. Tişta herî girîng ew e ku gelê me ewqas zehmetî jî kişandiye dîsa xwedî li doza xwe jî derdikeve û li ber xwe dide. Baweriya gelê me duh çiqas be îro sed qatî zêdetir xurt bûye. Baweriya gelê me bi vê têkoşîna doza xwe, ji bo azadiya xwe pir xurt e. Ji ber vê ew zilm û zexta ku hat kirin û ew hesabê dewletê cihê xwe negirt. Gelê ku em dibînin, mirovên me yên ku em dibînin bi biryar in. Biryara xwe dane, çi dixwazin dizanin. Di serî de bi taybetî jî li hemberî tecrîdê nerazîbûnên xwe parve dikin. Hetanî ev tecrîd berdewam bike jî tu çareserî li Tirkiye û Rojhilata Navîn çênabe. Kurd jî azad nabin.
Aliyê rêxistinî, ruh û xwedîderketina gel a li pêngav û pêvajoyê di çi rewşê de ye? Beşdarbûn, coş û kelecana gel û pêşwazîkirina gel a vê pêvajoyê di çi astê de ye?
Coş û kelecanek pir mezin bi gel re heye. Bi dîtina me jî pir kêfxweş bûn. Moralê wan gelekî xurt bû. Em wê biryardarî û moralê wan dibînin bi rastî em jî bi hêz û bi moral dibin. Eleqeyeke mezin hebû. Bîr û baweriya gelê me jî xurt e. Armanca wê plansaziya dewlêtê ew bû ku gelê me bê hêvî bihêle, bê îrade bike. Em li van a tevahî dinêrin yanî ev şeş salên dawî ku em lê dinêrin tu encam negirtine. Bi rastî jî gelê me ji duh xurtir e û xwe bi rêxistin kiriye.
Heta niha hûn li çend bajaran geriyan û bi gel re hevdîtinên we çawa derbas dibin? Daxwazên gel çi ne. Hêvî û bendewariya gel çi ye?
Em li gelek bajarên Kurdistanê geriyan. Lê em hîn neçûne bajarên Kurdistanê yên mîna Riha, Dîlok, Semsûr, li aliyê Serhedê jî bajarên Mûş, Erzirom, Erdexan, Qers û Îdirê. Weke din em li bajar, bajarok û hema bêje hemû gundan geriyan.
Herî dawî em li herêma Colemêrgê bûn. Sînor hatine girtin. Bazirganiya gelê me bi taybetî jî li ser sînoran dimeşe. Lê sînor tev hatine girtin, nahêlin gel tîcaretê jî bike. Yanî ji hêla aboriyê ve jî zexteke mezin heye. Bi nanê gelê me jî dileyizin. Lê dîsa jî ku em lê dinêrin ev jî ne xema gel e. Gelê me rastî jî tiştekî dibîne. Yanî hetanî ku azad nebe ev zilm jî wê dewam bike, xeynî azadiyê tu çare tune ye. Niyeta dewleta tirk tê zanîn. Dewleta tirk dixwaze gelê me bike xulam. Ev ne tespît û gotinên min in, ev gotin û tespîtên gel bi xwe ne. Dibêjin em vê qebûl nakin. Ji bo jiyaneke bi rûmet çi bikeve ser milê me hetanî îro me kiriye em ê ji niha û şûn ve jî bikin. Yanî nêrinên wan ev e.
Mijara herî sereke ku gelê me gelek caran tîne ziman û nerazîbûn û bertekên tund nîşan dide tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Ev tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Ev rejîma ku îro xwe li Tirkiyeyê saz dike, hetanî berdewam bike belkî azadiya me hinekî dereng bikeve lê belê demokrasî nayê Tirkiyeyê jî. Wê çaxê bila gelê Tirkiyeyê jî Tirkiyeyeke demokratîk ji bîr bike. Ji ber vê yekê divê ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan her kes rol û misyona xwe bilîze û ew şert û merc bên avakirinê.
Hûn di vê gera xwe de bêhtir çi diaxivin. Mijara sereke çi ye? Daxwaza gel a sereke çi ye?
Mijara me ya yekemîn tecrîd e. Îro pirsgirêka gelê kurd, li Tirkiyeyê pirsgirêka herî girîng e. Hetanî ev pirsgirêk çareser nebe pirsgirêkên heyî jî dê çareser nabin, kûrtir bibin. Pirsgirêka gelê kurd wê çawa çareser bibe? Rê û rêbazên wî gelê me jî baş dizane, tevahiya gelên li Tirkiyeyê jî vê yekê baş dizanin. Yek muhatabê vê pirsgirêkê heye ew jî birêz Ocalan e. Ne tenê îro li bakurê Kurdistanê li Rojhilata Navîn û her çar parçeyên Kurdistanê jî yê ku bandor çêbike birêz Ocalan e. Mijara me ya duyemîn jî yekitiya neteweyî ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê leyîstokên dewletê hene. Planên xwe niha li başûrê Kurdistanê dimeşîne. Îro li Başûr PKK’ê ji xwe re wekî hincet nîşan didin. Li başûrê Kurdistanê gelê me bedelên pir giran daye. Gelek însanên me hatine qetilkirin. Bi Enfalê, dîsa li Helepçeyê bi destê Sedam gelek pêşmerge şehîd ketin. Gelek însanên me ji bakurê Kurdistanê çûn li hember rejîma Sedam li ber xwe dan. Gelek şehadet û gazî jî çêbûn. Ev ji bo çi bû? Ne ji bo serkeftin û azadiya partiyekê bû. Ji bo ku li ser axa xwe jiyaneke azad bê jiyîn ev berdêl hatin dayîn. Îro Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî sed qatî ji Sedam xerabtir in. Nêrîn û nêzikatiyên wan ên li hember gelê kurd sed qatî ji yên Sedam xirabtir in. Sedam li başûrê Kurdistanê zilm dikir, lê dewleta AKP-MHP’ê ne tenê li bakurê Kurdistanê li Başûr jî li Rojava jî êrîşên dagirkeriyê dike.
Ev sedsal sedsala gelê kurd e. Ji bo ku ev bibe sedsala gelê kurd divê kurd yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Ev rih û hişmendî jî heye. Ev hişmendiya çaxa ku Efrîn hat dagirkirin derket holê. Li Silêmanî û Hewlêrê gelê me Tirkiyeyê boykot kir. Ev seknek e. Tu xebat nehatibû meşandinê lê gel bi biryara xwe malên ku ji Tirkiyeyê dihatin Başûr nedistendin, boykot dikirin. Vê seknê divê em xurtir bikin. Dewleta tirk îro dixwaze di nav partiyan de dijberiyê pêş bixe, hêza gelê me parçe parçeyî bike û wan tune bike. Îro vê leyîstoka xwe li Başûr dide meşandin. Ji bo ku ev plan vala bên derxistin divê gelê me bi xwe înisiyatîfê bigire. Divê ev li benda partî û saziyekî jî neyê hiştin. Di vir de yê înisiyatifê hilde gelê me ye. Bi taybetî jî gelê me yê Başûr. Çimkî leyîstokên qirêj îro li Başûr xistine meriyetê.
Di van xebatan de astengiyên li pêş we çi ne. Di aliyê hiqûqî, siyasî û ewlehiyê de astengiyên çawa derdikevin pêş we?
Ev demek e dirêj e ku dewlet ji me re astengiyan derdixe. Nahêle ku em û gel herin cem hevûdu. Em biçin ku derê heta diçin gundan jî me dişopînin. Bi vê yekê dixwazin gel bitirsînin û em û gel ji hev qut bikin. Yanî gel bitirse û bi me re tu hevdîtinan pêk neyîne. Armanca wan ev e. Herî dawî li Colemêrgê gundên ku em diçûn jî dişopandin, dihatin digotin em ji bo ewlehiya we li vir in. Ev ne rast e. Vê jî encam negirt. Cihê ku em diçûn hevdîtinên me jî xurt derbas dibûn, gelê me jî ew dîtin, yanî dîtin ku çiqasî neçar mane, du sazî hatine (KCD û DBP û hevserokên wan) ewqas ditirsin ku hetanî gundan wan dişopînin. Armanc ev e, ev her tim jî hebûn. Di vê pêvajoyê de jî ev berdewam dike. Ew tirsa wan jî lewazbûna wan nîşan dide. Yanî hatina wan û nehatina wan ji xebatên me re tu astengî nabe. Hîn bêhtir xurtir dike.
Ji bo demên pêş xebat, plan û bernameyên we çi ne? Hûn ê xebatên bi çi rengî bimeşînin?
Em ê van xebatên xwe yên ku niha dimeşînin bidomînin. Hetanî ku em li hemû bajarên Kurdistanê bigerin. Li dijî faşîzmê em ê xwe birêxistin bikin. Her çiqasî bîr û baweriya me xurt be jî em çiqas fedakar bin jî ku em bê rêxistin bin em nikarin tu encamê bigirin. Ji ber vê yekê êrişên herî mezin jî li ser rêxistina me çêbûn. Divê em xwe di her milî de bi rêxistin bikin. Bajarên ku em neçûne zêde nemane. Em ê li wan bajaran jî bigerin û hevdîtinên xwe yên bi gel re bidomînin. Piştî vê em ê bernameyeke nû deynin pêşiya xwe. Min di serî de jî got hinek pêşniyarên gel jî hene, fikrên xwe jî bi me re parve kirin. Li gor wan pêşniyazan jî em ê wek KCD û DBP wan pêşniyazan têxin bernameya xwe û xebatên xwe bidomînin.