Li ser çareseriya pirsên siyasî yên Tirkiye û Kurdistanê nîqaş û nirxandin dewam dikin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo pêş dikeve rojeva esasî ye. Lê pêvajo xitimiye. Ev jî rastiyek e. Rêber Apo hîn jî di pergala Îmraliyê de tê ragirtin. Tevî ku ji egerên pêvajoyê ye û dixwaze bi gelek derdoran re hevdîtinê bike jî ev pêk nehat. Komisyona li meclisê hatî avakirin jî nakeve sûreta meselê û heta niha îradeyek nîşan nedaye. Tenê li sazî û derdorên cuda guhdar dike. Erê girîng e lê ev alîdora meseleyê ye. Heta ku komîsyon bi muxatabê esasî yê çareseriyê re rûnenê, lê guhdar neke, li gorî egerên pêvajoyê qanûnan amade neke wê erka xwe jî nikaribe pêk bîne.
Tevî vê, daxuyaniyên peyayên hikûmeta AKPê û serokê MHPê der barê Rojavayê Kurdistanê de tam fecaet bû. Hûn ê hem rabin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê behsa aştiya bi Kurdan re bikin û li aliyê din jî gef li Rojava bixwin. Ev nabe. Pêşiyan gotiye; ev ne fen be ev çi ben e. Eynî mesele ye. Rêber Apo ne carekî gelek caran ji bo Rojava gotiye; ew der xeta min a sor e. Rojava xeta sor a Kurdan hemûyan e. Rojava haveyna yekîtiya Kurdan hemûyan e. Rojava sembola berxwedana Kurdan û serketina Kurdan hemûyan e. Rojava şoreşa Kurdan hemûyan e.
Ma dewleta tirk û peyayên wê bi vê rastiyê nizanin. Helbest dizanin û lewma di ser Rojava re peyamên didin Rêber Apo, peyamê didin gelê kurd. Lê tişta ji bîr dikin ew e ku xeyalên wan ê li Rojhilata Navîn bibin hêzeke hegemon ji xeyaleke pûç wêde tiştek nîn e. Ew li ser hesabê xwe dibêjin; herêm tê dîzaynkirin em jî di vê dîzaynê de weke aktorekî çend parçe bi dest bixin. Lê li ser maseyê dewleta tirk aktorek nîn e û Tirkiye jî wê bikeve ber meqesa dîzaynê. Ne tenê nexşe, siyaset û civak, aborî û li ser navê jiyan û civakê çi hebe wê bikeve ber meqesa dîzaynê. Ya fêhm nakin yan jî naxwazin bibin ev e.
Îcar Rêber Apo bi bernameyeke herî maqûl dixwaze meseleya kurdan çareser bibe, bi civaka demokratîk, aştî û entegrasyonê ev pêvajo bi encam bibe. Heke nebe jî mînaka Xezayê da. Hêzên hegemon ên cîhanê ne tenê Xezayekî wê pêncî Xezayên din çêkin. Wê ev ji bo hemû gel û civakên li herêmê bibe xerabmaliya herî mezin. Tevî heqîqet ev e, gera li dora meselê û neketina sûretê meselê xetereyeke wisa bi êş û xwîn di zikê xwe de dihewîne. Helbet gavên ku komîsyon, dewlet û hikûmet bavêjin hene û gelek in. Lê ji vê girîngtir gelek gav hene ku civak bi xwe bavêje.
Rêber Apo ji bo jiyana nû nexşerêyek pêşkêşî hemû civakê kir. Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk. Em çiqas jiyana xwe li gorî vê manîfestoyê bixin ber lêpirsînê û li gorî jiyana nû tehkîm bikin, em ê ewqas jî bikaribin bi dewletê gav bidin avêtin. Em çiqas aştiyê dixwazin, em çiqas civaka demokratîk dixwazin, em çiqas bi azadiya Rêber Apo re azadiya xwe dixwazin, em çiqas perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin, ev hemû ji gotina erê zêdetir bi kirinên me ve eleqedar e. Di gotinê de erê lê di kirinê de sistbûn û nekirin nabe. Xetereya esasî ya derengmanê ev e.