5 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Navê wê îşkence ye

Li Êlihê ji 4’ê mijdarê heta niha 173 kes hatin binçavkirin û 18 kes hatin girtin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Parêzer Ahmet Şîray anî ziman ku polîs bi îşkenceyê welatiyan binçav dikin û dê der barê wan de li dozgeriyê gilî bikin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk di 4’ê mijdarê de qeayûm tayînî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê kirin. Ji roja kuqeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hatiye kirin heta niha bi deh hezaran gelê Êlihê li dijî qeyûm li kolanan bertek û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Êlihê didome. Polîsên ku fermanê ji Qeyûm/Walî digirin kî dikeve ber wan bi îşkenceyê binçav dikin. Li gorî daneyên hatin bidestxistin, ji 4’ê mijdarê heta niha di 5 rojên dawî de polîsan bi îşkenceyê 56 jê zarok 173 kes binçav kirin û 3 jê zarok 18 kes girtin. 28 kes jî hîna di bin çavan de ne. Di dîmenan de tê dîtin ku polîs çawa îşkenceyê li welatiyan dikin û dema wan binçav dikin li pey xwe bi erdê re kaş dikin. Dîsa di dîmenan de tê dîtin ku komek polîs li ser kesekî-ê kom dibin û bi îşkenceyê binçav dikin. Lê tevî hemû zextên polîsan û dewletê şer şev bi hezaran ciwan dadikevin qadan û li dijî qeyûm nerazibûnên xwe tînin ziman. Çalakiyên protestoyî yên ji 4’ê Mijdarê ve li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariya Êlihê hatin destpêkirin, didomin.

Ew îşkence ye

Têkildarî tundî û îşkenceya ku polîs li welatiyan dikin û nêzîkatiya walî ya li dijî gel, Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Prz. Ahmet Şîray bal kişand ser nêzîkatiya polîsan a di çalakiyên li dijî şermezarkirina qeyûm û wiha got: “Şeklê binçavkirina kesên 3 roj berê ji aliyê polîs û cendirmeyan ve hatin binçavkirin ji derb û muameleyên xerab zêdetir îşkence bû. Ew ne derb e. Tişta wê rojê li welatiyan hatin kirin îşkence bû. Mirov bi erdê re kaş kirin û binçavkirin.”

Deh polîs li ser kesekê-î kom bûn

Prz. Ahmet Şîray, destnîşan kir ku kesên ku di nava çalakiyan û ne di nava çalakiyan de binçavkirin û wiha axivî: “Kesên ne di nava çalakiyê de jî binçav kirin. Bi awayekî dijminantî ketin nava  gel û binçavkirin. 10 polîs li ser kesekî kom dibûn û bi pêhn û gulman li wan xistin û binçav kirin. Kesên ku tev li çalakiyan nebûn bi tundiyek wisa hişk binçavkirin. Lê dema em li binçavkirina kesên tev li çalakiyan binerin ew hîn dijwartir binçav kirin.”

Gel ji bo mafê xwe yê demokratîk û zagonî kom bûn

Hevserokê ÎHD’ê Ahmet Şîray, anî ziman ku gel li dijî biryara qeyûm a şaredariya Êlihê kom bûn û wiha berdewam kir: “Gel li pêş şaredariyê kom bûbûn. Biryara qeyûm hebû, lê ev biryar ji hevşaredaran û endamên Meclisa Şaredariyê re nehatiye ragihandin. Kesên li pêş şaredariyê kom bûn, kesên li vîna xwe û demokrasiyê xwedî derdikevin kom bûn. Kesên li vîna 31’ê Adarê deng avêtibûn xwedî derketin kom bûn. Kesên kom bûn dibêjin ev biryarek dijhiqûqî û dij demokratîk e. Dibêjin biryarek keyfî û siyasî ye û vê biryarê qebûl nakin. Ji ber vê yekê li pêş şaredariyê kom bûne. Kombûna gel a li pêş şaredariyê mafekî demokratîk û însanî ye. Li gorî Destûra Bingehîn jî tu astengî tune ye. Gel ji bo mafê xwe yê demokratîk û hiqûqî biparêze hatin kom bûn. Ji polîsên ku êrişî girseyê kirin, hinekan ji bo rewşê provoke bikin êrîş kirin, hinekan dema hevşaredaran  daxuyanî didan mertalên xwe li erdê dixistin û gel sor dikirin, hinekan dengê maşînê TOMA bilind kikirin û dengê anonsan bilind dikirin û gel provoke dikirin. Dengê wesatiyên xwe bilind dikirin û astengi derdixistin. Bi van astengiyan nehiştin gel mafê xwe yê demokratîk bikar bîne. Ev bi xwe îşkence ye.”

Hem qeyûm e hem walî ye

Hevserokê ÎHD’ê Ahmet Şîray, da zanîn ku yê wekî qeyûm tayînî Şaredariyê hatiye kirin Waliyê Êlihê ye. Lê yê li dijî çalakiyên gel biryaran dide dîsa Qeyûm/Walî bi xwe ye. Yanî dibêje ez hatime ser vî karî bi awayekî dijdemokratîk û dijhiqûqî ez hatime ser kar. Dibêje çalakiyên protestoyî yên li dijî min bên lidarxistin ez qedexe dikim. Ev tiştekî îronîk e. Ev rewş wekî dewletên bi dîktatoriyê bên birêvebirin, dibêje ezê biryarê bidim. Ezê pêşiya gel bibirim û divê kes dengê xwe jî li dijî vê biryarê neke. Roja ewil jî roja duyemîn jî êrîşî girseyê kirin. Li pêş kamera û endamên çapemeniyê bi  awayekî tûj êrîşî girseyê kirin û li welatiyan îşkence kirin. Der barê wan dîmenên derketin holê de me lêpirsîna îdarî da destpêkirin. Me hinekî lêkolîn kir, anîn ziman ku ji bo lêpirsînê 2 mufetîş şandine Êlihê. Lê divê der barê vê lêpirsînê de gel bê agahdarkirin. Eger lêpirsîn dabin destpêkirin, der barê vê îşkenceya ku bi delîl, dîmen û li pêş kameran hatibe kirin divê der barê wan kesan de karek hatibe kirin. 5 roj derbas bûn, lê hîn der barê wan kesên îşkence kirine de tu lêpirsîn hatiye kirin ne diyar e. Divê der barê vê mijarê de raya giştî agahdar bike. Eger lêpirsîn hatibe destpêkirin divê aşkere parve bikin.”

Li pişt kamerayan îşkence dikin

Hevserokê ÎHD’ê Prz. Ahmet Şîray, bibîr xist ku bi şevê ciwanan li kolanan binçav dikin an jî, di serdegirtina malan de binçav dikin, li pêş kamera û çapemeniyê tundiyê li wan nakin. Lê di bin çavan de îşkenceyê li ciwanan dikin. Dema em diçin bi wan kesan re diaxevin dibêjin ‘Di maşîneyên leşkerî de îşkence li me hatiye kirin’ û li pişt kamerayan îşkence li wan dikin.”

Ji bo rastî neyê dîtin dixwazin xebatkarên çapemeniyê birevînin

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Prz. Ahmet Şîray, bal kişand ser gef û îşkenceya li xebatkarên çapemeniyê hat kirin jî ev agahî dan “Em niha der barê wê dîmena ku xwestin xebatkarên çapemeniyê binçav bikin û birevînin daxuyaniya çapemeniyê amade dikin. Divê der barê xebatkarên çapemeniyê de destnedayîna wan hebe. Di rewşê wisa de divê dest nedin xebatkarên çapemeniyê. Ji ber ku xebatkarên çapemeniyê çavê wan bûyeran in. Xebatkarên çapemeniyê wê bûyerê bi raya giştî re parve dikin. Wê rastiyê parve dikin. Di 2 rojên pêşî û piştî wê, zext û zordariya li ser girseyê hat kirin, ji aliyê çapemeniyê ve bi raya giştî re hat parvekirin. Lê dema ev rastî bê parvekirin û îşkence bê dîtin dê li dijî vê dîmenê bertek derkevin holê. Ji bo ev rastî neyê dîtin bi vê nêzîkatiya li dijî çapemeniyê dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin û bitirsînin. Bi vê nêzîkatiya li dijî çapemeniyê dibêjin em ê çapemeniyê bêdeng bikin ku em karibin li gorî dilê xwe mudaxale bikin û tev bigerin.”

Îro kesek polîs be, parêzer û bijîşk be an jî rojnameger be, dema yê li hember ji bo te nas bike dema nasnameya te xwest, divê tu nasnameya xwe nîşanî wê-wî bide. Li gorî qanûnan jî dema polîs bixwaze welatiyekî binçav bike divê nasnameya xwe ya polîsiyê nîşan bide. Dema polîs bixwaze kes an kesan binçav bike, divê an sûc kiribe an jî divê biryara binçavkirinê hebe û vê biryarê nîşan bide. Lê li vir ne wisa ye. Rojnameger ji nûçeyê vedigerin. Ji kar û xebatên xwe vedigerin. Lê wan disekininin û dixwazin wan desteser bikin. Lê divê nikaribin wekî salên 90’î wan rawestînin û birevînin. Nikare wan bibe û winda bike. Eger kesek der barê wî-wê de biryara binçavkirinê tune be, divê nikaribe wî-wê binçav bike û birevîne.

Berê JÎTEM niha TÎT

Ahmet Şîray, bal kişand ser kesên ku li ser hesabê TÎT’ê gefan dixwîn û wiha lê zêde kir. “Piştî wê malperek li ser medya dijîtal ku navê wê Tugaya Întîkama Tirk (TÎT) daxuyaniyek hat dayîn. Di wê daxuyaniyê de gef hebûn. Ew hesabê ku daxuyanî da ne hesabekî fermî ye. Ne malperek dewletê an jî polîsan e. Divê dewlet hesab ji vê yekê biperse. Ev malpera ku ev daxuyanî da û gef xwar di destê kê de ye û kî vî hesabî bi rêve dibe? Divê rayedarên dewletê vê yekê zelal bikin û hesab ji wan bipirsin. Ev kesana di nava dewletê de xwedî rol û mîsyonek çawa ne? Divê dewlet vê yekê aşkere bike. Di salên 90’î de JÎTEM ku ne fermî bû hebûn, niha jî bi vî rengî gefan dixwin. Ev çi kes in? Di nava cendirmeyan ango polîsan de cih digirin an na? Divê zelal bikin. Divê lêpirsîna îdarî der barê wan de bidin destpêkirin û zelal bikin. Niha mixabin dîsa agahiyên qirêj li Êlihê tê belav kirin û îşkence tê kirin. Dibêjin vaye disa tevgerek wekî JÎTEM’ê belav dibe.”

Em ê dîmenên îşkenceyê kom bikin û gilî bikin

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Ahmet Şîray, herî dawî li ser xebatên ÎHD’ê yên li dijî van îşkenceyan jî agahî dan û got: “Di 4’ê Mijdarê de piştî qeyûm tayîn kirin û êrîşî girseyê kirin em wekî rêveberên ÎHD’ê kom bûn û me civînek li dar xist. Me di vê civînê de komîsyonên xwe diyar kirin. Bi taybetî komîsyona hiqûqê û komîsyona ku bûyeran bişopîne me diyar kir. Di wan bûyeran de agahiyan kom dikin. Delîlan kom dikin. Da ku em karibin der barê rewşê de raporekê amade bikin. Niha hevalên me tev li qadê dixebitin, Agahiyan kom dikin çavdêriyan dikin. Hevalên me yên parêzer, bi kesên li wan îşkence hatiye kirin bi wan re hevdîtina dikin û agahiyan kom dikin. Hevalên me yên din jî li qadê li ser binpêkirina mafan agahî û delîlan kom dikin. Di rojên pêş de em wekî ÎHD’yê der barê qeyûman de raporekê amade bikin û bi raya giştî re parve bikin. Ya duyemîn jî em ê hemû dîmen û wêneyên di nava rojên dawî de derketine holê û dewlet li hemberî wan ker û lal dibîne tevan kom bikin û der barê wan kesên ku îşkence kirine de li dozgeriyê gilî bikin. Em niha wekî ÎHD li qadê ne û rewşê dişopînin.”