Şerê di navbera Elî û Mûawiye de berdewam dike!
Rojekê ji kufeyê, ji aligirên Elî zilamek li lokê xwe yê nêr siwar dibe, ji bo kirîn û firotinê berê xwe dide Şamê.
Dema dikeve nava bajêr, zilamek ji aligirên Mûawiye, tê pêşiya wî û bi hevserê lokê wî digirê û dibêje; “Ev arwanê ya min e!..”
Zilam ê aligirê Elî matmayî dimîne, li dora xwe dinêre, eman hawar, ev ne arwanê ye, ev lokê nêr e û bi salan e li cem min e. Ji bo Xwedê, ev zilm e.
Lê zilam ê ji Şamê yê alîgirê Mûawiye ji ya xwe danayê û bi israr dibêje: “Ev deve ya min e û mê ye, yanî arwanê ye!”
Piştî şer û pevçûna di navbera wan de hevdu dibin cem qadî.
Xwediyê deve dibêje: “Qadî efendî. Bi salan e ev deve li cem min e û deveyê min nêr e, lokê deh salî ye. niha ev zilam hatiye dibêje ev deveya min e û mê ye. De ka bêje ezbenî ev deve lok e yan jî arwanê ye?”
Qadî li çavê zilam ê xwediyê deveyê dinêre û li zilamê din ê zordar dinêre, lê ji tirsa Mûawiye newêre rastiyê bibêje.
Tev bi hev re diçin cem Mûawiye.
Mûawiye bi deh hezaran mirov li dora xwe civandiye û bi dengekî bilind dibêje:
-Eeeeyyy ahalîîî. Ev deveya mê, mê ye yan na?
Cemaet tev bi hev re diqîre û dibêje:
– Erêêêêê ezbenî mê ye.
Dîsa berê xwe dide cemaetê û diqîre:
– Eyyyy ahalî. Ev deve ya zilamê ji Şamê ye ne wisa?
– Erêêêêê, ezbenî. Deve mê ye û ya zilamê ji Şamê ye.
Piştre dizîvire ser xwediyê deveyê û bi dengekî nizm, wiha dibêje:
-Eslinde ez jî û tu jî û tevahî vê cemaetê jî dizanin ev deve lok e, nêr e û yê te ye!
Niha here ji Elî re bêje li dora min bi hezaran mirovên ku lok û arwanê ji hev ferq nakim hene û ez çi bêjim ew e. Lewre bila Elî li wê gorê nigê xwe bavêje.
Belê xwînerên ezîz, em niha jî dema Elî û Mûawiye dijîn.
Lê mezinên me gotine:
– Dinya dem e, geh petêx e û geh lem e û zilm çiqasî dewam bike rojekê wê biqede.