Ji bo parastina rehetiya erdnîgariyê gelek zagon hene. Û bi gelemperî, jiyan bi xwe zagonên têkildar destnîşan dike. Êdî ne veşartî ye ku cîhan bi fermana vê sedsalê careke din rastî êrîşên pir û cur bi cur tê. Diyar e, ku kartên hevpar in.
Tiştê ku tenê pêkenok ew e, ku nivîskarên vê tevliheviyê ewqas di derewên xwe de matmayî û tevlihev bûne ku her tişt tevlihev kirine. Wextê we tune ku hûn çavan biçirînin û hûn bi rastiyeke cuda re rû bi rû ne.
Dinya kirine lûleya lastîkî û ji her alî ve dikişînin. Di vê qonaxê de, miletên ku êş kişandine dîsa êşê dikişînin. Li her alî bişkokan dixin û her tiştî bi erdê re dikin yek. Ev destpêka epilogê vedibêje. Ji bo veşêrin kiryarên xwe yên misantropîk (neyartiya mirovan) gelek gotegotên pêkenok û ne rast belav dikin. Gel bi bihayê canê xwe ji bo jiyanê şer dikin.
Jixwe her tişt ewqas zelal e, ku nêzîkatiyên erênî jî gumanbar xuya dikin. Ji aliyekê ve radigihînin ku ji bo vekirina deriyan mifteyên xwe pêşkêş dikin û di heman demê de van deriyan bi hesinî digirin.
Dem hatiye ku ji bo pirsgirêkan çareseriyan pêşniyar bikin. Wekî din tu gef namîne. Ev ax û zevî bi xwîna bi hezaran qurbaniyên bêguneh hatin xemilandin. Şehîdên din jî tev li vê karwanê bûn û bîranîna wan zindî kirin. Dan zanîn, ku gelên xwedî dîrokeke hezar salî ji ser rûyê dinyayê nayên tunekirin.
Mîratgirên wan jixwe li cihekî din in. Bi hezaran qehreman ji zikê gelên êşdar çêbûn. Alîgirên vê rastiyê niha bi milyonan in. Daxwaza parastina neteweyî adil e. Dar çiqas pîr dibe, rehên wê jî kûrtir dibin. Ewqas şax. Kok çiqas bişikê jî dê çiqilên nû derxîne. Dîrok çiqasî kevntir bibe, çand jî dewlemendtir dibe. Her kêliyê rewş diguhere û garantî tune.
Ji bo ku rastiyê veşêrin, daxuyaniyên nezelal didin. Wext hatiye. Êdî bi rêbazên berê nikarin bijîn. Rêbazên kevn ewqas pêşbînîkirî ne. Mirov ji çîrokan bêzar bûne. Çînên ku çareseriyê nadin êdî nikarin baweriyê ava bikin. Êrîşên berdewam nikarin tu pirsgirêkê çareser bikin. Ew tenê wan kûr dikin. Helbet qedera mirovên bêguneh xem nake.
Di vê çaryeka xala dawî de, divê mirov bi hişyarî dadbar bike û nekeve ceribandinên nehewce. Kesên serî vala ketin meydanê. Divê hûn ji van xetereyan dûr bisekinin.
Li dor ramaneke rast bibin yek û nehêlin, ku ew nifşê aiberojê berevajî bikin. Îro çarenûsa siberoja cîhana me tê biryardan. Berpirsiyarê vê yekê her yek ji me ye. Pêwîst e ku di nav guran de her şêr bimînin. Ew dema ku me perçiqandin û parçekirin ji xwe re qeder didît derbas bû.
Em gelek dewlemend in, ji ber ku gelekî kevn in. Ev rastî şewq dide her derê, ji bo wê jî gelek kes kor dibin ji wê şewqê. Ji ber ku em ji pêşketinan re ewqas vekirî ne, êdî paşketin ne malê me ye. Ji bo wê jî derdorên paşketî li pişt me dimînin. Em ewqas zane ne, ku yên nezan matmayî dimînin. Me bi rûmet û îradeya xwe ve bêrûmetî binpê kiriye.
Ev diteqe di mêjiyê hinekan de. Em ên artêşeke ku di jiyanê de avabûnê çêdikin in. Ev keda salan e, ku êdî nayê înkarkirin. An wê rastiya me bipejirînin an jî wê bipejirînin. Êdî rastiyeke din nîn e. Ev êdî nayê înkarkirin. Ev mîrateya têkoşîna salan e. Pêşengên ku bûn sembola aştiyê ev dan diyarkirin û hîştin, ku em bigîjin vê astê.
Yan dê bi me re bimeşin, yan jî dê nemeşin. Em bûne, em hene û em ê hebin!