12 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ev çiya bêxwedî nabin !

Aslan Aslan

Zêdetirî heftekê li qadên gerîla mam. Ne telefon hebû, ne jî înternet. Hayê me ji kesî tinebû, hayê kesî jî ji me tinebû. Di bin şikeftekê de em bi koma gerîla re bûn. Sohbetên dûr û dirêj çêbûn

28ê Hezîrana 2025an ji Parîsê li balafirê siwar bûm û berê min li Urdunê bû. Ez ne tenê bûm. Em komek rojnamevan ji bo ku biçin başûrê Kurdistanê me dabû rê. Balafira me wê di ser Urdunê re çûba Silêmanî. Dema ku balafir ji Parîsê rabû û berê xwe da rojhilata navîn, min hîs kir ku bê xebatek çawa girîng li pêşiya me heye. Em ji bo şopandina merasîma gerîlayên PKKê diçûn başûr. Lewma me fêm kir ku em jî dibin parçeyek ji wê dîrokê.

PKK çawa ku li rojhilata navîn bû sedema guherînên mezin, niha jî bi heman rengî guherînek din dike. Ji bo vê yekê jî berê her kesî li rojhilata navîn bû ango navenda vê guherînê jî Kurdistan bû.

Derengê şevê em ji Urdunê li balafira Silêmanî siwar bûn û di ser Tirkiyê re derbas bûn. Herî dawî sala 2006an bû ku ji wî welatî derketim û careke din nema lê vegeriyam. Ango wê dewletê ew welat li me qedexe kir. Digotin an hez bike an jî biterikîne. Dibe ku min jê hez nekiribe, lê min nedixwest biterikînim. Lê tenê firîna di ser wî welatî re dibû para me. Jixwe ku me karîbûya çûba Tirkiyê, wê hatiba fêmkirin ku ev pirsgirêka sedê salan jî çareser bibûya. Wekî me deh hezaran hene ku nikarin biçin welat. Sedema wê jî siyasî ye. Dîsa ji ber vê sedemê ye ku deh hezaran berê xwe dane çiyayên Kurdistanê

Berê sibê em gihan Silêmanî. Em ji balafirxaneyê derketin û hewayeke germ li derve hebû. Derdora balafirgehê çiyayî bû û roj li ber derketinê bû. Êdî rojên me yên germ dest pê dikirin. Pêvajoyek germ li pêşiya me bû.

Çend rojan li nava bajêr geriyam û car caran jî beşdarî televizyonan dibûm. Her rojê min rapor amade dikirin û pêşkêş dikirin. Roj bi roj eşkere dibû ku wê komek gerîla were wî bajarî û bi merasîmekê çekên xwe bişewitîne. Me jî bihîst ku wê komek ji bîst gerîlayan were. Lê rojek beriya merasîmê ev hejmar derxistin sîh kesî. Lê beriya merasîmê jî wê banga Rêber Apo hatibûya. Ew bang jî dereng mabû. Yanî ji bo weşandina dîmen derengî çêbû. Lê di esasê xwe de ew bang di 21’ê Hezîranê de gihabû rayedarên tevgera azadiyê. Lê dewleta Tirk nedixwest ev dîmen li çapemeniyê were belavkirin. Ji bo vê yekê jî astengî derdixistin. Lê ji bo merasîma gerîla jî ew bang pêwist bû. Lewma dewleta tirk qebûl kir.

Di 9ê Tîrmehê de ew banga dîrokî ya Rêber Apo li çapemeniyê belav bû. Piştî 26 salan deng û dîmenê Rêberê milyonan hat dîtin. Ev yek bi tena serê xwe rojeveke girîng bû. Ji bo vê bangê jî li Silêmanî hevdîtin û hevpeyvînên min çêbûn. Çavdêrên siyasî û şîrovekaran ew bang şopandin û nêrînên xwe parvekirin. Mihemed Emîn Pêncwînî rewşenbîrek dîrokî ye û wî digot; Rêber Apo çeka demokrasiyê derxistiye pêş. Yanî her kesî wateyek dida wê bangê.

Piştî banga Rêber Apo jî em komek rojnamevan derbasî navçeya Silêmanî Dukanê bûn. Wê merasîma gerîla jî piştî bi rojekê pêk hatiba. Ji Ewrûpa heta Amerîka gelek rojnamevan û parlementer li Dukanê bûn. Ji ber ku merasîm jî wê li nêzî wê derê bûya. Lê cihê wê nehatibû diyarkirin. Çapemeniya tirkan her roj derew dikirin û digotin wê merasîm li Ranya pêk were. Lê yek gotineke tirkan rast derneket.

Wê bibûya sibe û merasîma dîrokî ya gerîla pêk hatiba. Otela ku em lê diman heyecanek mezin lê hebû. Xewa kesî nedihat. Her kesî meraq dikir ku wê merasîm çawa be. Bû sibe û pêşiya otelê tije rojnamevan bûn. Piraniya wan jî çapemeniya tirkan bû. Bi saetan weşanên zindî dikirin û hewl didan vê merasîma çek şewitandinê wekî serketina dewletê nîşan bidin. Saet dehê sibê em ji otelê derketin û bi wesayîtên protokolê çûn cihê merasîmê.

Tevlîbûna merasîma gerîla bi sînor bû. Tenê qismek rojnamevan hatibûn hiştin. Seranserê rê bi kamerayan tije bû û her kesî weşanên zindî dikir. Ji çapemeniya Ewrûpa û Erebî heta gelek ajansên navnetewî li wê derê bûn. Lê destûr nehat dayîn ku li cihê merasîmê kamera û telefon hebin. Her wiha xetên înternet û telefonan jî hatibûn birîn. Devera merasîmê jî cihekî dîrokî bû. Ew der şikefta Casenê bû. Deverek dîrokî bû û xwedî wate bû. Tesadufî hatibû hilbijartin, lê li gorî rihê merasîmê bû.

Ji bo merasîma gerîla ji bakurê Kurdistanê, ji Şengal û Mexmûrê jî bi sedan kes hatibûn. Diviyabû saet 11an merasîm dest pê bikira, lê ji ber hin sedemên teknîkî bîst deqe derengî ket. Dema ku saet bû 11 û 20 deqe, li ser girê Casenê Besê Hozat xuya kir. Piştre jî koma gerîla da pey wê bi xwe jêr de berdan. Li pêşiya wê heybeta gerîlayan her kes rabûn ser piyan û li çepikan dan. Her wiha dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” li wî çiyayê deng vedida. Komîteya amadekar hişyarî dabû ku kes dirûşmeyan nebêje, lê ma kî guh bide wê hişyariyê. Koma gerîla li cihê daxuyaniya çapemeniyê bi cih bû û daxuyaniya xwe ji çapemeniyê re xwend. Piştre jî çekên xwe şewitandin û dîsa berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Dema ku hilkişiyan jî bi çepik û dirûşmeyan hatin oxirkirin.

Di wê kêliyê de jî atmosforeke giran hebû. Çek hatin şewitandin û agirê wan çekan venemirî. Kêliyên hestiyar bûn û dayikên aştiyê bi girî bûn. Wan jî dixwest ku zarokên wan van rojan bibînin. Yanî êdî bi dawî dibû gelo ? Bi vî rengî her kes ket nava fikar û xeyalan. Ew kêlî ji bo her kesî wateyek cûda bû. Rayedarên dewleta tirk û rojnamevanên jî li wê derê bûn û li gorî wan mesele cûda bû. Jixwe çawa ku vegeriyan Tirkiyê dest bi derewan kirin. Yanî li gorî wan tinekirina çekan çareseriya meselê ye. Lê meseleya çekan ango têkoşîna çekdarî ji sala 1984an û şûnde heye, lê beriya wê jî înkara kurdan hebû. Jixwe derketina PKKê jî bi vê yekê bû.

Merasîma gerîla ya li Casenê girîng bû û firsendek dîrokî dide dewleta Tirk. Lê eger vê firsendê jî bi kar neynin, wê demê wê li seranserê cîhanê teşhîr bibin.

PKKê bi têkoşîna dewleta tirk anî ser maseyê. Şerê deh salên dawî mînaka vê yekê ye. Dewletê di nava deh salên dawî de çi kir û nekir nekarî PKKê tine bike. Ewqas çekên kîmyewî, gazên jahrê û sîlehên qedexe bi kar anîn, lê dîsa jî nekarî tine bike. Dawiya dawî neçar ma ku biçe cem Rêber Apo. PKKê jî li gorî bangên Rêber Apo tevgeriya û gavên girîng avêtin. PKKê li girê Casenê nîşan da ku hêzekî çiqas mezin e. Lewma jî gelek rayedarên dewletan anîn wê derê û nîşanî wan da ku çiqas xwedî biryar û bandor e.

Piştî têkoşîna çekdarî ya 41 salan cara pêşî bû ku biryarek bi vî rengî dihat dayîn. Di nava aloziya rojhilata navîn de PKKê biryara dawîkirina têkoşîna çekdarî da û ev pêngaveke girîng bû. Gelek kesan wate nedanê, lê di siberojê de wê bêtir were fêmkirin. PKKê û Rêbertiya wê bi vê pêngavê re gelek dewlet û hêz xistin nava guherînên mezin. Hişt ku hevsengî werin guhertin.

Piştî merasîma gerîla bi rojekê jî em û komek rojnamevan derbasî çiyayê Kurdistanê bûn. Em êdî li herêmên parastinê yên Medya bûn. Ew der jî di bin kontrola gerîlayan de bû. Me gerîla dîtin û wan jî em naskirin. Xêrhatina me kirin û bi vî rengî derbas bûn. Berê jî her tim min digot çiyayên azad ên Kurdistanê. Birastî jî em li çiyayên azad ên Kurdistanê bûn. Min ferq dikir û hîs dikir ku li wê derê azad im. Yanî ne dewlet lê hebû û ne jî zilma desthilatdaran. Gerîlayan jiyanek azad ji xwe re ava kirine û ji bo parastina xaka welat jî şer dikin.

Li wan çiyayên azad me xwest ku bi koma gerîla ya hatibû girê Casenê re hevdîtin bikin. Lê çênedibû. Piştre hat gotin ku ez ê karibim bi hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik re hevdîtinê bikim. Danê sibê zû bû û Cemîl Bayik hat şikefta ku ez lê dimam. Beriya bernameyê bi saetan me sohbet kir. Piştre jî em derbasî cihê studyoya bernameyê bûn. Ez û Cemîl Bayik li miqabilî hev rûniştin û me dest bi bernameyê kir. Zêdetirî deh pirsên min hebûn û min jê kirin. Nêzî saetek û nîvê bername çêbû. Piştî wê banga dîrokî ya Rêber Apo û merasîma gerîlayan cara pêşî bû ku Cemîl Bayik diaxivî. Ez gelekî bi şens bûm ku ji min re diaxivî. Her kesî helwesta KCKê ya derbarê pêvajoyê de meraq dikir. Piraniya pirsên van meraqan di bersivên wî de hebûn. Ez bi xwe jî gelekî heyecan bûm. Di dema bernameyê de jî min car caran xwe ji bîr dikir û digot gelo ev xeyal e an jî rastî ye. Wekî ku min ji televizyonê lê temaşe dikir hîs dikir.

Zêdetirî heftekê li qadên gerîla mam. Ne telefon hebû, ne jî înternet. Hayê me ji kesî tinebû, hayê kesî jî ji me tinebû. Di bin şikeftekê de em bi koma gerîla re bûn. Sohbetên dûr û dirêj çêbûn. Em bê telefon û bê înternet çiqasî rehet bûn. Eger telefon hebûna wê sohbet tine bûna. Lê em dûrî teknîkê bûn û dilê me nêzîkî hev bû. Hevalê Şiyar Dersim ji wê koma gerîla bû ku hatibû girê Casenê û çeka xwe şewitandibû. Wî digot; min sîleha NATO şewitand. Bi vî rengî bersiv dabû NATO û hevalbendên wê. Jixwe Cemîl Bayik jî di bernameyê de digot; NATO, Amerîka û Ewrûpa xwe çekdar dikin, em jî bi şewitandina çekan bersivê didin wan.

Her gerîlayek li wî çiyayî xwedî çîrokekê bû. Tişta girîng jî li ber qiraxa mirinê bûn, lê dîsa jî ne xema wan bû. Bi mirinê re rûbirû bûn û xwe jê nedidan alî. Yanî bi mirinê re dijiyan. Dema ku şehadetek çêdibû, digotin çima ne ez im. Bi vî rengî fedekariya wan lehengan hebû. Li bin şikeftekê û dûrî her derî bûn, lê di esasê xwe de ew li her derê bûn. Ew li serê her girî û li her malê bûn. PKKê bi vî rengî dîrokek û efsaneyek afirand. Dibe ku dawî li têkoşîna çekdarî anîbin, lê dev ji şoreşgeriya xwe bernedane. Ew her û her şoreşger in. Têkoşîna çekdarî tenê ji bo parastinê bû. Jixwe dema ku ez li wê derê bûm, min di destê wan de çek nedît. Lê dîsa jî ew balafirên keşfê ji ser wan çiyayan qut nedibûn. Li hin deveran jî êrişên bi balafiran çêdibûn.

Şevekê em derketin rê û her der tarî bû. Li ser serê me stêrkan şewq dida. Em û çend gerîla dan pey hev û diçûn deverekê. Şev bêdeng bû û reştarî bû. Gelo kê dizanîbû em li van çiyayan dimeşin? Dema dimeşiyam û min digot; gelo çiqas gerîla di ser çiyayan re meşiyan e û çiqasê wan şehîd bûne. Van çiyayan gelek leheng dîtin û wê ev çiya beyî wan çawa bikin.

Her gerîlayek bibû parçeyek ji wan çiyayan. Eger roj were û şer biqede, wê çawa ji van çiyayan qut bibin. Ji ber ku pergala jiyaneke azad ava kirine. Dema ku min li wan çiyayan dinêrî û wiha digot; Ev çiya beyî gerîla nabe. Ango bêxwedî nabe.

Zêdetirî hefteyekê li wan çiyayan mam û careke din li Silêmanî vegeriyam. Vegera min a ji çiyê zor û zahmet bû. Em hînî wan çiyayan û hînî wan hevalan bibûn. Wê çawa li bajêr sebra me hatiba gelo. Em hînî jiyanek bê telefon û bê înternet bibûn. Dema ku di rê de bûm û erebeya me ji wan çiyayan dadiket min bêriya wan dikir. Min digot a niha vê saetê çayê vedixwin û sohbet dikin. Jixwe tişta herî xweş jî ew sohbetên dûr û dirêj bûn.

Piştî bi çend saetan em gihan Silêmanî û ji bo vegera Ewrûpayê ketim nava amadekariyan. Lê beriya wê min telefona xwe vekir û dît ku bi sedan peyam hatine û ewqas kesan jî li min geriyaye. Her kesî meraq dikir ez li ku mame û ez ê kengî vegerim. Lê ji ber ku bernameya min a bi Cemîl Bayik re di televizyonê de hate weşandin, gelek kesan dîtibû û êdî dizanîbûn ez çûme çiyê. Beriya ku ez biçim ji ber ewlekariyê min agahî neda ti kesî.

Li sûka Silêmanî digeriyam û rojên min ên dawî bûn. Lê min ferq dikir ku ez ê bêriya vî bajarî jî bikim. Bi her awayî Kurdistan xweş bû û vegera li Ewrûpayê ez ditirsandim. Min dizanîbû ez ê dîsa li wê jiyana monoton vegerim. Lê li Kurdistanê her tişt xwezayî û ji dil bû. Li her derê civat hebû û mirov jê têr nedibû. Lê êdî ez gihabûm taliya vê çîrokê. Nêzî mehekê li wê derê mam û bûm şahidê wan kêliyên dîrokî. Her tişt ji bo min nû bû. Min gelek dost û heval nas kirin û ya esasî li welat bûm. Axa welat, bêhna wê û germa wê jî xweş bû. Bi hêviya ku careke din em hev bibînin…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê