4 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ev çi hêz e tu gîhandiyî vê astê?

Endama KNKê Şoreş Elî Mayî anî ziman ku dema ew biçe Îmraliyê dixwaze pirsa “Ev çi vîn û hêz e tu gihandiyî vê rade û astê? Bipirsim.

Endama KNKê Şoreş Elî Mayî anî ziman ku dema ew biçe Îmraliyê dixwaze pirsa “Ev çi vîn û hêz e tu gihandiyî vê rade û astê? bipirse. Endama KNKê Şoreş Elî Mayî der barê kampanyaya “Ez jî dixwazim biçim Rêber Abdullah Ocalan bibînim” axivî û got: “Ez her kampanya, çalakî, xebat û têkoşîneke ku ji bo azadiya Rêber Ocalan tê kirin pir girîng dibînim. Çalakî çiqas girseyî û meşên mezin bin dê ew qas encam bistinin.”

Li Ewropayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan gelek çalakî, meş û mîtîng hatin lidarxistin. Yek ji van çalakiyan, mîtînga li bajarê Kolnê bû. Niha jî kampanyaya “Ez dixwazim biçim Rêber Abdullah Ocalan bibînim” hatiye destpêkirin. Gelek kes eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê didin.

Endama KNKê Şoreş Elî Mayî têkildarî kampanyayê hestên xwe parve kir û got: “Me îsal li Kolnê meşa mezin li dar xist. Bû mînak. Kampanyaya nobetê ku ji 2012yan li Strasborgê ji aliyê jin û mêrekî ve (Hevjînên hev) dest pê kir, heta niha didome. Gelek çalakî pêk hatin. Niha jî kampanyaya bi navê “Ez jî dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bikim” dest pê kiriye. Hemû kampanya girîng in. Ev jî girigin e. Li aliyekî em ji Rêberê xwe re dibêjin ‘Tu herdem di bîra me de yî.” Em dibêjinê ‘Em dixwazin te bi awayekî fizîkî azad bikin.”

‘Ev çi vîn û hêz e tu gîhandiyî vê radeyê?

Şoreş Elî Mayî ser daxwaza xwe ya çûyîna Îmraliyê û pirsa ku bike jî axivî û got: “Belê ez jî dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim. Ez daxwaz û hevî dikim ku wî li derveyî zindanê, li ser axa Kurdistanê û welatê azad bibînim û pêre hevdîtinê bikim. Lê mixabin serok girtî ye. Hîn derfeta azadiya fizîkî nedane wî. Lê dîsa di zîndanê de jî li dûrgeha Îmraliyê jî dîdar û hevdîtin ji bo min armanc û hêviyeke mezin e. Di vê hevdîtinê de dixwazim bêjimê ev 26 sal in ku di bin şert û mercên herî dijwar ên zindanê de li dijî pergala hov li berxwe didî. Tu dinivîsî teoriyeke nû û paradaymaya jiyana azad diafrînî. Xwe nûjen dikî û ji me re jî dibî îlhama ku em hişiyar bin û li xwe vegerin û xwe ava bikin. Pirsa min ev e: Ev çi îrade ye, çi hêz e ku tu gihandiyî vê radeya berxwedan û hêzê?”

‘Zanyar û fîlozok bi salan di zindanê de ye’ 

Şoreş Elî Mayî serlêdanên hatine kirin jî nirxand û wiha berdewam kir: “Ez her kampanya, çalakî, xebat û têkoşina ku ji bo azadiya Rêber Ocalan tê kirin pir girîng dibînim. Niha jî çalakiyên girseyî û meşên mezin yên ku me îsal li Kolnê pêk anî girîng bûn. Em dibêjin ‘Em dixwazin tu bi awayekî fizîkî azad bibî. Ji ber ku tu nirxê gelê meyî. Pêdiviya me bi te heye. Ji bo ku tu karibî rêbertiya vî gelî bikî û yekêtiya netewî pêk bînî divê tu li derveyî zindanê bî. Li aliyê din em bang li raya giştî ya cîhanê û navdewletî dikin. Em dibêjîn mirovek, însanek, feylesof û zanyarek ew qas sal in di zindanê de ye. Ji ber ku wî hemû zanîn û ilma xwe ji bo hest, êş û azar û bindestiya gelê xwe pêşkêşî gel kiriye. Di heman demê de kariye sedemên van hemû azaran destnîşan bike, ku bindestî û zordarî ye. Rêber Apo ne tenê hest bi êş û azarên gelê Kurd kiriye. Ew hest bi bindestiya gelan û tevaya mirovatiyê kiriye û dike. Di zindanê de temenek derbas kir. Êdî mafê wî yê herî rewa û mirovî ye ku li derveyî zindanê bi awayekî fizîkî azad bijî.”

Şoreş Elî Mayî anî ziman ku ev kampanyaya di serê salê de bi inisiyatîfa hinek dostên Kurdan hate avakirin û wiha bi dawî kir: “Ev têkoşîn hêviyê dide. Ez jî weke jineke Kurd dibînim ku erka min e ez dengê xwe bilind bikim.  Erka min e ku ez piştgiriyeke xurt bidim vê kampanyayê.”