Esnafên Kuçeya Hunerê ya Amedê ku li Semta Ofîsê ne, bi daxuyaniya çapemeniyê bihabûna ceyranê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de dovîzên ku fatûreyên ceyranê protesto dikin hatin hildan. Gelek esnaf û endamên Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran a Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Serokê Komeleya Kuçeya Hunerê Umît Umdu axivî û ew heyîrî mane ku wê çawa fatûreyên xwe razînin û êdî ew nizanin wê çi bikin gelo dê fatûreyên xwe an jî kirêyên xwe razînin. Umdu got ev batûreyên biha li ser pişta esnafan bûne bar û nikarin razînin. Umdu diyar kir ku esnaf dawiya her mehê dikevin nava hesabê dê çawa deynên xwe bidin û xwe xelas bikin. Umdu destnîşan kir ku ew dixwazin zemên hatine kirin paş ve bên kişandin û deynên ceyranê yê esnafan werin betalkirin. Umdu anî ziman ku ji bo ew dengê xwe ragihînin wê sê rojan li Kuçeya Hunerê saet di 19.00’an de 5 deqîqeyan çalakiya lembe tefandinê û pêxistina findan li dar bixin.
Piştî daxuyaniyê esnafan sobeyên ceyranê danîn erdê û bihabûna fatûreyan şermezar kirin.