23 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Esmera deşta Mêrdînê

Cîhan ne tenê şahidî li Şoreşa Rojava kir; şoreş ji dil bi hemû kêliyên wê ve jiya. Ji êrişên li ser pergala demokrasiya ku xwe dispêre azadiya jinan tê avakirin heta avakirina komunekê, serdana mizgeft û vêxistina mûmekê li dêreke xiristiyanan… Cîhanê ev kêlî tev ji dil dijiya, hez dikir û parve dikirin.

Esmera deşta Mêrdînê a ku bi Şoreşa Rojava re kêlî bi kêlî meşiya û şoreş ji dil jiya. Salek berê bû, 19ê kanûna 2024an, lê mîna demjimêrek tenê di ser kêliya bihîstina bûyerê re derbas bûbe ku dilê bi sedan dayik û xwişkên hevrêya me Cîhan Bîlgînê şewitî. Cîhan a ji bakurê Kurdistanê dest bi rojnamgeriyê kir, li Rojava bi belgekirina şoreşê ji êrişan heta avakirinê dîrokek tijî li pey xwe hişt. Cîhan ne tenê şahidî li Şoreşa Rojava kir; şoreş ji dil bi hemû kêliyên wê ve jiya. Ji êrişên li ser pergala demokrasiya ku xwe dispêre azadiya jinan tê avakirin heta avakirina komunekê, serdana mizgeft û vêxistina mûmekê li dêreke xiristiyanan… Cîhanê ev kêlî tev ji dil dijiya, hez dikir û parve dikirin. Ne tenê ji hêla jin û gelê kurd ve dihat hezkirin, li Rojava dayikên ermen, suryan, aşûr û ereb jî Cîhan wekî keça xwe didît. Cihê ku Cîhan lê bû kombûyîn hebû, parvekirina geşedanên dawî û agahdarkirina malbatan wek erka xwe didît. Ne tenê li paş kamerayê li pêş kamerayê û di nav malbatan de jî rojnamegerî dikir û agahî rast digihand xwendevan û malbatan.

Rojnamegerek bi xusletên parêzerekê

Cîhan ne tenê bi nûçeyan tundiya li dijî jinan belge dikir, lê di serdana malbatan de jî gava ku hevjîn an jî kur tundiya devkî li dayika xwe dikir, Cîhan yekser destwerdana rewşê dikir û ew dayik diparast û xwedî helwest bû. Her çiqas Cîhan rojnamger bû lê bi xusletên parêzerekê tevdigeriya û ev di meş û gotinên wê de pir diyar bû. Derûniya her kesê/î analîz dikir û li gorî wê danûstandin dikirin, bi wê başiya xwe dikarîbû mirovên li dora xwe biguherîne. Mîna derûnnasekê bi kenê xwe jiyan diherikand, mîna çemekî zanebûna wê her diherikî. Hem miroveke baş bû û hem jî dilpola bû.

Şehadeta wê bandor li giştî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Her çiqas dewleta tirk a dagirker wê qetilkiribe jî lê belê xwedîderketina neteweyan jê re ew qeyd û bend û sînor derbas kirin û giyanê wê her dan û didin jiyîn. Cîhan bîra rojnamger û gelên Rojava ye, ev bîr her zindî ye û nayê jibîrkirin. Ji ber ku Cîhan xwe nedida jibîrkirin, rûniştinek wê dîsa bandora xwe demdirêj li ser mirov dihişt. Şopa wê li her gund, bajar, kolan û taxek li Rojava bi bîranîn û kenê wê tijî û zindî ye. Em li ku dimeşin, bîranînên me û kenê me bi hev re hen ku di kêliyên herî zor de me parve dikirin.

Hevrêya me xwedî pêşbîniyên pir bi hêz bû. Beriya ku bûyerek biqewimiya wê ji kûr ve hîs dikir, amadekarî ji ragihandina wê ji raya giştî re dikir. Di hevdîtinên me yên dawî de pir bi kelecan bû, bi dilekî tijî hêvî xebat dida meşandin. Hêza xwe ji dîtina xewnên Rêber Apo û ji agahiyên ku êdî wê hevdîtin pê re bihata çêkirin, digirt. Hêvî, kelecan û moralek ne normal dijiya û bi derdora xwe re jî par ve dikir. Ji ber mijara wê ya sereke hem di jiyanê de û hem jî di xebata xwe de azadiya fizîkî a Rêber Apo bû. Ji gotinên wê yên dawî “Agahiyên xweş hene’’.

Hestên Aştî û Civaka Demokratîk

Xwezî îro Cîhan hebûya û agahiyên ku ji Rêber Abdullah Ocalan tên bihîstiba; xwezî wê ev kêlî bijiya. Ger em rastir bêjin wê wiha be: Cîhan beriya ku were hedefgirtin hestên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji dil dijiya. Baweriya wê bi Rêbertiyê hebû ku wê bi rewşenbîriya xwe kurdan ji komkujî û qirkirinan xilas bike. Digot, niha erê êrişên dijwar hene lê sibehên ronak li benda me ne. Lê xwezî îro ew jî hebûya ku di nav sala jê bar kirî de çiqas bûyer hatin jiyîn û mizgînî hatin bihîstin. Xwezî ewqas agahî û wêneyê Rêber Apo ku bi salan bi hesreta wê çav li rê ma, bidîta û bibihîsta. Xwezî kêliyên dîrokî bijiya. Bi hesreta dîtinê çû. Hemû kêfxweşiyên tên jiyîn bêyî wê kêm in.

Cîhan mîrateyek e ji me re, hezkirineke xwe ya bêdawî di dilê her jinekê de çand, kenê xwe di bîra her dayikekê de hişt, nûçe û dosyeyên çêkirî çîrok û dîroka Şoreşa Rojava bi gelek netewe û aliyên Kurdistan û Rojhilata Navîn da xwendin û guhdarîkirin. Paşperdeya bûyeran analîz û belge dikir. Wiha bû her di nav lêkolînan de bû, koka pergala ku li dijî gel û neteweyan qirkirin û komkujiyan pêk tîne wê teşhîr dikir. Koka bûyerê derdixist û kujer bi cîhanê dida nasîn. Ne tenê êrişên li dijî kurdan li dijî ermen û suryanan jî belge dikirin. Kujerê gelan yek bû û Cîhan xwest wî kujerî bi belgeyan bide nasîn.

Nehiştin cara dawî wê hilm bike

Kujerên wê nehiştin darbesta wê derbasî bakurê Kurdistanê bibe, da ku dayika wê cara dawî piştî dûrketina 8 salan wê bêhn bike, hembêz bike, destê xwe careke din di ser porê wê yê reş û dirêj re bibe û bigire hilm bike. Dagirkeriya tirk nehişt darbesta wê derbasî bakurê welêt bibe û dayika wê cara dawî wê bibîne û aliyek din jî hevrêyên wê û gelê xwedî lê derdiket xistin girtîgehê û ceza li wan birî.

Cîhan navdar bû lê tirk?

Lê dagirkeriya tirk bi bin ket, ji ber xwedîderketina li Cîhan Bîlgînê ji terora wî mezintir bû. Cîhan bêhtir hat nasîn û bi dehan Cîhan ên li ser şopa wê ne, Cîhanên nû çavên xwe li dinyayê vedikin wê hebin, lê dewleta tirk? Kîn û hêrsa li hember dagirkeriyê xurtir bû, bêhtir hat zanîn ku zeyîftiyên dagirkeriyê çi ne û di kur de ye û em ê çawa bikaribin hovîtî û terora wê zêdetir aşkera bikin.

Ji rêya xwe neqetiya

Cîhan a ku her rastî gefên dagirkeriya tirk dihat, ji rêya xwe û refê xwe neqetiya û dest ji meşa ber bi heqîqetê ve berneda. Şehadeta wê jî vê yekê piştrast dike. Hemû hewldanên dagirkeriya tirk a gefxwarina li ser jiyana wê têk çûn. Cîhan mezintir bû, çîroka Cîhanê ji her kesî re tê gotin, bi hezaran kes Cîhan nas kir û îro zarokên nû tên dinyayê jî navê wê radikin. Îro gelek Cîhanên din hene li pey heqîqetê dibezin û li ser şopa Cîhan Bîlgînê ne ku ew bû şopdara Gurbertellî Ersozê.

Para wê di şoreşê de heye

Rojek min xeyal nedikir wê Cîhan biçe û ez ê bimînim û li ser şehadeta wê binivîsim û qala wê bikim. Şehadeta wê biêş e lê em ji rêya wê neqetiyan û naqetin. Rêya Cîhanê rêya me ye, kamereya wê hîn çîrokên şervanan û jinan belge dike û şoreşê dide nasîn. Para Cîhanê di Şoreşa Rojava de heye. Cîhan bû parçeyek ji Şoreşa ku her dem digot, ‘Ev Şoreş heq dike mirov nirx bidê’ û di nivîsandina dîroka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Cîhan xwedî parek mezin e.