Bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên bajarê Til Hemîsê li pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Til Hemîsê kom bûn. Rûpsiyan bi daxuyaniyekê êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser Dêrazorê şermezar kirin.
Berdevkê Meclisa Qebîleya Tey Heyal El Xiweyîr daxuyanî xwend
Heyal El Xiweyîr diyar kir ku gelê Sûriyeyê di pêvajoya aloziyê de komploger û planên wan ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kirine. El Xiweyîr destnîşan kir ku armanca hêzên komploger têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyên wê de ye.
El Xiweyîr bal kişand ser planên hikumeta Şamê û wiha domand: “Armanca sereke ya hikumeta Şamê senaryoya DAIŞ’ê vegerîne, fitneyê di navbera eşîrên ereb ên li rojhilatê Firatê de derxe û şer di navbera gelê Sûriyeyê de çêke.”
El Xiweyîr got dê mil bi mil li hemberî planên têkbirina ewlehiya herêmê bisekinin û bang li tevahî eşîrên ereb ên li rojhilatê Firatê kir ku “bi lîstok û fitneyên ku rêxistinên terorîst hewl didin derxin, nexapin.”