Serfermandarê Artêşa Somaliyê Odawa Yûsûf, bi daxuyaniyekê ragihand ku li paytexta welat Mogadişûyê li dijî wargeke perwerdeya leşkerî êrîşeke bombeyî pêk hatiye. Yûsûf, da zanîn ku di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne.
Êrîşê Rêxistina Eş-Şebabê girt ser xwe.
Wargeha ku teqîn li dijî wê pêk hat nêzî baregeha leşkerên tirk e.