8 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ertûşî û pînyanişiya xaniya

İhsan Colemêrgi

Va salên şûnde herî zêde gengeşe li ser xaniya dihat kirin. Bê guman ev gengeşe hin siyasetmedarên herêmê bona berjewendiyên xwe yên siyasî dabûn destpê kirin

Kevneşopiyek a desthelatdariyên kurdan heye. Hemû demên dîrokê de kom civakên dibin rayedariya xwe bi lewnê konfederasyonên eşîrî yên du alî ve dane bi rê ve birin. Komên eşîreta herî zêde bi wî lewnî hêsanî dihatin rêvebirîn. Mirov wê rêz û ristê çaxê pêşiyê di nav rêveberiyê xanedana Bîaniya (Ûrartûyiya) de jî dibîne. Çaxên paşê dewletên kedxwer ên herêmê dibin desthilatdariya xwe de girtî jî, ev kevneşopî li gorî berjewendiyên xwe yên serdemê, bi hin guherîna ve dane domandin. Bi taybet mîrekên kurdan ên herêmê jî bi wî lewnê rêveberiya civakê ya du alî dilxweş bûn. Mînak: Eşîretên Hekaryan binavê “BASK A RAST, BASK A ÇEP” yên dibin desthilatdariya mîrekên Cizîrê jî bi navê “BOTAN – HACÎ BEYRAN” hatibûn cudakirin. Heman rewş di nav rayedariya hemû mîrekên kurdan de dihat dîtin.

Min romana xwe ya bi navê Zeynel Beg ê de cih daye sazkirina baska rast, baska çep, a ku herêmê de karesatên mezin bi gel dayî jiyandin. Mîrekên Hekaryan ne tenê eşîretên kurdan, eşîretên asûriya yên îsayî û herêmê de berfireh, hejmara wan zêde jî, dinav baska rast û baska çep de dabûn cihkirin. Mînak: Bazî û tiyarî baska çep, tixûbî û cêloyî jî baska rast bûn. Tekoşîn û pevçûna de bazî û tiyariya di nav sefên ertûşiyan baska çep, tixûbî û cîloyî jî hevalbendên Pinyanişiyên baska rast bûn. Her waha civaka XANIYAN a wê serdemê pergala eşîrtiyê didan domandin jî, di nav baska çep de cih digirt.

Va salên şûnde herî zêde gengeşe li ser xaniya dihat kirin. Bê guman ev gengeşe hin siyasetmedarên herêmê bona berjewendiyên xwe yên siyasî dabûn destpê kirin. Nav û dengê fîlozofê kurd EHMEDÊ XANÎ jî dibû sedem ku, Xaniya di nav kîjan baskê de cih girtine. Lê ew ji baskbaskanê zêdetirîn, ertûşî û pinyanişîtiya xaniyan digeriyan. Pêşiyê ez vê rastiyê bînim ziman ku baska rast û baska çep, ertûşîtî û pinyanişîtî tiştên cuda ne. Ew komên dinav baska rast û baska çep de cih girtî, ne hemû pinyanişî an jî ertûşîne. Min jorî nimûne a eşîretên asûriya bona ku wê rastiyê bînim ziman nîşan da. Pêkvegirêdanên xwînê û dinav baskekê de cih girtin tiştên cuda ne. Baskbaskanê wekî hevalbendî û hevkariyek siyasî, saziyek a wê serdemê ye.

Dîroknasê mîrên Hekaryan yê sedsala 17’an de jiyayî Temerxanê Yazîcî jî berhema xwe “Mîrname ya Hekariya” de cih daye cudatî û cihgirtina Xaniya, ya di nav ertûşî û pinyanişiyên baska rast û baska çep pêk anî. Beyîtên xwe de gotiye “Xanî û pinyanişî,” an jî “Xanî û ertûşî.” Negotiye xaniyên ertûşî, yan jî xaniyên pinyanişî. Hin beyîtên xwe de gelek cih daye Cemaleddînê Xanî. Yê ku di nav rayedariya mîrên cuda cuda de erkên girîng standî. Li gorî agehdariyên dîroknivîs Temerxanê Yazîcî, karê wî mezinê xaniyan di asta wezîr de bûye.

“Wezîr Cemaleddîn wekî şêrê çiyan

Hate pêş wan amade bû li meydan

Cemaleddîn kurê Şah Weled wekî şêr

Ku ji cenga dijminan qet nedibû têr.

Dîsa xwazgîniyên Ehya Begê de, Mîrê Cizîrê Şerefxan Begê de, Mîrê Cizîrê Şerefxan Beg, protokolê de beriya mezinên eşîretên din, cih dide mezinê Xanî û Kakanî ya. Ewa li kêleka xwe de dide bicihkirin.

“Mezinê’d Hekaryan vexwendin

Bi îkram û hurmet li ba xwe rûniştandin.

Cemaleddînê Şahweled û li gel Mûrad

Di nêzîkê xwe de bo herduyan cih danand.

Mezinên din jî hemû bi cihên bala

Dane rûniştandin bi sed merheba.

Temerxan, berhema xwe hin beşên din de jî qala girîngiya malbata Xaniya kiriye. Tişta herî balkêş, wekî me jorî de jî anî ziman, mijar ertûşîtî û pinyanişîtiya Xaniya ye. Mîr Îmadeddîn dema diçe ser Kelata Nêrwe, çekdarên xwe li gorî pergala baska rast, baska çep cihbecih dikit. Li wê cihkirinê de jî bi lewnekî vekirî xuya dibit ku çekdarên Xaniya dinav yekîneyên ertûşiyên baska çep û aliyê mîr yê çepê de cih girtine.

“Ji pinyanişiyan û silehiyan sîpah

Dane aliyê rastê wekî çiyayê Siyah

Li gel wan jî tixûbî û cêloyiyan

Ji ber şerî kemerên xwe girêdan

Aliyê çepê ertûşiyan bûbû sed

Lêwînî û tiyariyan jî bê edeb

Dema Xanî û Bazî dane gel wan

Pêkve bone xweşmêrên dujminşkan

Tam nîveka wan cihê newwab bû

Li gel kesên navdar û kumzirî bû

Di nav va rêzikên Temerxanê Yazîcî, yên ku 350 salan beriya roja me hatî nivîsandin de jî xuya dibit ku, ertûşî xanî, bazî, lêwînî, tiyarî baska çep, pinyanişî tixûbî, cêloyî û silehî jî baska rast bûne.

Ji ber ku mijara xebata min bi giranahî dîroka herêma Hekaryane, herî zêde ev pirse ji min dihat kirin: “Xanî Ertûşîne, an jî Pinyanişîne?” Ew kesên peşmergeyên pergala eşîretiyê dikirin, ji bersivên min têr nedibûn. Bona wê min xwest bersiva wan, dîroknasê mîrên Hekaryan yê 350 salan beriya rojame jiyayî Temerxanê Yazîcî bidit. Bona wê min ev gotar bi çend rêzika ve reşkir. Lê ez wê dîtinê de me ku, hin şovalyeyên eşîra ji Temerxanê Yazîcî jî bawer nakin. Ji ber ku têgihiştina eşîretiyê ya ji derveyî çaxê me, mêjiyê wan dagir kiriye û ew dîl girtine.