Serokê Rûmetê yê HDPê Ertûgrûl Kurkçu ji ANFê re axivî û anî ziman ku desthilatdarî ji aliyekî ve bi rêya hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hewl dide sînyalên erênî bide, li aliyê din jî bi operasyonên li hemberî CHPê jî hewl dide rejîma otorîter ji nû ve bi cih bike.
Ertûgrûl Kurkçu rîskên operasyonên berfireh ên li ser CHPê yên li dijî lihevkirina civakî û siyaseta demokratîk nirxand û got, “Ev yek rîskeke kujer e. Rejîm bi aqlê kurdan re qumarê dilîze. Ji aliyekî ve li tevahiya Tirkiyeyê rejîmeke nû ya otorîter-totalîter ava dike, li aliyê din jî ji wan dixwaze ku baweriya xwe bi jiyaneke di nava civakeke aram û azad a di bin serweriya wan de bîne.
Ev yek bi gotina herî sivik, dibe sedem ku kurd ji rasteqîniya diyalogê fikar û gumanan bikin. Kurd dibînin ku tişta bi serê wan de hat, dixwazin bi serê CHPê de jî bînin û wan bikin parçeyek ji vê rojevê. Fikara ku fedakariya ji bo aştiyê tê kirin, bi kêrî rejîma zordar tê girseyên mezin ji siyasetê dûr dixîne.”
Ertûgrûl Kurkçu operasyona ku bi navê Lihevkirina Bajêr li dijî muxalefeta bingehîn hate kirin, bi vî rengî nirxand: “Di îdîanameyê de ku êrîşa dadgeriyê ya li ser şaredariyên CHPê bi rêya wê têne kirin, bi vî rengî dibêje, teoriya formula lihevkirina bajêr ji aliyê rêveberiya rêxistina terorê ve hatiye kirin, formuleke welê ye ku di nava sîstema xweseriya demokratîk de li hin qadan dikare bê bicihanîn, di çarçoveya plansaziya tevlikirina li rêveberiyên xwecihî yên li bajarên rojhilat hatiye avakirin û navê Lihevkirina Bajêr lê hatiye kirin.
Bi kurtasî di demeke welê de ku serokkomar û hevkarê wê yê biçûk bang li lîderiya PKKê dikin ku çekan dîne û rêxistinê belav bike, yanî tişta ku jê re teror dibêjin di bin çavdêriya rejîmê de ji aliyê hiqûqî û pratîkî ve ji holê tê rakirin, heman dewlet bi destê celadê seyar rêveberiyên xwecihî yên kurdan ên li bakurê Kurdistanê û tevlibûna kurdan li rêveberiyên xwecihî yên li bajarên rojavayî krîmînalîze dike.”
Ertûgrûl Kurkçu anî ziman ku beriya hilbijartinên 2028an ji bo atmosfera tifaqeke gengaz a demokratîk a navbera DEM Partî û CHPê ji holê bê rakirin, piştevaniya pirrengî ya li nava gelê li metropolan têk bibe, êrîşeke bi vî rengî hatiye kirin û got, “Li piştperdeya vê êrîşê ew armanc heye ku dixwazin nîşan bidin, dema muxalefet, kurd û bingeha CHPê xwe nêzî hev bikin, wê bişewitin.”
Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir ku hîn jî derfetê herî esasî afirandina tifaqa demokratîk e û got, “Armanca Tifaqa Demokratîk ku di kongreya 2020î ya HDPê de hate formulekirin, bi esasî forumulasyona rola pêşengiyê ya Kurdan di nava muxalefeta civakî de ye.
Ertûgrûl Kurkçu pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a nû ya siyasî û têkildarî vê yekê pratîka hikûmetê ya li ser avakirina zemîna hiqûqî û demokratîk nirxand û got: “Xuya ye dewlet û desthilatdarî careke din bi zemîna hiqûqî û demokratîk nikare ji îmtihanê derbas bibe, wê derbas nebe. Mijare vedigere serî. Her civak, her înîsiyatîf, her camîa wê li cihê lê ye zemîna hiqûqî û demokratîk ava bike.”