Peydabûn, pêşketin, erk û fonksiyona çalakiyên zimanî ji destpêkê ve bûye mijara lêkolînan û bala fîlozofan û fikirdaran kişandiye. Arîsto digot armanca ziman ew e ku tiştekî yan fikrekê bi zelalî rave bike. Di vê çalakiyê de, derbirîna tiştên nava hişî esas e. Jixwe heta ku fikir di nava hişî de bimîne û dernekeve derve, nikare çalak jî bibe. Çalakiya yekem a fikrê, derbirîna wê ye. A ku divê bala me bikişîne, gelo mirov kîjan zimanî bi kar tîne û wî zimanî jî çawa bi kar tîne.
Pirsgirêka zimanî ew e ku di rêya derbirîna ramana hişî de gelo şiyana wî çendî derfetê dide ku wê ramana hişî weke xwe bide; gelo çiqasî sadiqî ramana resen a jêderkê ye. Lewre, herçî raman e, di hişê mirov de bi peyvan û bi hevokan ava nabe. Raman di nava hişî de ne weke wêneyan e jî; şiklê ramanê nîn e, peyvên wê jî nîn in, lê raman weke alaveke nexuyayî heye. Bi tenê gava ku mirov dixwaze wê ramanê rave bike, hingê hê nû şiklek jê re ava dibe.
Heger rewş ev be, gelo mirov çawa dikare bibêje ku ziman, di pêvajoya derbirînê de, wê ramanê naguherîne? Ji ber wê ye ku divê mirov bibêje ziman bi temamî nikare ramanê rave bike lê ziman baştirîn rê ye ku di destê mirov de ji bo derbirîna ramanê tê bikaranîn. Yanî, ziman bi tenê hewldanek e, hewldaneke neçar e û hêza wî jî ne gelekî zêde ye. Divê neyê jibîrkirin: Çalakiya derbirîna hişî, ne bi tenê axavtin an bikaranîna peyvan e. Heger wiha bûya, diviya me bigota zimanê lawiran tuneye. Lê, hê di nîvê sedsala 19’an de, lêkolîneran destnîşan kiriye ku zimanekî mozan jî heye. Zimannasan dîtiye ku moz bi vîzevîza xwe û bi şiklê firîna xwe ve cihê xwarinê ji hevdu re dibêjin.
Hingê, her tişt ziman e. Pisporên analîst, êdî bawer dikin ku ziman li gorî stratejiyên mirovî dikare biguhere. Herçî raman e ku dibe peyama axêvêr, divê bi rêyine din ve jî were wergirtin. Her tevgera me xwedan wateyekê ye, her niherîna me, hêrs û xem û tirs û şiklên rûyê me, hemû jî şiklekî derbirîna ramana hişî ne. Zimanê axavtinê, xwe bi tevger û jestan jî xurtir dike, da ku bikare peyama xwe ragihîne kesên hember. Lewre, peyv bi tena serê xwe têra derbirîna ramana hişî nake. Ji bo vê jî qodinan bi kar tîne ku ji aliyê kesên hemberî wî jî dikarin bêne fahmkirin. Yanî, ziman lihevkirinek e, peymaneke civakî ye û ji bo bersiva wê pêdiviya mirovî peyda bûye. Pêdiviya axavtinê û derbirîna ramana hişê xwe, derbirîna helwesta xwe ya li ser tiştên jiyanê.
Her ziman li ser sîstemeke cuda hatiye avakirin ku serboriya her peyva zimanî jî li gorî xwe hêja ye ku mirov bala xwe bidiyê. Ziman tişta dîtî bi nav dike, lê di vê binavkirinê de ya diyarker hişmendiya axêveran e. Pênaseya civakî ya ji bo her rewşa nû, bi vî awayî dikeve nava zimên jî.
Axêverên zimanekî, gava ku tiştekî yan rewşeke nû dibînin, bi awayekî xwezayî navekî li cem xwe lê dikin. Ev binavkirin li gorî perwerdehiya civakî û li gorî peyvên heyî yên nêzîkî wê rewşê ne ku hemû jî helwesta civakî nîşan didin. Hingê, ziman li ser hişmendiya civakî hatiye avakirin. Ji ber wê ye ku gava ku mirov li ser binavkirinên zimanî bixebite, mirov dikare tavilê nas bike ka gelo axêverên wê civakê li ser filan an bêvan mijarê xwedan çi helwestê ne. Her mirov, her civak şopa hişmendiya xwe li ser zimanî dihêle. Peyvek, qalibek, biwêjek, metaforek hingê dibe şopa ku mirovan li pey xwe hiştiye. Heger rewş ev be, gava ku mirov li ser zimanê civakekê lêkolînan bike, mirov dikare dîroka zimanê wî, dîroka guherînên jiyan û hişmendiya wî jî bibîne.
Lêkolînên li ser zimanê aborjînên Awustralyayê nîşan daye ku hin zimanên van niştecihên Awustralyayê derdora 300 peyvan tenê nas dikin. Di jiyana wan de, bajar tuneye, bazirganiyeke arkaîk heye, çalakiyên wan yên jiyanî li ser peydakirina xwarinê ye.
Li ser zimanan gelek efsane hene ku di nava xelkê de digerin. Behsa zimanê dewlemend û zimanê qels tên kirin. Lê zimanê qels û zimanê dewlemend tuneye. Axêverên wî zimanî çi bijîn zimanê wan jî li gorî wê pêş dikeve. Ziman dikarin bandorê li hevdu bikin, peyvên xwe biguherin, li gorî rewşên nû, baweriyên nû yan îdeolojiyan, ziman jî xwe adapte dike û diguhere.
Li gorî têkiliyên zimanan an cudahî û şibandinên nava wan, zimannasan ziman di nava malbatên cuda de dabeş kirine, lê ev fikra malbatên zimanan, bi tenê li ser wê hîpotezê hatiye avakirin ku ew koma zimanan ji heman bingehî tên. Zimannasan îro nîşan daye ku ew ne fikreke gelekî maqûl û qaneker e.
Ziman di nava hev de û bi hev re dijîn. Her civat jî zimanê xwe her diguherîne, adapteyî jiyana xwe û têkiliyên xwe û helwest û bîr û baweriyên xwe dike. Ji ber wê ye ku van sîh salên dawîn peyvên mîna “rojbaş, şevbaş, dembaş” ji bo silavan tên bikaranîn ku di metnên kevn de şopa wan tuneye, lê berhemên jiyana modern in û her wiha şopên helwesteke îdeolojîk jî vedihewînin.
Lê, ziman her çendî dijîn û diguherin, her wiha dimirin jî. Bi rewşên dema modern, bi penaberiyê, bi koçberiyê, bi şeran, bi dagîrkirin û asîmîlasyonê jiyana mirovahiyê her wiha dîtiye ku gelek ziman ji holê rabûne..
Niha li ser rûyê cîhanê nêzî 6.500 ziman hene. Hin ji van zimanan, tenê ji aliyê çend sed kesan ve têne axavtin, weke hin zimanên aborjînên awustralyayî, lê hin ziman jî mîna ingilîzî û fransî û erebî yan spanyolî li cîhanê belav bûne. Bazirganî, kolonîzasyon û dîplomasî û carna jî bawermendî û oldarî peywendiyên van zimanan ava dikin. Heta dawiya sedsala 21’ê, zimannas bawer dikin ku piraniya van zimanan dê wenda bibin, mîna bi hezaran zimanên ku îro kes bi wan napeyive, mîna latînî ku zimanê rewşenbîrî û fîlozofiyê bû, lê îro zimanekî mirî ye, mîna sansikrîtî û pehlewî ku zimanên mezin yên desthilatdariyan bûn, lê îro zimanên mirî ne. Mirovahiyê, gelek tişt ava kirin, lê gelek tişt kuştin jî. Mirina zimanan hingê wendabûna parçeyekî bîra mirovahiyê ye. Civaka ku zimanê xwe ji bîr dike jî hingê dibe civakeke bêbîr, bêdîrok, bêçand, û bêjiyan; lewre hemû jiyana wî di nava zimanê wî de ye.
Erka ziman û têkiliya hiş û zimên