Partiyên siyasî yên kurdan, saziyên civakî û pêşengên civakê ji bo çareserkirina pirgirêka kurd li Amedê kom bûn û Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk avakirin.
Em der barê armanca însiyatîfê û pêvajoya siyasî de bi hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigitê re axivîn.
Gulcan Kaçmaz Sayyigitê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta ku encama hişmendiya mêrperest e û wiha got: “Hişmediya heyî gel, bawerî, pêkhateyên etnîkî û civakî bi kûrahî ji hev qetand û ew li hemberê hev kirin dijmin. Têkoşîna ku sed sal in gelê Kurd dide jî ji bo ji holê rakirina vê rewşê û avakirina civaka demokratîk e. Kurdistan bi pêkhateyên xwe wek mozaîkekî ye. Parastina vê mozaîkê jî bi avakirina civaka demokratîk pêkan e. Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk jî bi vê armancê hat avakirin. Em hewl didin bi vê însiyatîfê pirsgirêka kurd bi awayekî dadmend, wekhev çareser bikin û herwiha Tirkiyeyê bikin welatekî demokratîk. Daxuyaniyên birêz Abdullah Ocalan û xebatên ku tên meşandin hêviyên çareseriyê xurt dikin.”
Gulcan Kaçmaz Sayyigit di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Civaka demokratîk bi rêxistinbûnê pêkan e. Ev pêvajoya dîrokî erk dide hemû pêkhateyên civakê. Ji ber vê yekê divê herkes têbikoşe. Divê em di zanebûna girîngiya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Birêz Abdullah Ocalan de bin. Em piştgirî didin vê banga zelal. Wek ku me got em rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di hevdîtin û rêxistinbûnê de dibînin. Ji bo vê jî xebatên me berdewam dikin. Tecrubeyên ku me ji vê têkoşînê derxistine hene. Ev tecrube rê nîşanê me didin. Em bawer dikin ku Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji bo Bakur û hersê beşên din yên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dê xebatên aştî, wekhevî û azadiyê bimeşîne.”
‘Jin pêşengiyê dikin’
Gulcan Kaçmaz Sayyigit di axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a di nav xebatan de û wiha axivî: “Wek tê zanîn li cihekî ku şer hebe herî zêde dilê jinan disoje û barê giran dikeve ser milên jin û zarokan e. Di şerê ku bi salane li welatê me dihat meşandin de herî zêde êşa wê jinan dikişand. Ji ber vê yekê jin ji bo çareseriyeke mayînde û aştiyeke bi rûmet her tim pêşengî kirine û di vê pêvajoyê de jî dê pêşengiyê bikin. Em ê hewl dibin bi pêşengiya jinan xwe bigihînin hemû malan û deng, reng û felsefeya jinan di nav vê rêxistinê de xurt bikin. Di nav însiyatîfê de 160 kesayet û nûnerên 140 partiyên siyasî û saziyên civakî cih digirin. Em dixwazin hejmara jinan a di nav Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de zêde bibe. Ji ber vê yekê jinên ku aştî û wekheviya gelê kurd dixwazin bila werin tev li me bibin. ”
Gulcan Kaçmaz Sayyigit berxwedana ku bi salan e li ser axa Kurdistanê tê dayîn bi bîr xist û wiha pê de çû: “Wek tê zanîn demeke dirêj e li ser vê axê berxwedan berdewam dike û ya ku em her tim tînin ziman ew e ku divê pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane were çareserkirin. Mixabin tim li pêşiya vê daxwazê astengî, polîtîkayên înkar û tunehesibandinê hatin meşandin. Kurd hatin kuştin. Hewl dan me li ser axa me tune bikin. Li ser axa me zimanê me, çanda me û nasnameya me hat hedefgirtin. Lê belê li dijî van êrîşan berxwedana herî mezin jî hat meşandin.”
Gulcan Kaçmaz Sayyigit ji bo pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiriye ev tişt anî ziman: “Îro dema em berê xwe didin pêvajoya ji 1ê cotmehê heta îro li Tirkiyeyê rûpeleke nû vebûye. Dema Birêz Ocalan di sala 1999an de bi komployeke navdewletî dîl hat girtin û ew birin Girava Îmraliyê jî got ku divê pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin. Tevî ku 27 sal in di bin tecrîdeke giran de ye jî îro dîsa heman tiştî dibêje. Wek tê zanîn PKKê di 5-7ê gulanê de kongreya xwe pêk anî û encama wê bi raya giştî re parve kir.”
‘Em berpirsiyariyên xwe dizanin’
Gulcan Kaçmaz Sayyigit di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê baş bê zanîn ku piştî xwefesixkirina PKKê barekî mezin dikeve ser milê gel û siyasetmedaran. Îro wek siyasetmedar em baş dizanin ku erka me ya sereke xebatên ji bo azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan e. Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û hiqûqî were çareserkirin. Em ê xebatên xwe li ser vî esasî bimeşînin û ji bo civaka demokratîk ava bikin divê em xebatên dê çi bikin û xwe çawa birêxistin bikin bimeşînin. Em berpirsiyariyên xwe dizanin lê ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka me ye. Ji ber vê yekê divê muxalefet û desthilatdarî jî xwe berpirsiyar bibîne. Di vê mijarê de erka mezin jî ya parlementoyê ye. Divê parlemento di demeke nêz de komîsyonekî ava bike û xebat li ser vê komîsyonê bên meşandin. Êdî dîrok ji nû ve tê nivîsandin û ji bo pêşerojê rûpeleke zêrîn hatiye vekirin. Divê di vê mijarê de herkes berpirsiyariya xwe bizanibe û li gor wê tevbigere. “