12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erka herî exlaqî xwedîderketina li girtiyan e

Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran, bi minasebeta hefteya mafên mirovan li ser rewşa girtî û girtîgehan agahî dan û wiha got: “Dijminê kurdan ê sondxwarî faşîzma AKP-MHP’ê li dijî kurdan şerê topyekûn daye destpekirin. Konsepta şer a bêsinc ewil li Îmraliyê pêş xist û piştre li hemû girtîgehan da berbelavkirin. Rêxistinên neteweyî û navneteweyî li şûna ku li dijî vî şerê bêwicdan û bêsinc bertekên xwe bînin ziman, helwestek polîtîk nîşan didin û dengê xwe nakin.”

Baran, destnîşan kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê şewba Covît-19’ê dike hinceta binpêkirinên li girtîgehan û wiha axivî: “Hikûmet di bin navê tedbîrên şewba Covid-19’ê de, li dijî girtiyan û bi taybetî li dijî girtiyên nexweş wekî amûr û mertal bikar tîne. Girtiyên nexweş ê rewşa wan giran serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) didin. Lê ATK li dijî zanistê biryaran didin û berdana girtiyan asteng dikin.”

Li girtîgeha Îmraliyê çi dibe?

Baran, bal kişand ser rewşa Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û wiha lê zêde kir: “Li girtîgeha Îmraliyê çi dibe û çi nabe em nizanin. Ji geşedanên li girtîgehên din em dizanin ku rewşa Girtîgeha Îmraliyê ji yên din xerabtir e. Di hefteya mafên mirovan de cenazeyên 3’ê girtiyan ji girtîgehan derketin. Ev şerê bêsinc nîşanî me dide. Aşkera xuya dike ku dê vê polîtîkayê li ser girtîgehan zêdetir bike.”

Divê 200 girtî bi lez bên berdan

Baran, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha berdewam kir: “Niha divê bi lez 200 girtiyên nexweş ku rewşa wan giran e bên berdan. Di nava wan de 50 girtî nexweşên pir giran in. Ligel ku divê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bên berdan jî bi raporên ATK’ê nayên berdan. Dewlet bi vê polîtîkayê dixwaze vîna girtiyên li girtîgehan bişikîne. Niha li gorî daneyên di destê me de 100 girtî divê bêne berdan. Lê nayên berdan.”

Divê em rexneyan li xwe bikin

Baran, li ser xebatên ji bo girtî û girtîgehan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Em bi qasî hêz û derfetên xwe hewl didin ku bi girtiyên nexweş û înfaza wan şewitîne re eleqeder bibin. Di aliyê hiqûqî de bi rêya komeleyên girêdayî federasyona me, em bi girtî û malbatên girtiyan re di nava têkiyan de ne. Em di serî de bi OHD’ê û platformên hiqûqê yên hevpar, li dijî binpêkirina mafên mirovan, hewl didin raya giştî têxin nav liv û tevgerê. Em van binpêkirinên mafan dikin rapor û bi rêya çapemenî, panel û amûrên din di qada neteweyî û navneteweyî de hişyariyê çêdikin. Bi taybetî di hefteyeke dawî de 3’ê girtiyan jiyana xwe ji dest da. Ev ji bo me mijara rexnedayinê ye. Ev nîşan dide ku xebat kêm e. Divê em bêtir xebatê bilind bikin.

Konsepta şerê nû didome

Baran, li ser pirsa “Çima cenaze ji girtîgehan derdikevin?” jî rawestiya û wiha got: “Cenazeyên ku ji girtîgehan derdikevin nîşan dide ku dê konsepta şerê nû li ser girtîgehan bimeşe. Di serî de CPT, hemû rêxistinên civakî û demokratîk ên neteweyî û navneteweyî divê li dijî van zextan dengê xwe bilind bikin û zextan li hikûmetê bikin. Divê zextan li hikûmetê bikin ku dawî li van qetlîaman bîne. Çalakiya malbatên girtiyan ên li Amed, Wanê ji bo girtî bêne berdan dest bi Nobeda Edaletê kirine pir bi qîmet e. Lê ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin ev çalakî têrê nake. Divê ev çalakî tenê li çend bajaran bi sînor nemîne. Divê bibe çalakiyeke giştî û berbelav bibe. Di serî de rêxistinên sivîl ên demokratîk, divê hemû rêxistinên civakî li van çalakiyan xwedî derbikevin.”

Divê em li girtiyan xwedî derbikevin

Baran xwest ku hemû kurd û bi taybetî malbatên ku zarokên wan girtîne, di vê çalakiya birûmet de cihê xwe bigirin û wiha bi dawî kir: “Divê malbatên girtiyan li zarokên xwe xwedî derbikevin. Li her qadê daxwazên xwe yên demokratîk bînin ziman. Divê ev çalakî bi çend malbat û çend saziyan bi sînor nemîne û çalakiyên hevpar û tekoşîna kolektîf bi pêş bikeve.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê