Rojnameger Sînan Aygul ku beriya demekê nelirêtiya şaredariya Tetwanê ya AKP’î derxistibû holê, duh li navenda navçeyê bi lêdana polîsê bi navê Engîn Kaplan û parastvanê şaredarê Tetwanê Yucel Baysal re rû bi rû mabû.
Piştî berteka zêde polîs Kaplan û parastvan Baysal hatin binçavkirin. Her du êrîşkarên ku sewqî dadgehê hatin kirin û bi sedema “bi qesdî xwestin birîndar bikin” hatin girtin.