Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm nake. Di êrîşên Minbic û Tebqayê de bi dehan sivîl hatin kuştin. Herî dawî dîsa di êrîşa hewayî de Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin jiyana xwe ji dest dan. Li gorî dane û raporên saziyên çapemeniyê yên wekî DFG, MKG, IFJ û RSFyê di salekê de li tevahiya cîhanê 145 rojnameger hatin kuştin û 550 rojnameger girtî ne. Ev nîşan dide ku kesên rastiyan ronî dikin, ji aliyê hêzên şer pêş dixin ve tên kuştin û girtin. Kesên sûcê mirovahiyê kiribin ji wan ji zindanan derdixin û tev li şer dikin. Li gorî daneyên MKG û DFGê di êrişên Tirkiyeyê yên 2 salan de edîtora Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Îsam Ebdullah, xebatkarê JIN TV’yê Necmedîn Feysel Hecî, nûçegihanê Çira Tv’yê Mûrad Mîrza Îbrahîm, di 23yê tebaxê de li Silêmaniyê li dijî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn bi SÎHAyê êriş kirin û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî li Rojava di êrîşa hewayî de Rojnamevan Nazim Daştan û Jiyan Kaya jiyana xwe ji dest dan.
IFJ: 104 rojnameger hatin kuştin
Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2024an parve kir. Li gorî rapora IFJê îsal 55 rojnameger li Xezayê bi giştî 104 rojnameger hatin kuştin. IFJê bi minasebeta 10ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan raporek aşkere kir. Li gorî rapora wan ji 1ê çileya 2024an heta 10ê Kanûna 2024an bi giştî 104 rojnameger hatin kuştin. IFJê xwest Neteweya Yekbîyî (NY) ji bo parastina rojnamegeran Peymana Navneteweyî ya Rojnamegeran îmze bike.
Di raporê de hat diyar kirin ku ji rojnamegerên hatine kuştin 12 jê jin in û ji sedî 60 rojnamegerên hatine kuştin li Rojhilata Navîn in. Di raporê de hat diyar kirin ku ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha di şerê Israîl Filistinê de hejmara rojnamegerên li Filistinê hatine kuştin herî kêm 138 kes in. Piştre herî zêde li Iraq, Filipin û Meksikayê rojameger hatine kuştin.
Li Xezayê 145 rojnameger kuştin.
Li gorî rapora Rojnamegerên Sînoran Nas nakin (RSF) jî tenê li Xezayê herî kêm 145 rojnameger hatin kuştin. Li gorî raporê di êrîşên Îsraîlê yên li dijî xezayê de 145 rojnameger hatin kuştin. Li gorî daneyên RSFê sala 2024an bû sala ku herî zêde rojnameger hatine kuştin. Ji cotmeha 2023an heta niha 145 rojnameger li Xezayê hatin kuştin.
RSF 550 rojnamevan girtî ne
Li gorî daneyên RSFê 550 rojnamevan girtî ne. Di raporê de destnîşan kir ku 95 rojnameger jî winda bûne. 55 rojnameger jî piraniya wan li Surî hatine girtin. Li Tirkiyeyê ji her çend rojnameger ji girtîgehan hatibin berdan jî piranî li malê di hepsa malê de têne girtin.