12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşî nobedarên li dijî birîn daran kirin, kesek hat kuştin

Li dijî welatiyên li navçeya Hopayê li dijî birîna daran derdikevin êrişa çekdarî hat kirin. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn

Ji bo herêma Cankurtaran a navçeya Hopa ya Artvînê weke “Qada mesîreyê” were amadekirin, xebatên birîna daran hatibûn destpêkirin. Xelkê navçeyê jî ji bo nehêlin dar bên birîn, nobet dabûn destpêkirin. Li dijî çalakvanan bi çekan êriş hate kirin. Dema welatiyan hewl didan kemçeyên ketine daristanê bidin sekinandin, Muhammet Ustabaş ê îhaleya projeyê wergirtiye bi çekan êrişî welatiyan kir.

Di êrişê de ji gundiyan Reşît Kîbar, Ersan Koyuncu û Gokhan Koyuncu birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Ji birîndarên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hopayê Reşît Kîbar jiyana xwe ji dest da û tedawiya du kesên din ên ji lingên xwe birîndar bûbûn jî didome.

Xelkê Hopayê piştî bihîstina êrişê li ber nexweşxaneyê li hev kom bûn.