12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê kirin

Şevê din kesên nasnameya wan nehat diyarkirin, êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê kirin û camê wê şikandin.

Şeva 24’ê Cotmehê kesên nasnameya wan nediyar, êrişî Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Enqereyê kirin. Di êrîşê de camê avahiya partiyê şikandin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî êrişê daxuyanî da û got: “Nîvê şevê êrişî Navenda me ya Giştî ya DEM Partiyê ya li Balgat a yek ji semtên herî qelebalix ên Enqereyê ye û navenda gelek partiyên siyasî lê ye hate kirin. Weke ku di wêneyan de jî tê dîtin derî û cam hatine şikandin, hewl dane ku tabelaya me daxînin. Em bi bîr bînin ku ev feraseta reben a dixwaze provokasyonan bike, nikare me bitirsîne û rawestîne. Em bang li Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya dikin ku bêyî dereng bikeve tedbîrên pêwîst bigire û êrişkaran tespît bike.”