27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşî îstasyonên avê dikin

Dewleta Tirk, di encama şerê li dijî îstasyon û bîrên avê de bi sedan gund û navendên jiyanê bêav hişt. Ji ber êrişên li dijî îstasyon û torên avê, dê zêdetirî 2 milyon welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê havîna dijwar bêav derbas bikin. 

Dewleta Tirk 6 sal in ava vexwarinê wek çekekê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne. Dewlet ava bîrên Elokê ku li ser bajarên Hesekê û Til Temirê ne û gundewarên wan qut dike. Ji ber vê yekê zêdetirî milyonek û nîv mirov bêav mane.

Piştî Dewleta Tirk di 2019an de bajarê Serêkaniyê dagir kir, ava bîrên Elokê jî qut kir. Şêniyên bajarên Hesekê û Til Temirê yên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 sal in ji ber peydanekirina ava vexwarinê êş û azaran dikişînin. Bi hatina demsala havînê û zêdebûna germahiyê, ji ber kêmbûna ava vexwarnê, zor û zahmetiyên şêniyan zêde bûn. Şênî neçar in ava bîrên şor bikar bînin, ew jî bi kêrî vexwarinê nayê.

Ji ber Dewleta Tirk ava çemê Firatê jî qut kir, îstasyona ava vexwarinê ya Ayîd ji xizmetê derket. Ji ber wê av ji ser 25 hezar kesan qut bû. Yekitiya Avê ya Kantona Tebqayê ragihand ku îstasyona ava vexwarinê ya Ayîd û bîrên girêdayî wê ji ber kêmbûna asta ava çemê Firatê, sekinin. Di encamê de av li ser bi dehan gundî qût bûye.

Li herêmên ji Til Temirê heta Şedadê ku dirêjahiya wan ji 130 km û firehiya wê 50 km ye, ji ber qutkirina ava Elokê, ax zuha bûye û bûye çol. Ji ber tunebûna avê, buhayê tankeke avê 35 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Dîsa ji kêmbûna derfetên teknîkî û lojîstîkî û xirabûna maşîneyan xebatên wan asteng dikin û nikarin avê bi awayekî baş bigînin şêniyan. Lewma kirîza avê li bajar û gundên wê girantir dibe.

Dewleta Tirk di 4 salên dawî de tevî destwerdana rêxistinên navneteweyî yên wekî UNICEF jî, zêdetirî 28 caran ava bîrên Elokê li bajarên Til Temir û Hesekê qut kir. Ji Hezîrana 2023yan ve heta Gulana 2025an av bi tevahî qut bûye.

Kobanê bêav e

Rêvebira Avê ya Kantona Firatê Zozan Xelîl têkildarî rewşa avê nirxandin kir. Zozan Xelîl anî ziman ku li Kobanê êrîşan di 8ê Kanûna 2024an de dest pê kir û wiha got: “Şerê ku wê demê dest pê kir raste rast bandora xwe li ser avê kir. Ji ber êrîşên li ser îstasyonê avê pêk hatin, av qut bû. Me heta niha pirsgirêka  îstasyonan çareser nekirine. Hîna bajarê Kobanê û gundên Kobanê bêav in. Piştî pirsgirêkên pêş ketin, me hewl da bi rêbazên jeneretoran avê li şebekeya belav bikin û hewl bidin pirsgirêka avê çareser bikin.  Heta mehekê me dikarîbû bi rêbaza jeneretoran pirsgirêka avê çareser bikin. Lê piştî demekê ev pirsgirêk mezintir bû. Piştî demekê balafirên şer êrîşî şebekeyên avê kirin û ev şebekeyên avê ji xizmetê derxistin.”

Zozan Xelîlê da zanîn ku piştî balafirên şer şebekeyên avê bombe kir, nûnerên gel bi rêbazên sondajan 4 bîrên avê kolan û got: “Rêveberiyê hewl da ku pirsgirêkên avê ji van 4 bîran çareser bikin. Me dikarîbû bi van bîran ji sedî  50 pirsgirêkên avê çareser bikin. Niha gel derbasî demsala havînê dibe. Dê pirsgirêka ava vexwarinê zêdetir bibin. Li aliyê din îsal av pir pir kêm e. Îsal ji ber baran kêm bû ew bîrên ku me kolan ava wan miçiqîn. Piştî ava biran miçiqîn me berê xwe da Îstasyona Şêxler a ku di êrişê de têk çibû. Yekîneyên me ji nîsanê heta niha xebatên îstasyonê dikin. Lê her roj rastî êrişan tên. Mehek e me pompeyek avê çêkiriye. Av pompe, avê dişîne bajêr.

Zozan Xelîlê destnîşan kir ku piştî balafirên şer ên Tirkiyeyê êrişî Bendava Tişrînê kir, ceyran qut bû û wiha lê zêde kir: “Piştî ceyran qut bû, hemû îstasyonên me yên avê yên Kobanê rawestiyan. Îstasyona Şêxler ku avê dide Kobanê û 50 gundên Kobatê bi temamî hat sekinandin. Dîsa balafirên şer Îstasyoneke avê ku li ser çemê Firatê ye kir hedef. Ev îstasyon têk çû. Vê îstasyonê ji çemê Firatê heta Kobanê av dida hemû gundan û bajarê Kobanê. Niha ev îstasyon bi temamî ji xizmetê derxistin. Ji ber êriş li wir hebû, me nikarîbû dîsa çêkin.”

Zozan Xelîlê, bibîr xist ku germahî zêde ye û wiha pêde çû: “Îsal ji ber zuhayî zêde ye, bîrên ku me kolandin tev miçiqîn û bajar bê av maye. Em wekî yekîneyên avê di 22ê Adarê de çûn Îstasyona avê çêkin. Lê êrişî me kirin. Di 11ê Nîsanê de em careke din çûn. Lê dîsa komên çeteyan êrişî me kirin. Niha li Kobanê pirsgirêka avê gelek zêde ye. Gel bê av e. Gelek bîrên me hene di hundirê Firatê de ne. Lê ji ber êrişan em nikarin biçin wir.”

Rojane êrişî îstasyonên avê dikin

Zozan Xelîlê bal kişand ser êrişên li dijî îstasyonên avê û wiha axivî: “Em dibêjin şer nema. Lê rojane êrişî îstasyonên avê dikin. Niha me hin pompeyên avê çêkirine û her carê em avê dişînin taxeke Kobanê. Komên çeteyan êrîşî pompeyên avê û îstasyonên avê dikin. Di êrîşan de 2 îstasyonên avê têk çûn. Îstasyona Şêxleran av dida Kobanê û 50 gundan. Îstasyona Eyn Îsa jî av dida Bajarê Eyn Îsayê. Di 8ê kanûnê 2024an de êrişî Bendava Tişrînê kirin û ceyran qut kirin. Di Sibatê de jî hemû îstasyonên avê û ceyranê hatin rûxandinê. Ji ber av tune, nexweşî zêde dibin.

Xebatên me didomin. Me niha pompeyek çêkiriye. Her rojê em avê didin beşek Kobanê. Nina em hewl didin pompeya duyemîn çekin. Niha gelek taxên bilind ên Kobanê hene av nagêjin wan. Niha her ji 2 rojan 5 saetan em avê didin beşek bajêr. Her malbat avê depo dikin. Gelek malbat avê dikirin. Niha havîn li pêş me ye. Nexweşî zêde bûne. Piranî nexweşî ji ber avê ye. Em hewl didin pompeyên avê zêde bikin û avê bigînin hemû tax û malan. Sala par pirsgirêkên avê tune bû. Lê piştî êrîş zêde bûn pirsgirêkên avê jî zêde bûn.”