9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşî çavkaniyên jiyanê dikin

Zeyad Rustem, bibîr xist ku hikûmeta Tirkiyeyê bi  awayekî fermî ragihand ku dê êrîşî saziyên xizmetê û binesaziyê bike û ev agahî parve kir: “Di 4ê Cotmeha 2023yan de êrîşek pêk anîn. Wê demê li Hesekê, Qamişlo, Amûdê û Tirbe Spiyê li stasyonên enerjiyê dan.”

Di 2024an de Tirkiyeyê 3 caran bi balafirên şer êrîşî binesaziyên Rêveberiya Xweser kirin. Bi taybetî êrîşî stasyonên petrol, ceyran û avê kirin. Firinên nan, depoyên genim kirin hedef. Ev êrîş bi desetê komên çeteyan didomin. Êrîş li pêş çavan bi piştgiriya Tirkiyeyê pêk tên. Êrîşî çavkaniyên jiyanê dikin. Di salekê de zêdeyî 5 milyon zerar dan binesaziyê.

Têkildarî zerara êrîşên ku di salekê de pêk hat, Hevseroka Desteya Enerijiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ziyad Rustem nirxandin kir.

Hevserokê Desteya Enerjiyê Ziyad Rustem anî ziman ku bi van êrîşan dixwazin Rêveberiya Xweser di aliyê aborî de lawaz bike û got: “Dixwaze di aliyê benzîn, mazot û gazê de lawaz bike. Ev çavkaniya sereke ya aborî ye. Li milê din dixwaze bi van êrîşan xizmeta binesaziyê ya ji bo gel felç bike û bi vê yekê re gel û Rêveberiya Xweser bîne beramberî hev. Dixwaze xizmeta ceyran, av, nan û saziyên tenduristiyê lawazk bike û bi vê yekê gel li dijî Rêveberiya Xweser sor bike. Dixwaze bi van lawaziyan di nava gel de tev li heviyê derxe.”

Zeyad Rustem da zanîn ku Tirkiye ji 2014an heta niha êrişî Rojava dike û wiha got: “Her carê bi rêbazên cuda êrîş dikin. Hin caran bi destê çeteyan, hin caran bi destê ajanan êrîşan dikin. Dixwazin bi rêya îstîxbaratê hevalên di asta rêveberiyê de şehîd bikin. Gelek cûreyên êrîşan pêk anîn. Lê dîsa rêveberî li ser piyan man. Tevî hemû êrîşan gel karibû li dijî êrîşên çeteyan li ber xwe bide.”

Zeyad Rustem, bibîr xist ku hikûmeta Tirkiyeyê bi  awayekî fermî ragihand ku dê êrîşî saziyên xizmetê û binesaziyê bike û ev agahî parve kir: “Di 4ê Cotmeha 2023yan de êrîşek pêk anîn. Wê demê li Hesekê, Qamişlo, Amûdê û Tirbe Spiyê li stasyonên enerjiyê dan. Di van êrîşan de zerarên pir mezin dan stasyonên ceyran û enerjiyê. Piştî van êrîşan heta serê sala 2024an Rêveberiya Xweser hewl da ji sedî 20-30 zerara wan êrîşan çareser bike. Hin stasyonên ceyan, depoyên avê, û hin aş xistin xismetê. Lê dewletê dît ku encam negirt, di 15ê Çileya 2024an disa êrîşek gelek mezin li Siwêdiyê li ser  stasyonanên enerjî û ceyranê kirin. 12 turibînên ceyranê ku bi qazê dixebitîn hebûn. 5 li cihekî û 7 li cihekî din bûn. Du stasyonên ceyranê ji kok ve têk birin. Bi sedan parçeyên wê ku ceyranên li bajaran belav dikin tev ji dewrê derketin. Lê dîsa rêveberiya xweser hewl da bi alîkariya kantonên din ên Bakur û Rojhilatê sûrî pirsgirêka ceyranê çareser bike. Çêkirina van stasyonan wekî erkekî dît. Lê êrîşên li ser navend û stasyonên ceyranê berdewam kir. Li Kobane, li Eyn Îsa û deverên din êrîşên li dijî trafo û stasyonên ceyranê berdewam kir. Rêveberiya Xweser dîsa xebat kirin û hewl dan ku gel bê ceyran nehêlin. Heta astekê kar çareser bû.

Di êrîşan de 5 milyon dolar  zerar çêbû

Zeyad Rustem bal kişand ser zerarên êrîşan û wiha pêde çû: “Di 23-24ê Cotmehê de Tirkiyeyê dîsa êrîşî stasyonê ceyranê kirin. Li Kobanê, Amûdê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Tirbesipiyê, Til Koçer, bi dehan cih kirin hedef. Stasyona Awûdê ku neft û gazê derdixe kirin hedef. Zerarek gelek mezin çêbû. Bi dehan sivîl şehît bûn. Di êrîşên van 3 dîrokên cuda de zerake gelek mezin pêk hat. Li gorî raporên me nêzî 5 milyar dolar zerar gihişt gelê herêmê. 5 milyar dolar zerar çêbû. Lê ji ber ku êdî hilberîna petrol, xaz, ceyranê çênabe, ev zerar didome. Li aliyeki din alav û amûrên wê jî êdî têk çûn û zerar çêbû.

Rustem nêzîkatiya dewletên cîhanê jî rexne kir û got: “Ev êrîş li pêşiya hemû dewletên cîhanê pêk hat. Lê yek saziyên eleqeder û mafên mirovan, saziyên navdewletî û koalisyona heyî helwestek nîşan nedan. Tu gavek şênber navêtin. Tenê rapor amade kirin. Koalîsyon zelal dibêjin ‘Ez li vir im ji bo şerê DAIŞê bikim. Lê hîn piştgiriya Rêveberiya Xweser nekiriye.  Hîna pergala Rêveberiya Xweser qebûl nekiriye. Dîsa mixabin Saziyên Mafên mirovan tenê raporan amade dikin û pêşkêşî saziyên jora xwe dikin. Lê alîkarî nekirin. Bi balafirên şer êrîşên mezin pêk anîn û ji kok ve hilweşandin. Makîneyên bi sedan ton ji kok ve hilweşandin.”

Êrîş didomin

Zeyad Rustem, li ser xebatên xwe yên li dijî êrîşan jî axivî û wiha pêde çû: “Em wekî saziya Xizmetê ya Rêveberiya Xweser rojane li ser kar in. Ji bo em xetên gund û bajaran çareser bikin û pirsgirêkên xizmetê çareser bikin. Me dikarîbû ji bendava Firatê ceyranê bigînin Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê. Lê piştî êrîşên Tirkiyeyê ev xizmet jî ji dewrê derket. Hewldanên me dîsa berdewam dikin. Em hewl didin trafoyên xerabe û zerar dîtine dîsa tamîr bikin. Dîsa ji bendava firatê ji sedî 10 ceyranê biginînin herêmê. Em dikarin hin stasyonên petrolê û avê li ser wê ceyranê bidin xebatindin. Ew ceyrana ku ji bendava Tebqayê diçe heta Reqayê û hesekê û li herêmê belav dibe. Me dikaribû nêzî 500 kîlometre karebê li herêmê kiribûya, lê êrîş didomin. Em hewl didin pêdiviyên gel pêk bînin ku krîzên nan û avê nejîn. Ev êrîş bandorek pir xerab li ser gel dike. Gel beriya van êrîşan rojê 4-5 saetan dikaribû ji ceyranê fêde girtibûna û karê xwe li gorî wê saz kiribûna. Avê xwe depo dikir, xwarina xwe çêdikir. Jeneratör hene. Gel bi van jenerotaran pêdiviyên xwe dibînin. Lê masrafa wan jî zêde ye. Ji ber êrîşên ku didomin, petrol û masot kêm bû û lêçûn zêdetir bû. Berê malbatekê mehekê bi perê Sûrî 2 hezar heqê ceyranê didan, bi tunebûna ceyranê, êdi neçar dimîne ku bi sed hezaran masraf bike. Zerara van êrîşan pir zêde ye.

Nebûna ceyranê barê gel giran dike

Zeyad Rustem herî dawî destnîşan kir ku êrîş tev li heviyekê ava bike û got: “Êrîş dihêle ku milet berê xwe bide koçberiyê. Berê xwe bide derveyî Rojava û Sûrî. Ev êrîş metirsiyekê çêdikin. Bi dehan şehîd çêbûn. Gel ji bo jiyana xwe biparêze koçberiyê dide pêş xwe. Dewlet bi van êrîşan dixwaze di navbera gel û rêveberiyê de lawaziyê çêke û rêya koçberiyê veke. Dixwaze rêveberiyê lawaz bike û piştgiriya gel a bi rêveberiyê ve kêm bike.”