12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşî çavkaniyên jiyanê dikin

Cîgirê Desteya Çandinî û Avdaniyê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê Ahmet Yunis diyar kir ku Tirkiye bi plan û aşkere êrîşî çandiniya genim û ceh dike û armanc dike ku gel koçber bibe.

Dewleta tirk piştî şoreşa Rojava her tim axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike hedefa xwe. Bê navber bi tang, top, balafir, SÎHA û gelek çekên cuda êrîşî axa  bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike. Heta niha ji axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê Efrîn, Ezaz, El-Bab, Girê Spî, Serêkaniyê û dagir kir û welatên cîhanê çavên xwe ji bo vê yekê girtin. Ji ber vê yekê êrîşên xwe berdewam dike.

Di êrîşên de bi sedan welatî hatin kuştin û bi sedan welatî birîndar bûn. Di sala 2024’an de vê carê çavkanıyên jiyanê kir hedef. Bi balafiran navendên ceyran, av, nexweşxane û deboyên zexîreyan kirin hedefa xwe. Niha jî zeviyên genim dişewitîne. Cîgirê Desteya Çandinî û Avdaniyê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê Ahmet Yunis têkildarî êrîşên Tirkiyeyê de nirxandinên girîng kir. Ahmet Yunis anî ziman ku pergala  Tirkiye û çeteyên girêdayî wê bênavber êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: “Piştî 2019-2020’an Tirkiye van êrîşan bi zanebûn û plan dikir. Aşkere ev êrîş pêk nedianîn. Wê demê 420 hezar dolim zeviyên çandiniyê şewitandin.

Îsal aşkere zeviyan dişewitîne

Ahmet Yunis, bal kişand ser şewitandina zeviyên genim û wiha axivî: “Tirkiye îsal bi zanebûn û aşkere zeviyên ceh û genim dişewitîne. Tirkiye îsal heta niha nêzî 30 hezar donim genim û cehê herêmê şewitand. Herî zêde ceh û genim şewitandin.”

Aborî li ser çandiniyê ye

Ahmet Yunis, destnîşan kir ku aboriya bakur û rojhilatê Sûriyeyê li ser çandiniyê ye û wiha berdewam kir: “Aboriya bakur û rojhilatê Sûriyeyê li ser çandiniyê ye. Dixwazin kesên dest ji axa xwe bernadin wan bitirsînin û wan ji ser axa wan bidin koçberkirin. Ji bo wan koçber bikin zeviyên wan dişewitînin û dixwazin wan di axa wan de birçî bihêlin.”

Cotkarên li ser sînor zerarê dibînin

Di van êrîşan de herî zêde zerar digêje çotkar û rençberan. Nêzî 3-4 milyon donim zeviyên avî li ser sînor hene. Di van êrîşan de herî zêde cotkarên li ser sînor zerarê dibînin. Ji ber vê yekê cotkarên li ser sînor diçandiniyê de bi fikar in.

Yunis, da zanîn ku ji bo parastina  zeviyan di asta  bakur û rojhilatê Sûriyeyê de komîteyan ava dikin û wiha berdewam kir: “Her kes beşdarî vê komîteyê dibin. Ji komînan bigire heta hêzên cewherî, meclisên taxan tev li parastinê dibin. Bi şev û roj ji bo parastinê li ser piyan in. Herî zêde ji bo genimên li ser sînor di tevgerê de ne. Genimê ku em diçinin em li dûrî sînor diparêzin. Tecrûbeyên salan jî em li ber çavan digirin û li gorî wê zadê xwe diparêzin.”

Êrîşî çavkaniyên jiyanê dikin

Hevserokê Desteya Avdanî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Mazlum Şewket Hesen jî diyar kir ku dewleta tirk bi her awayî êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike û wiha got:  “Bi taybetî êrîşî çavkaniyên aboriyê û jiyanê dike. Bi balafirên bêmirov û biçek êrîşî çavkaniyên avê, ceyranê dikin. Her tim dixwaze aboriya herêmê têk bibe. Di demên dawî de jî bi êrîşên top, gule û çekan zeviyên çandiniyê yên genim û ceh dişewitînin.”

Hesen da zanîn ku heta niha li herêma Cizîrê di êrîşên dewleta tirk de genime avî Hezar û 705 donim, genimê bejî 3 hezar û 231 dolim, cehê avî 142 dolim, cehê bejî hezar û 42 dolim, bi giştî ceh û genim hatiye şewitandin 6 hezar û 105 donim in.

Cotkar û xweza  zerarê dibîne

Mazlum Şevket Hesen, destnîşan kir ku li gel genim û ceh cureyên zeviyên din jî şewitîne û wiha rêzgir: “Gijnîj 137 hektar, nîsk 82 donim, Helbê 71 hektar, şolik 20 donim şewitîne. Şewata van zeviyên zexîreyan zorê li welatiyan û çotkaran dike. Şewata zeviyan tenê zerarê nade çotkar û rençberan, her wiha zerarê dide axê û hemû zindiyên di nava axê de. Gelek kêzik, heşerat û heywanên di nava axê de dijîn tev dimirin.”

Hesen da zanîn ku ji bo rê li pêş van şewatan bigirin wekî Desteya Çandinî û Avdaniyê û Rêveberiya Xweser beriya berhemên salê kom bikin, civîn çêkirin û der barê parastinê de çotkar agahdar kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di van civînan de hêzên ewlehiyê, hêzên civakî û parastinê amade bûn. Hêzên cewherî li dijî şewatan kedek mezin dan. Li ser asta Herêma Cizîrê komîteyên parastinê hatin avakirin. Ji komîteyan heta komînan karê rêxistinî hatin avakirin. Ev yekîne her tim li ser piyan di nava tevgerê de bûn. Li dijî şewatê em roj nobedê digirin.”