27 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomin

Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin.

Êrişên hêzên komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piranî kurd lê dijîn, berdewam dikin. Komên çekdar danê êvarê bi çekên giran êrişeke din li ser taxan dan destpêkirin.

Hêzên Ewlehiyê yên Helebê diyar kirin ku Hikûmeta Demkî berpirsiyarê êrişan e, ku wan ev yek şermezar kir.

Di heman demê de, wêneyên ku li ser medyaya sanal belav dibin nîşan didin ku komên çekdar wesayîtên zirxî yên giran, wekî tank, li dora her du taxan bi cih dikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê