Nobeta parastina Rojava li Sînorê Nisêbîn-Qamişlo û Pirsûs-Kobanê berdewam dike. Li Nisêbinê di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de di 13ê Kanûnê de nobetê dest pê kir û didome. Li Sînorê Pirsûs û Kobanê jî nobeta di 23ê Kanûnê de dest pê kir didome. Her rojê ji bajarekî nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û tevgerên jinan diçin li ser sînor daxuyaniyê didin û piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava re tînin ziman. Her roj bi govend, stran û dirûşmeyên xwe piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava re tinin ziman.
Ew li Nisêbînê dilê wan li Qamişlo ye
Siyasetmedar û Aktîvîsta TJAyê Gulser Yildirim, têkildarî armanca çalakiyê û şoreşa rojava nirxandin kir. Gulser Yildirim anî ziman ku ew li ser xetê nobetê digirin û wiha got: “Dil û hişê gelê me li bin xetê ye. Xet li ser axa kurdan û dilê Kurdan xistine. Her çendî çalakger, bang, dirûşm û peyamên xwe ji ser xetê bidin jî dilê gel li bin xetê, li Rojava ye. Dilê gel li Rojava davêje. Gelê me li Nisêbînê dengê xwe bilind dike, lê dilê wan li Qamişloyê lêdixe. Em hebûna Rojava hebûna Bakur dibînin. Êrîşên îro li ser Rojava pêk tên li ser hemû gelê Kurd pêk tên. Li ser hemû nirxên Kurd û azadiya Kurd pêk tên. Ji ber vê yekê ji her aliyên Kurdistanê ji Serhetê bigire heta Botanê gel berê xwe dide Rojava. Gelê me diherikin sînorê Rojava û ji Nisêbînê dengê xwe digînin Rojava. Geh bi govendan, geh bi dirûşm û tilîliyan, geh bi stranan deng digînin Rojava. Bi dirûşmên “Rojava Rûmeta me ye”, “Rojava hebûna me ye” piştgiriya xwe tînin ziman. Şoreşa Rojava pergal û hişmendiyek afirandiye. Gel dizane ku ev pergala bi şoreşê pêş ketiye çawa ji ya serdest, yekperest û dagirkeran cuda ye. Bûye şoreşeke ku ji bo hemû cîhanê mînak e. Şoreşeke ku heta niha ne li Rojhilata Navîn û ne jî li cihekî din mînaka wê tuene ye.”
Pergala Rojava hemû nirxan diparêze
Gulser Yildirim da zanîn ku ev şoreş bi pêşengiya jinê û li ser bingeha wekhevî, azadî, demokrasî û ekolojiyê hatiye avakirin û wiha axivî: “Pergaleke ku çand û nirxên gelên din jî diparêze û qebûl dike. Heqîqet, bawerî, çand û zimanê gelên din jî wekî yê xwe dibîne. Çawa ku mirov dixwaze hebûna xwe mayînde bike û azad bike, ji bo hebûna pêkhateyên din jî wisa têdikoşe. Tişta ji bo xwe dixwaze ji bo baweriyên din jî dixwaze. Di pergala netew dewlet, yekperesti, netewperestî, serdestî hatiye parastin. Her dem ev yekperestî pîroz hatiye dîtin. Hişmendiyeke li gorî desthilatê hatiye avakirin. Lê hişmendî û pergala ku îro li Rojava hatiye avakirin, ji hemû pergalan cudatir e. Ev pergal ji bo pêwistiya hemû mirovan dibe bersîv. Mafê hebûn û jiyana hemû pêkhate, bawerî, çand û zimanan dipareze.”
Gulseren Yildirim destnîşan kir ku di esasê êrîşên li ser Rojava de înkara kurdan e û wiha berdewam kir: “Hikûmeta AKP-MHPê dibêje êdî bi navê Kurt tiştek çênebe. Kesên heta duh ew wekî terorîst pênase dikirin, îro li Şamê diçin destê xwe didin wan. Dixwazin bi wan de tifaqê ava nekin. Dema mijar dibe Kurd ev dibe sedema êrîşan. Ev çawa bê wîcdanî û nakokî ye. Li Rojava dê bi destê çeteyan li ser Kurdan komkujiyê pêk bîne, li Bakur dê bi Kurdan re bixwaze wekhev bijî. Ev çawa çêdibe? Ne pêkan e. Ev nayê qebûl kirin û gel vê yekê baş dibîne.”
Naxwazin kurd xwedî maf bin
Gulseren Yildirim, ba kişand ser polîtîkayên desthilatê ya li dijî Kurdan û wiha pêde çû: “Sedema ku evqas neyartiya li dijî gelê Kurd û destkeftiyên Kurdan dikin, dixwazin Kurd li tu deran nebin xwedî statu. Naxwazin Kurd li ser axa xwe bibin xwedî maf. Kurd li ser axa xwe û li mala xwe ne. Welatê tu kesî dagir nekirine. Eger mirov bi elheqî, îmanî û wîcdanî jî li meseleyê binere kî êrîşî kê dike diyar e. Li gorî hiqûqa xwe dibêjin “Parastina rewa”. Lê em li wan dinerin di axa me, mala me, gund û bajarên me de êrîşî me dikin. Dibêjin ‘Ez ê te di mala te de qetil bikim’ Sebeb çima em bûne xwe. Tevî ew qas hovîtî û dijminahiyan jî dîsa gelê Kurd banga jiyana bi hevre û çareseriya bi diyalog û aştiyê dikin. Her kes dizane Rêberê Gelê Kurd gotiye ‘Eger derfet bên dayîn ez amade me. Ez amade me ku pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bikim.’ Gelê Kurd ne şerxwaz e. Desthilat dibêje ez xurt im. Tişta ez bixwazim ez dikarim bikim. Tişta herî zêde bê mahkumkirin ew hişmendiya serdestî û mêriksalarî ye.”
Dawiya desthilatdaran têkçûn e
Gulseren Yildirim anî ziman ku hişmendiyên bi vî rengî heta dawî dom nekiriye û wiha lê zêde kir: “Her pozbilindî û serdestî piştî demekê bi dawî bûye. Hîtler jî bi dengekî bilind ê hilbijartinê derketibû pêşberî civaka xwe. Lê xwest serdestiya xwe li ser hemû gelê cîhanê pêk bîne. Bi awayekî hov komkujî pêk anî. Lê dawiya dawî têk çû. Bi sedan wekî wî dîktator hatin û çûn. Sadam li ser gelê Kurd politikaya tunekirin û qirkirine meşand. Lê dawiya di lexeman de mir. Esad jî wisa bû. Bi taybetî li ser gelê Kurd zilm kir. Nasnameya gelê Kurd qebûl nekir. Tevî vê hişmendiya wî dîsa gelê Kurd û gelê Rojava firsend da ku hişmendiya xwe biguherîne û çareseriyek demokratîk pêş bixin. Lê mixabin xwe neguhert û têk çû. Em bawer dikin ku tu zalim dê heta dawî li ser kar nebînin. Dê pergalên wan hilweşin. Em dibêjin serkeftin dê bibe ya gelê me û dê bibe ya heqîqetê. Serkeftin dê bibe ya pergala Rojava.”
Kobanê bûye bajarê mirovahiyê
Gulseren Yildirim li ser nasnameya Kobanê jî rawestiya û wiha got: “Kobanê ji Bajarê Kurdistanê derketiye. Bûye bajarê hemû mirovahiyê. Ji ber ku ji hemû beşên mirogvahiyê, hatin li vir ked dan û xwîna xwe rijandin. Xwîn û keda hemû gelê cîhanê heye. Bûye sembola mirovahiyê. Ji ber vê yekê eger Kobanê têk biçe dê hemû mirovahî têk biçe.”