Hejmarek jêderên agahdar li bajarê Helebê ragihandin ku grûpên çekdar li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û hejmarek deriyên bajarê Helebê çend xalên “firînê” yan jî demkî danîne. Çavkaniyan dan diyarkirin ku ew kom girêdayî çeteyên Dewleta Tirk “El-Emşat” in, çavkaniyên din jî destnîşan kirin ku ew bi navê “Ewlehiya Giştî” ya girêdayî rêveberiya nû ya Şamê ne.
Êrîşên li ser gelê kurd dewam dikin
Komên çekdar li Helebê bi dehan kurdên sivîl revandin û bêyî zanîna sedeman, heta dema amadekirina vê raportê ew birin cihekî ne diyar. Ev yek jî nîşan dide ku êrişên li ser Gelê kurd dewam dikin.