12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşen li ser çand û ziman

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Asîmîlasyon Dewletên kolonyalîst gelek caran hewl didin ku di warê aboriyê de jî civakê kontrol bikin. Qedexeyên ku di çarçoveya asîmîlasyonê de tên danîn, pêşveçûna aborî ya nava civakê jî asteng dike.

Asimilasyon û qedexeyên ku dewletên dagirker li ser neteweyan ferz dikin, di asta civakî û sosyolojîk de bandorên kûr û mayînde çêdikin. Li ku dibe bila bibe, welatên dagirker pêşî bi qedexe û astengiyên li ser tegînên ku civakê ava dike ango neteweyê diyar dike dest bi bişaftinê dike. Bi demê re ev trawmayên çandî, zimanî, derûnî û sosyo-ekonomîk dide avakirin. Ji ber van trawmayan êdî civak weke kevneşopiyekê nikare xwedî li hebûna nirxên xwe yên neteweyî derkevê û bi bijaftinê re rû bi rû dimîne. Di dirêjahiya dîrokê de welatên dagirker û kolonyalîst gelek caran ev rêbaz bi kar anîne û hîn jî bi kar tînin.

Windakirina çand û nasnameyê

Di karektera welatên dagirker de pir-rengî nîne. Ji ber vê yekê tehemûla wan li dijî netew ango civakên cûda jî pir kêm e. Bi taybet ger ev dewlet ji kevneşopiyek kûr a xwînxwarî, dagirker, zext û barbariyê hatibe, xwe di ser hemû nasnameyan û neteweyan re dibîne. Li gel vê hemû kêmnetewên ku di nava sînorên qaşo “welat” de dijîn jî qebûl nakin. Ji ber vê yekê hêmanên diyarker ên nasnameyê yên wekî ziman, kevneşopî, ol û şêwaza jiyanê tên qedexekirin an jî biçûkxistin. Qedexekirina zimanên civaka resen bûye sedema valahiya “bîr” ê ya di navbera nifşan de û qutbûna veguhestina çandî. Bi taybetî civakên ku zimanên xwe yên zikmakî winda kirine di warê parastina mîrateya xwe ya çandî de zehmetiyan mezin kişandine. Di dîrokê de gelek mînak hene ku bi van qedexeyan çiqas kêmnetewe û nasname hatine windakirin. Asîmîlasyona bi zorê dibe sedem ku civak nasnameya xwe ya çandî red û winda bikin. Ev rewşê hesta aîdiyeta civakî qels dike û dibe sedema travmaya derûnî.

Cûdekariya nava civakê

Polîtîkayên dagirkeran hem di warê çandî û hem jî di warê aborî de dibin sedema dûrxistina civakê. Civakên ku li hemberî asîmîlasyonê li ber xwe didin, gelek caran tên îzolekirin, astengkirin û di statuyek sosyo-aborî ya nizm de tên hiştin. Di vir de diyar dibe ku tebeqeya civakî di encama polîtîkayên asîmîlasyon û bijaftinê de tê diyarkirin. Ji ber vê yekê ev civak caran di gihandina derfetên perwerde, tenduristî û aborî de dezavantaj dibin, ango tên hiştin. Ev jî dibe sedem ku kûrbûna tebeqeya civakî û biçûkxistina civakê. Têgihîştina serdestiya çandî ya ku ji aliyê hêzên dagirker ve tê ferzkirin, rê li ber rûreşkirin û biçûkxistina civakê vedike. Kiryarên bi vî rengî yên cihêkariyê di nava civakê de dide avakirin, bi dagirkeriyê re dest pê dike û bi demê re ev dibe polîtîkayek sereke ya dewletên dagirker.

Trawmaya derûnî

Polîtîkayên asîmîlasyonê yên van dewletan di nava kêmneteweyan de travmayên kûr ên psîkolojîk diafirîne. Veguherîna çandî ya bi zorê dibe sedem ku kes û civak qeyrana nasnameyê bijîn. Di zimanên sosyolojiyê de ji vê re tê gotin Travmaya Kolektîf. Di rewşên ku asîmîlasyon weke pêvajoyek pêwîst tê dîtin, civak travmaya kolektîf dijîn. Trawmayên wiha dikarin di heyama post-kolonyal de jî bidomînin û bandorê li ser nifşên paşerojê jî bikin. Ev jî ji xwe biyanîbûnê derdixe diafirîne û ev dibe gava ewil a asîmîlasyonê. Kesên ku bi darê zorê hatine asîmîlekirin, ji eslê xwe yên çandî û civakên xwe dûr dikevin, ev jî di kesayet de dibe sedema pirsgirêkên wek windabûna xwebaweriyê û krîza nasnameyê derkevin holê.

Berxwedana avakirina nasnameyê

Hin civak li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe didin û hewl didin ku nasnameya xwe biparêzin. Civaka kurd tevî hemû êrîşên qirkirinê û asîmîlasyonê mînaka herî guncaw a vê rastiyê ye. Ev berxwedan di serdema piştî dagirkeriyê de dibin sedema tevgerên ji nû ve zayîna çandî yan jî pêvajoyên avakirina nasnameyê. Di serdema post-kolonyal de, gelek civakan ji bo vejandina ziman û kevneşopiyên xwe yên çandî têkoşînên girîng dane meşandin. Ev têkoşîn ji bo kêmneteweyan herdem bûye çavkaniya herî hêzê û bûye sedem ku ji bo mafên xwe ya çandî berxwedanê mezin bikin. Lewma em dibînin ku di dîrokê de gelek civak li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên kolonyal ji bo mafên xwe yên çandî û siyasî dest bi tevgerên berxwedanê kirine. Ev tevger bi qedandina hêzên dagirker veguherîne tevgerên azadîxwaz, wekhevî û edaletê.

Di civakê de rola perwerdehiyê

Di civakê de yek ji hîmên herî sereke bêguman perwerde ye. Bi perwerdeya civakî û ilmî civak li ser hîmên xwe yên resen şîn dibe. Ji ber vê yekê dewletên dagirker pêşî hewl didin mafê perwerdeyê ji civakê bigirin û wê bêperwerde bihêlin. Li şûna perwerdeya civakê pergala xwe ya perwerdeyê ferz dikin û dest bi bişaftina civakê dikin. Bi vî awayî nahêlin ku civak li ser mîrata xwe ya çandî mezin bibe, hîn bibe û bidin nifşên paşerojê. Ji ber vê yekê di perwerdeyê de zimanê zikmakî gelek girîng e. Nehiştina perwerdehiya bi zimanê xwe, dibe sedema windahiyên ziman û çandê. Lewma ev perwede dibe amûrekî asîmîlasyonê. Ji ber van polîtîkayên asîmîlasyona zirav û kûr ve gelek caran civak pê nahise ku çawa di warê ziman, çand, dîrokî û sosyopolîtîk de têne tunekirin. Bêguman ev dibe sedema kêmbûna hişmendiya civakê. Gelek caran ji ber vê kêmbûna hişmendiyê civak li hemberî êrîşên li ser ziman jî bêhelwest dimîne.

Dewletên dagirker û kolonyalîst gelek caran hewl didin ku di warê aboriyê de jî civakê kontrol bikin. Bi gelemperî civakê bi karên kêm-dahat ve girêdidin. Qedexeyên ku di çarçoveya asîmîlasyonê de tên danîn, pêşveçûna aborî ya nava civakê jî asteng dike. Civaka ku debar dibe yekem rojeva wê li ser mijarên cûda zêde nikare bifikire. Ji lew re têkoşîna li hemberî van kiryaran jî kêm dibe. Kiryarên wekî desteserkirina milkên civakê, yekser bi sînordarkirina xebatên aborî ve girêdayî ye. Li gel vê astengkirina bazirganiyê dibe sedem ku ew serxwebûna xwe ya aborî winda bikin. Ev ne bese ji ber polîtîkayên bişaftinê, civak gelek caran di perwerdeyê û bazara karî de bi newekheviyê re rû bi rû dimîne. Di encama vê reqabeta bêmaf de rewşa civakê ya sosyo-aborî her ku diçe xirabtir dibe ku ev jî yek ji polîtîkayên dewletê ye. Di encam de divê bê zanîn ku polîtîkayên bişaftinê û qedexeyên ku ji aliyê dewletên dagirker ve li ser civakê tên ferzkirin, zirareke mezin dide nasnemaya civakî û çandî. Encamên demdirêj ên van polîtîkayan ne tenê bi serdema niha re sînordar e. Ger civak li dijî van kiryaran helwestê nîşan nede û li hebûna xwe xwedî dernekeve dê winda bike. Ji ber vê yekê têkoşînên ku ji bo çand, ziman û nasnameyê tên meşandin xwedî girîngiyek civakî û dîrokê yên xurt in.

Bi taybet dewleta tirk a dagirker ji bo mîna gelek neteweyên din ên li Tirkiyeyê dijîn, gelê kurd jî asîmîle bike di dirêjiya dîrokê de gelek tişt kir. Tevî van hemû hewldanan jî gelê kurd xwedî li kevneşopiyên xwe yên resen derket û derdikeve. Divê em baş bizanibin ger ziman, çand û nasnameya me ya resen nebe emê nikaribin xwedî li hebûna xwe jî derkevin. Lewma êrîşên li ser saziyên ku perwerdeya kurdî didin êrîşên îdeolojîk in. Ev êrîş di çarçoveya qirkirina çandî û civakî de pêk tên. Divê li dijî van êrîşan her kes xwedî helwest be.