Çeteyên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî yên ku ji aliyê dewleta tirk ve perwerde dîtine û di nava hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ne êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dewam dikin.
Nexweşxaneya Osman a Helebê ji xizmetê derket
Ji duh êvarî ve êrişên li dijî navborî bi çekên giran û tankan didomin. Komên çete di nava hêzên hikûmeta demkî de rasterast Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir, di encamê de nexweşxane ji xizmetê derket.
Topbaran û êrişên bêserûber ên li dijî taxên navborî dewam dikin.
