Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser Kobanê berfireh kirin.
Piştî êrişa li ser şirketekî û navenda sererastkirina erebeyan, li gorî nûçeyeke lezgîn a ajansa ANHA’yê niha bi balafiran taxên bajêr tên bombebarankirin.
Li Qamişlo jî ji serê sibehê de gelek êrîş pêk hatin. Balafiran şirket, kargeh û stasyona trênê a bajarê Qamişlo kir hedef. Di encama êrîşan de 6 welatiyan jiyana ji xwe ji dest daye û 9 kes birîndar bûne.
Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmê ji ANHA’yê re axivî.
Foza Yûsif diyar kir ku dewleta tirk şerekî topyekûn li dijî gelê herêmê îlan kiriye û got: “Dewleta tirk şerekî topyekûn li dijî gelê me îlan kiriye, her tiştî dike hedef, tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike. Ev êrîş li dijî hebûna gelê herêmê ye.”
Foza Yûsif li dijî êrişan banga hevgirtinê kir û wiha domand: “Em jî berxwedana topyekûn îlan dikin. Divê gelê me li tevahî bajar û saziyan li dijî vî şerê qirkirinê seferber bibe. Divê em sazî û rêveberên xwe biparêzin. Divê em di rewşa seferberiyê de bin. Îro roja berxwedan û rûmetê ye. Divê em hevgirtî bin û li hemberî kiryarên dewleta tirk a faşîst seferber bibin.”