Li gorî nûçeyeke lezgîn a ajansa ANHA’yê Dewleta Tirk di van kêliyan de bajarokê Til Rifet û gundê Til Qirah ê kantona Şehba bi obîsan topbaran dike.
Artêşa Tirk bajarokê Til Rifetê û gundê Til Qirahê yên girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê bi obîsan topbaran kir. Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.
Ji aliyekî din ve artêşa tirk gundên Aqîbê û Bênê yên girêdayê bajarê Şêrawa, gundê Kefer Garis ê Şehbayê bi obîsan topbaran dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk ji 23’ê cotmehê de êrîşên xwe yên li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Di van hersê rojên dawî de ji Kobanê heta Amûdê, Qamişlo û Dêrka Hemko bûn armanca êrîşan û di encamê de binesaziya herêmê zirareke mezin dît û gelek sivîl jî hatin kuştin.
Her wiha dewleta tirk 23-24-25’ê Cotmehê bi dijwarî êrişî Şengalê kir. Di encama êrîşan de 6 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn, 2 şervan, zarokek keç û jinek birîndar bû. Gelek cihên sivîl û leşkerî hatin hedef girtin û bi dehan bombe li Şengalê hatin barandin.