20 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşên Dewleta Tirk didomin

HPGê daxuyand ku tevî biryara agirbestê jî êriş didomin û di bombebarankirina SÎHAyan de 2 endamên wê jiyana xwe ji dest dane.

Piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de daxuyand, PKKê agirbest ragihand. Lê belê tevî agirbestê jî êrişên li ser Zap, Avaşîn, Garê û Metînayê bi dawî nebûn.

Di daxuyaniya HPGê de ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de hat weşandin, hat diyarkirin ku tevî biryara agirbestê jî êriş didomin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 7ê Nîsanê de li Garê di êrişa SÎHAyan de 2 HPGî jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku dê paşê nasnameya her du HPGiyan bê eşkerekirin.

Her wiha hat diyarkirin ku herêm ji hewayê û bejahiyê bi sedan caran hatiye bombebarankirin.