Li paytexta Fransa Parîsê, li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî pêk hat. Li gorî şahidan, kesek bi wesayitekê hat kolana ku komele lê ye û gule li komeleyê barand. Her wiha êrîşkar fîşek berda restoranta kurdan û kûaforekî li heman kolanê. Di êrîşê de herî kêm 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê polîsan dor li komeleyê girtin û nehiştin kes xwe nêzîkê wê bike.