Gulşen Ozer destnîşan kir ku kes nikare nava Sûrê bêexlaqiyê bike û wiha domand: “Ew destê dirêjî jinê dibe bila bişikê ew çavên bi awayekî nebaş li jinê dinêrin bila birijin. Em weke TJA vê zilmê qebûl nakin, şermezar dikin û em ê li dijî vê yekê têbikoşin.”
Dûre Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Rûçem Elyakût jî daxuyaniya bi Tirkî xwend. Rûçem Elyakût diyar kir ku di van rojên avakirina civaka demokratîk tê nîqaşkirin de tu nêzîkatiyên ku tarzê jiyana mirovan, bawerî û nasnameya wan, azadî û mafê wan hedef digire nayê qebûlkirin. Rûçem Elyakût diyar kir ku di serî de tundiya li dijî jinê dê li hemberî her cure nêzîkatiyên tundiya civakî diafirînin bi awayekî çalak têbikoşin û got: “Em ê çanda jiyana bihevre ku bi sedsalan e didome bidomînin û biparêzin. Em ê destûrê nedin nêzîkatiyên asîmîleperez ku cudahiyan weke sedemê cihekariyê dibînin.”
