12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşa li ser zimanê Kurdî neyartiya kurdan e

Adil Qazî

Divê zextên li ser kurdî bi dawî bibe û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Divê Tirkiye li gorî navê komarê tev bigere û mafan nas bike. 

Dîsa îlon dîsa komkujî dîsa wehşet dîsa êrîş dîsa, dîsa dîsa… Di salvegera komkujiya 24’ê îlona 1996’an de ku 10 hevalên girtî, dîlên azadiyê bi awayeke wehşî qetil kirin de, bi ser saziyên kurdî de girtin. 28 sal berê bi darê mîx tê de kutayî bi qelasên stûr bi qûndaxên tivingan û hema çi amûrên wan hebû bi wan amûrên xwe êrîşî ser dîlên azadiyê kirin. Di nava zindanê de qaşo dîlên destê wan de bû! Lê ev pergala dirinde û wehşî çi dîlîtî çi mafê mirovan û çi jî zagonan nasnake û li gor wê dilê xwe yê reş tevdigere û bi vê tevgera xwe jî pesnê xwe dide!

Roj tune ku êrîşek li ser Kurdan pêk neyê. Her sibehekê teqez bi agahiyeke dilsoj, sotîner û hovane yê vê pergalê em dibihîzin! Piştî 28 salan dîsa 24’ê îlonê dîsa êrîş dîsa komkujî… vê carê jî Komkujiya spî. Bi ser saziya ziman û perwerdeya Kurdî MED-DER’ê de girtin. Di heman wextê de bi ser malên rêveber û mamosteyên zimanê Kurdî ve girtin. Bi dehan rêveber û mamosteyên Zimanê Kurdî binçav kirin. Piştî çar rojan sewqî dadgehê kirin. 22 kes bi şertê kontrola edbî berdan û Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî jî girtin. Di bin zext û pêkutiyan de ji mafê azadiya jiyana xwe bêpar man.

Digel ku sed û yek sal e vê komara dagirker li ser me Kurdan înkar, îmha û pişaftinê bikar tîne jî wisa diyar e ku jê têr nebûye. Dîsa heman feraset û rêbazên xwe yê ku sed sal jî di ser re derbas buye diceribîne, dubare dike û dikeve nava hewildanan. Wer bawer dike ku dê bi vê rêbazê xwe Kurd tune bike! Ya rastî ew jî dizane ku dê bisernekeve. Lê dîsa jî hewildanê xwe didomîne! Vê carê na vê carê, vê carê na vê carê, wisa çend salan carekî teqez komkujiyeke wisa spî pêk tîne.

Dewleteke ku navê wê komar be divê bi awayê navê xwe tevbigere. Ango komarî ne pergaleke dîktatorî, Yekperestî an jî Monarşî ye. Herî kêm welê tê zanîn ku demokrasî tê de heye. Ku demokrasî hebe jî wê demê divê peywirê dewletbûnî û Komariyê jî hebe, wekî ku peywirê hemwelatiyan heye; Dewlet berpirsiyar û neçare ku ewlehiya jiyana hemwelatiyên xwe bigire. Neçare perwerdeya bi zimanê wî hemwelatî pêş bixe û di nava civaka medenî û pêşketî de ciyê xwe bigrire. Dîsa peywirê dewletê ye ku tendurustiya hemwelatiyên xwe tedarik bike. Mafê sazîbûnî, mafê xwendin perwerde dîtin, bijartin, helbijartin û hwd. Yê hemwelatiyan heye. Yanê divê dewlet ji pêşdibistanê heta zanîngehê, ji malê heta parlamento, dadgeh û hemû sazî û dezgeyên fermî yê dewletê de; hem li welêt hem li derveyê welêt ew bi zimanê Kurdî kar û barên xwe bike. Çawa ku bi Tirkî perwerde tê dîtin bazar û kar hem yê civakî hem yê fermî pê tê kirin di heman demê de bi zimanê Kurdî jî dikare dibistana xwe bixwîne, perwerdeya xwe bibîne siyaset û dîplomasiya xwe bi zimanê xwe bike. Di Tirkiyê de rêjeya herî zêde ku ji bilî tirkî bi zimanê Kurdî tê axaftin heye. Yanê Kurdî duyemîn ziman e ku li Tirkiyê pê tê xeberdan, xwendin û nivisîn. Bi vê dewlemendiya çandî-kultûrî wêjeyî Tirkiye têk naçe, berovajî vê pêştetir diçe digîje asta welatê herî modern, pêşketî û demokratîk. Ji xwe li gor destûra bingehîn ev komel sazî û dezgehên civakî tên vekirin. MED-DER û Koperatîfa ANK’ya; Ziman Huner û Perwerdehiyê jî wekî hemû sazî û dezgeyên sivîl bi destûra heman zagon û makezagonên vê Komarê hatine vekirin. Baş e, heta vira tiştekî şaş nîne. Lê belê piştî van saziyan bi destûra van zagon û makezagonan hatiye vekirin ew serdegirtina van sazî û Komeleyan çi ye? Binçavkirina mamosteyên van saziyan bi tevî rêveberên wan ve çi ye? ji bo çi zext û pêkutî li van saziyan têkirin? Ma ev ne nakokî ye? Karê ku diviyabû dewletê pêk bianiyana gelê Kurd ji kîsê xwe bi hêza xwe ji bo ku zimanê wî wenda nebe; bi awayeke jî ji bo şerma vê dewletê ji holê bide rakirin bi awayeke dildarî çi lêçûn û xizmetekê ji dewletê nastîne xwe bi xwe saziyên xwe ava dike û bi rêve dibe; di şûna ku dewlet ji vê xizmetê re spasdar be, ew pîroz bike de êrîşî ser wan dike ew desteser dikin û wekî ku ‘sûcekî dermirovî’ hatibe kirin dixwaze biteyîsîne rayagiştî û civakê! Ev Sosret e. Şerm û fedî ye.

Bi zor-zext û çewisandinan ne Kurd diqede ne jî zimanê Kurdî wenda dibe. Zimanê Kurdî dê heta hetayê hebe. Lê belê ji bo zimanê me hê bi awayeke bi rêkûpêk, dewlemend bibe, pêş bikeve, di her qadên jiyanê de; her mirov û kesên Kurd li her derê lê dijîn û di her kar û bar, têkiliyên xwe de zimanê xwe biaxivin, binivîsin û bixwînin. Weke ku her malekê wergere dibistanekê bi zimanê xwe biaxivin. Ev di serî de li ser pêşeng û rêveberên civaka Kurd ferz e. Serokomar bi xwe dibêje; ‘Ziman rûmet û şerefa Nasnameya wî miletî ye’! Ev gotin li Almanyayê bikar anîbû. Ji bo çend Tirkên ku li Almanyayê dijîn doza mafê perwerdeya bi zimanê Tirkî dikir û digotin. Ji xwe ji bo wan tirkek li ku be divê ew der bibe war û welatê wan, zimanê wan jî bi tevî çand û Kultûra wan azad û serbixwe be; baş e ev maf ji bo me Kurdan çima derbasdar nebe? Ev nakokî hem di warê dinyayî zagonî de çawa ku neheqî û zilm û serdestî ye di heman demê de di warê Olî-Dînî de jî ev minafiqiyeke herî mezin e. Çawa dibe mirov her çi dibe bila be ji bo xwe baş, qenc û rewa bibîne lê ji bo hinekê din sûc bihesibîne reş bike û ew qedexe bike?

Di sedsala 21’emîn de em hê qala mafê axaftina bi zimanê xwe dikin birastî sosret û zilma herî mezin e ji bo vê dewletê ku qaşo navê wê jî Komar e!

Bi kurt û kurmancî divê dewlet demildest dev ji vê feraset û helwesta xwe berde, biryara şertê kontrola edlî li ser rêveber û mamosteyên zimanê Kurdî rakin û mamoste Rifat Ronî berdin. Rojek zûtir zimanê Kurdî ji ber ku li Tirkiyê Zimanê duyemîn e pê tê axaftin bila bike zimanê fermî. Di destûra bingehîn de Nasnameya Kurdî bicî bike û ew wek hêmaneke eslî ya vî welatî bipejirîne. Ev dê ji bo pêşketin û dewlemendbûna Tirkiyê re jî bibe gaveke mezin. Ango Komara heyî divê teqez wergere Komara Demokratîk. Çendî Tirkiye an jî Komara Tirkiyê bibe Demokrat ew çend jî dê di serî de gelê Kurd hemû gel ên din yê li Tirkiyê dijîn jî dê Azad bijîn. Azadiya gelan-civakan ne cudakarî, ne perçebûna Tirkiyê ye. Berovajî wê kelijandina hemû çand û zimanê cuda cuda civakên rengîn ligel hevdu bi awayeke azad û bi piştgiriyeke rast û durust dê welêt hê mezintir û xwirtir bibe, pêş bikeve… Mifteya vê hemleyê jî rakirina Tecrîtê ye. Ku ev jî Sosretekî din ya vê dewleta Yekperest û yekparêzî ye.

Ji bo neyartî û dijminatiya Kurdan wisa bûye ku Tirkiye bi giştî xistiye bin dorpêçekî-Tecrîtê. Ji bo vê jî divê li hember vê dorpêça civakê hemû aliyên civaka tirkiyê rabe ser xwe, bertek nîşan bide û helwesteke cidî bigre. Heta ku ev dorpêçkirin li ser civakê hebe dê ev aramiya vê civakê jî ber bi xerabtirîn ve biçe. Ji xwe ev êrîşa ser zimanê Kurdî jî rasterast Tecrît û Dorpêçeke dijminahî ye. Divê gavek zûtir dest ji vê dijminatiya Kurdan berde. Ev ji hemû gelên Tirkiyê re xesar û têkçûn tîne…