Em dizanin êrîşa çand û ziman ne êrîşên ji rêzê ne. Diyar e ku desthilatdara nîjadperest û dewleta yekperest kurdan bi qirkirina fizîkî ne qedand, bi qirkirinên siyasî jî kurdan paş ve gav neavêt.
Ji damezrandina komara yekperest a Tirkiyeyê heta îro bi mebesta qirkirinê, êrîşan li ser gel, ol û birdoziyên cuda dike. Di nav van êrîşan de êrîşa li ser gelê kurd cihekî taybet digire. Ji bo gelê kurd were tunekirin li hêlekê qirkirina fizîkî ku ji bo ve qirkirinê jî di 4’ê adara 1925’an de zagona bi navê ‘Takrir-i Sukun’ derxistin. Li hêleke din jî qirkirina çandî kirin. Ji bo qirkirina çandî jî di 3’yê adara 1924’an de zagona bi navê ‘Tevhid-i Tedrisat’ û 25’e îlona 1925’an de nexşerêya bi navê “Plana Islahata Şarkê” kirin meriyetê.
Di vê nivîsê de ez ê li ser qirkirina fizîkî nesekinim. Li ser êrîşa ziman, bişaftin û qirkirina çandî bisekinim. Komara yekperest bi mabesta xwe ya zagona ‘Tevhid-î Tedrisatê’ xwest ku perwerdeya bi zimane kurdî tune bike û bi zimanê kurdî li medreseyan perwerde neyên dayîn. Ji bo ku kurdan bê bîr bihêle. Ji wê rojê ve jî zaravayên kurdan hên nebûne zimanê perwerdeyê. Tekoşîna gelê kurd a ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê jî didome.
Bi nexşerêya ‘Plana Şark Islahatê’ jî ji bo çand û zimanê kurdî jî tune bikin dest bi karên qedexekirin û bişaftinê kirin. Di karên fermî de û di raya giştî de axaftina kurdî hat qedexekirin. Ji bo bişaftine jî li seranserê Kurdistanê dibistan vekirin. Li navçe û bajarên Kurdistanê dibistanê şevê û dibistanên keçan vekirin. Dîsa bi mabesta bişaftinê 1926’an de berpirsiyarê Darûl Elhanê Yusuf Ziya beg şandeyan şand Kurdistanê û stran, çîrok, helbest, meselok bi kurtasî li ser navê çanda kurdan li çi rast hatin kom kirin û guhertin tirkî. Wekî malê xenîmetê nêzîkî çanda kurdan bûn û talan kirin.
Ziman jiyan e. Ji ber ku kurdan zimanê xwe di jiyanê de diparast û ji ber ku bi tirkî nizanibûn wekî ku dozgerê Dadgeha Îstîklalê Ahmet Sureyya Orgeevren jî di bîranînê xwe de aniye ziman di dadgehan de bê parastin dihatin darvekirin. Li nexweşxaneya nedihatine dermankirin, zarokên kurdan li dibistanên tirkan lêdan dixwarin û tundî didîtin û wekî dayîka Kamber Ateş ku li girtîgeha Amedê bi kurê xwe re nikaribû biaxivin. Bi tenê bi peyva ‘Kamber Ateş nasılsın?’ê bi zarokên xwe yên ku di bin zilma dewleta faşîst de bûn, têkîlî dihat danîn.
Wisa dijwartiyekî hovane li hemberî ziman û çanda kurdî hebû ku fîkîna Apê Musa jî dihat qedexe kirin. Qedexekirina kurdî û zordestiya zimanê tirkî bi dirûşma ‘hemwelatî bi tirkî biaxive pir biaxive’ (vatandaş Türkçe konuş çok konuş) dihat nîşandan.
Kurd hatin girtin, darvekirin, koçberkirin, gundên wan şewitandin lê kurdan dest ji zimane xwe û çanda xwe bernedan. Ji ber ku kurd dizanibûn qedere ziman, çand û qedera neteweyê bi hev re ye. Dema ku çand û ziman were tunekirin, wê netewe jî tune bibe. Lewra kurd berxwedaneke xurt û birûmet dan. kurd xwedî li çand û zimanê xwe derketin, çand û ziman jî xwedî li wan derket.
Kurd îro xwediyê vîna xwe ne. Xwediyê îdîa û biryara xwebirêvebirinê ne. Di vî warî de jî serkeftî ne. Li hemberî hemû neyîniyan ji bajarên xwe bi destê kayûm û hevkarên desthelatdara AKP/MHPê re bernedan. Ev helwesta kurdan a ku xwedî derketina li vîna xwe ne di hesabê desthilatdara AKP/MHP’ê û devleta yekperest de bû. Êrîşên xwe yên di bin banê Fermana Şark Islahatê de nûjen û dijwartir kirin. Tehemûla vîna kurdan a xwebirêvebirinê nekirin.
Piştî hilbijartina rêveberiyên xwecihî AKP/MHP’ê êrîşî çand û zimanê kurdî kir. Li seranserê Kurdistanê bi fermana wezereta karên navxwe û waliyan nivîsên ‘Pêşî Peya’ û ‘Hêdî’ yên trafîkê hatin jêbirin. Ciwanên kurd ên ku govend digirtin binçavkirin û girtin. Ciwanên kurd di bin çavan de bi sirûdên nîjadperestî hatin îşkencekirin, dawet hilweşandin. kurdên ji ber ku bi tirkî nizanibûn ji aliyê bijîşkan ve nehatine dermankirin. Li hemberî van êrîşên nîjadperestî kurd bertekên xurt nîşan dan û tekoşîna çand û zimanê xwe meşandin.
Lê dewleta yekperest û desthilatdara nîjadperest êrîşên xwe didomînin. Vê carê jî serdegirtinên bi ser saziyên çand û zimanên kurdî yên wekî MED-DER, wekî Payîz Pirtûkê de, çil rêveber û xebatkarên van saziyan binçav kirin.
Em dizanin êrîşa çand û ziman ne êrîşên ji rêzê ne. Diyar e ku desthilatdara nîjadperest û dewleta yekperest kurdan bi qirkirina fizîkî ne qedand, bi qirkirinên siyasî jî kurdan paş ve gav neavêt. Lewma anha jî bi dijwarî û bi mabesta bişaftin û qirkirina çandî êrîşa ziman û çandê dike.
Ji bo wê jî li dijî van êrîşan divê kurd jî berxwedan û helwesta xwe ya pîroz, birûmet û dîrokî bilind bike. Her kurdek xîret bike ku bibe rêveber û xebatkarên MED-DER û Payîz Pirtûkê, li hemû qadên jiyanê bi ziman û çanda kurdî bijîn, bidin jiyîn. Bi vê tekoşîna pîroz û birûmet em ê êrîşên li ser ziman û çanda xwe beralî bikin.