11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşa li ser saziya zimanê kurdî şermezar kirin

Hevserokê Ziman û Çandê ya Kurdî Zana Ararat Serhat Yilmaz bertek nîşanî girtina Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê da û got: “Gelê Kurd heta maf û azadiya xwe bi dest dixe dê têkoşîna xwe bidomîne.”

Komeleya Ziman û Çandê ya Kurdî Zana Ararat, têkildarî girtina Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê ya Îzmîrê daxuyanî da. Daxuyanî, li ser Cadeya Cumhuriyetê ya li navendê hate dayin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdeya bi kurdî” û dovîzên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî zimanê kurdî” hatin hilgirtin.

Hevserokê Komeleyê Serhat Yilmaz di daxuyaniyê de anî ziman ku zimanê gelê kurd mafê gelê kurd ê kolektîf û nasnameyî ye û têkildarî hebûna gelê kurd e. Yilmaz, wiha domand: “Di encama polîtîkayên bişaftin û înkarê yên sed salî de ev mafê jiyanî yê gelê kurd heta niha tune hatiye hesibandin, gelê kurd ji perwerdeya bi kurdî bêpar hatiye hiştin û zimanê kurdî her tim bi awayên cuda rastî astengkirin û qedexeyan hatiye. Îro jî tevî hewldanên ji bo aştî û pêkanîna demokrasî û edaletê di nava civakê de, roj bi roj bi rengên cuda cuda êrişên nû bi ser kurdî û kurdan de tên. Weke parçeyeke van êrişan, 31ê Tîrmehê de bi fermana Walîtiya Îzmîrê bi hinceteke ji rêzê polîsan bi ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê de girt û di 1ê Tebaxê de jî deriyê Komeleyê hat mohrkirin. Ev êriş nîşan dide ku helwesta li hemberî ziman û çanda kurdî mixabin hê jî neguheriye û her li ser heman xeta astengkirin, sînorkirin û qedexekirinê ye.”

Êrîş şermezar kirin

Di berdewama axaftina xwe de Yilmaz destnîşan kir ku weke saziyên zimanê Kurdî, ew vê êrişa li dijî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoya hestiyar de ku ji bo pêkanîna maf û daxwazên gelê kurd û çareseriyê ked tê dayîn, lazim bû ku rê li ber êrişeke wiha venebûya û rayedaran li gelê kurd, sazî û dezgehên gelê kurd rêz bigirtina. Lê mixabin berovajî vê yekê, komeleyeke ku bi rêya kargehên zimên û çalakiyên çandî ji sala 2018an ve li metropoleke wekî Îzmîrê xwedî li çand û zimanê kurdî derdikeve, em dibînin ku rayedar bi neheqî û bi nêteke nebaş xebatên vê Komeleyê û xebatên zimanê kurdî asteng dikin.”

Xwestin biryara xwe paşve bikişînin

Yilmaz, bi domdarî daxuyand ku ew dubare bi bîra rayedaran dixin ku ne maf û hedê tu kesî ye ku êrişên bi vî rengî li nasname, hebûn û zimanê kurdan bike û wiha pê de çû: “Ji lew re ziman rasterast nasname û hebûna gelê kurd e. Êrişên bi vî rengî bêtehemûliyeke kûr nîşan didin li dijî gelê kurd, nirxên gelê Kurd û nasnameya gelê kurd. Em vê êrişa li ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê weke êrişeke li ser zimanê kurdî û nasname û hebûna kurdan dizanin. Ji ber vê yekê, divê ev êriş demildest were rawestandin. Miameleyên ku serê pêşîn bi destê Walîtiya Îzmîrê û paşê jî bi destê zabiteyên Şaredariya Îzmîrê pêk hatine, divê paşve werin kişandin.”

Yilmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Weke gotina dawîn, gelê kurd ev ji sed salî zêdetir e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe têdikoşe û heta ku mafê xwe yê perwerdeya bi kurdî û azadiya xwe bi dest nexe ew ê bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernede. Weke saziyên zimanê kurdî, em careke din piştgiriya xwe ji bo Komeleya Avestayê derdibirin û didin zanîn ku êrişa li ser Komeleya Avestayê êrişeke li ser zimanê kurdî û gelê kurd e. Ji ber vê çendê, em vê kiriyara walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin û bi vê minasebetê, bangê li raya demokratîk û rayedaran dikin; êdî wext e ku mafê perwerdeya bi kurdî û statuya kurdî were cîbicîkirin û hiqûqa gelê kurd û gelan were naskirin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî zimanê kurdî”, “Bijî têkoşîna zimanê kurdî”  û “Perwerdeya bi kurdî, Statuya kurdî” bi dawî bû.